NASA Selfieya Dinyayê Kîşand an go Gelfie

Rêveberiya Feza û Ezmangeriyê ya Amerikayê NASA, bi boneya salvegera “Roja Cîhanê” ji şopînerên xwe yên li ser Twitterê Selfie xwest. NASA organîzasyonê bi taga #GlobalSelfie da destpêkirin û nêzî 36 hezar kes jî li ser Twitterê “Selfie”yên xwe şandin û NASa bi vê awayî Anîmasyona Nexşeya Cîhanê

NASA ji bo roja Cîhanê 22 nîsanê kampanyaya “Selfiya xwe bişîne” dabû destpêkirin. Ne bi tenê Twitter, li ser Facebook û Instagramê jî kampanya bi heman şêweyî domiya.

Nêzî ji 113 welatan bi tevahî 50 hezar Selfie hat kîşandin û NASA wan hemû wêneyan nirxand. Wêneyan yek bi yek li ser nexşeya gerdûnê bi cîh kir. bişte nasa wê navê organîzasyonê bi navê “Selfiya Gerdûnê” da nasîn.
Alîkarê Serokê beşa zanistî yê NASAyê Peg Luce diyar kir ku “tevlîbûna zêde ya ji bo kampanyaya Selfiyê wan kêfxweş kiriye û li ser navê NASAyê spasiyê xwe ji hemû beşdaran pêşkêş kir”  û wisa dewam kir “em dixwazin bibînin ku her kes li hemberê cîhana bêmînak, berpirs tevbigere”

Nexşe bi 3.2 Gîgapîxelan pêk tê û gava ku bê nêzî kirin, her kes dikare wêneya xwe di nav de bibîne û jixwe bi hezar wêneyan pêk tên.

Di derdora dinyayê de ango li ser rêgeha dinyayê nêzî 17 peykên çavdêr hene û NASA birayar daye ku wê 5 peykên din jî bişîne fezayê.

Sazî diyar dike ku, di nava deh salan de eya niha cara yekem e ku di salekî de ew qas peyk bişîne.

Çavkanî: teknokurd.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply