Roboskî Qiyameta Biçûk e

Gelo ma qey ev qedera me ye?  Ma bê kesî her tim para me ye?  Di sînorê vê dewlêtê de dema ko kurdek tê qetil kirin, ( bi rastî qet tu caran yeko yeko nehatin kuştin, mînak: Newala Sefo, Dersim, Zîlan, Roboskê… hwd) kiryar diyar e, lê ji hêla desthilatdaran nayê ditîn, an jî naxwazin bibînin.

Edî wekî hemû kesan dayikên Roboskiyê jî heviya xwe ji dîtina  kujera berdane.  Ma gelo di ser vê bobelatê re çar sal derbas bû qasî pozê derziyekê  bûyer nehate ronîkirin. Şivanekî serê çiyan bînin, dikare berpirsiyaran di rojekê de derxe holê. Ji ber ko fermandar diyar in, pîlot diyar in, balefir diyar in,  cihê fermana rabûna balefiran dide diyar e. Êêêê çi ma ? hemû kes diyar e. Salekê piştî vê bûyera dilsoj ji aliye Meclîsê komisyonek hate avakirin. Piştî hi lêkolînan serokê komîsyona jêr  a Qilebanê ya Mafên Mirovan a Meclîsê  Î.Ş.  ji me re li tenbûrê dida (sê sal berê ), mixabin tenbûra wî û stranâ wî li hev nedihat. Binêrin sê sal bere çi  digot : “ Bi rapora me amede kir, hevî dikim ku li Tirkiyeyê edî bûyerên wisa pêk neyên û ji bo bûyerên wisa bên astengkirin têkildarî tedbîrên bên girtin û pêşniyarên me dê li ber çavan bên girtin. Ez wisa hevî dikim. Dîsa ez bawer dikim ku bi rapora me amade kir bûyer dê  piranî bê zelalkirin.” Tew  lo, tew lo. Sê sal derbas bû tiştek tune.

Kekê me yê delal ji bo em/hûn razên lorîn digotin û berdewam dikir : “ Komisyona me bi tenê wêneyê dikşîne,  ‘ Ehmed tawankar e, Mihemed tetik kişandiye, Husên gulle berdaye, Elî çewt şîrove kiriye’  halê me tuneye ko em van fantaziyan bikin.” Ê me çi fêm kir? Salekê we lêkolîn kirin hûn wa hatin, wa çûn ji bo ev gotinanan bû.

Gotina keke min we fêm kir ne wisa?

Ji me re dibêje: “ Ehmedê reben ne tawanbar e, Hemedê qijik tetik nekişandiye, Husênê êtam gulle bernedaye, Eliyê belengaz rast şîrove kiriye, lê we/me çewt fêm kiriyê.”

Êêê ma gelo tiştên ku  li roboskiyê bûn çi bûn ?

Nebe ku mebesta kekê min, em/hûn vê zûgotinokê  jiber bikin:  Pisîka reş li ku ye? Çû ser dar ê, dar li ku ye? Bivir jê kir, bivir li ku ye? Ket avê, av li ku ye? Çêlekê vexwar, çêlek li ku ye? Reviya çiyan, çiya li ku ye?  Şewitî qediya bû arî…

Êê de were ser rastiyê, tu/hûn çima xwe didin çiva?

Elî nekir, Ehmed nekir, Husên nekir le kê kir?

Dibe ku balefir bi xwe firiyabin!?

Dibe ku bomba bi xwe ji hewada hatibin!?

Erê welle bi navê Xwedê em çima heta niha wisa nefikirîn! Dibe ku ev bûyer bi vî rengî qewimî be!

Na wlle kekê min dibêje bûyer wisa nebûye? De bêje keko bûyer bi çi awayî bû?

Kek dibersivîne: “ Operasyonên berê bi çi awayî bûn ev operasyona jî bi heman azînê/ûsûl hatiye kirin. Di operasyonên berê de kê ferman dabe di vê operasyonê de jî wî ferman daye. Ev tişt ne ku tiştekî nayê zanîn. Lê em nikarin bejin ferman Elî daye, Ehmed daye hwd.” Min demek berê jî got lêdana tenbûra keke min û strana wî hevdu nagire.

Bi kurtasî kekê min dibêje : “Hemû kes bila heviya xwe ji me bibire, edî vê bûyerê pir mexurînin û hedî hedî xwe ji bîr bikin weke Dersimê, weke Zîlanê…. Edî bi paş fantaziyan mekevin.” Lê ez/em/hûn ê xwe ji bîr bikin lê kesê bêkesa xwe ji bîr nake. Ma qey hûn dada Xwedê hesab nakin?

Xwedayê alemê wisa ferman dike di ayeteke (Tariq/9) pîroz de: “ Yewme tuble s’ seraîr” de kanê hûnê wê rojê ji bona zarokên Roboskiyê çi bersivê  bidin.

Bi navê Xwedê dilê min rehet nebû, xwîner bila min bibexşînin. Ji vir şunda ez ê kul û kederên kesên reben bi helbestekê binim zimên. Hûn min bi hestên xwe guhdarî bikin.

Weneyên we bû stara dilê min vê sibeha zivistenê.

Îro cardin, waye  Herekol, Cûdî, xemla sipî girêdan bê tirs, bê xof,  bi hevî.

Ez li benda we me,

Bû şazdeh demsal: çar bihar, çar havîn, çar payîz, çar zivistan.

Li ser sînga min qeşa girt,

Çavê min gola xwînê.

Li ber agirê bombeyan ez nizanim hûn çend caran şewitîn, hûn çend caran parçe bûn.

Çavê min li dû we man,

Dem borî,  demsal borîn hûn nehatin. Çima ?

Gustîl û xelekên we di paşila min de riziyan,

Nameyên dergîstiyên we, guç şewitî, di berîkên min de stû xwar man.

Nivîs digirîn, bi rodîkên reng bixwîn,

Çavên min miçîqîn ji girî, hûn nehatin. Çima?

Pirtûka dersa Tirkî (Pola 7.) stû xwar ma li ser maseyan.

Çi xerîb e.

Roj, xwîna we wedişêre li ser belekiyên berfa sipî.

Ez digerim û nagerim we nabînim.

Kerr bû guhê min ji dengê top û balefiran,

Ez bi çol û çolteran ketim,

Qet ne şop,

Qet ne kes,

Hûn li ku man, hûn nehatin. Çima?

Ez li ber şibakan kûr dinalim.

Dilê min gupegup e,

Singa min xîzkexîzk e,

Ez li asoyên bi mij dinêrim,

Qaçaxçîno

Çavên min li riya we

Ez li ber derî mam lê hûn nehatin…

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply