Rêwindayî

Hêkên gêrgêrîkan baz û başoke ji wan der nakevin..!
Hêkên maran jehir di nava wan de heye..!

Ez dikevim şêweyên lehengan, geh Restem û geh Guhderz im.
Bi kişandina şûrê xwe serê sed mirovî dipekînim. Tukes nikare şûrê min ji destê min der bixe. Ez tavim, ez mirinim.ez..!?

Lê ji nişka ve tu poşman dibû, ew axavtin bi te giran dibûn, û te xwe bi nermî ji nav wan ramanan vedidizî, û tu ber bi ramangeha herî bilind ve hildikişiya, tu li nik Xwedan û pêximberan radwesetiya. Te ji Zebûrê dest pê dikir, ta ku tu li nik Quranê disekinî, te hemû ji hev cida dikirin, û tu bi wan razî nedibû, belê te tev de bi Xweda re dihiştin.

Tu li pêximberê xwe yê pêşî divegeriya, û te gunehên xwe, negihanên xwe, hêvî û paşerojên xwe poşmanîyên xwe, tev de te bi huçkên Anahîta ve girêdidan. Dîsa tu qayil nedibû, û bi tinazî ji xwe re digot:

– Em destpêka sed salaeke nû de, hemû tişt bûye Kompyûter. Gelo ev raste yan em di xewnê de ne?
Komên mafê mirovan “rêxistinên mişextan” civatên mehel û birçîbûnê “Parêzgehên nexweşiyên zikmakî”. Hemî di jiyanê de li aliyekî ne, û em û jiyana xwe li aliyekî ne. Gelo çima hêjî em bindeştin, û tu kes dengê qîrîna me hesnake?

Bindestên pakrewanên rojê, yên ji xwe bazdyîne, bindestên ramanên hişk û çewt, û neqebûl kirina yê din. Em hêjî bi wê taybetiya xwe ya bi serhişkî yê dijîm û dikin pesnê xwe.
Em ew Sînema Amûdê ay şewitî ne, em zarokên ku di zîldana xwe di qurmiçîn.
Em zindana Hesiça yê ne, em ew ciwanên ku wan miradên me bi êgir pîroz kirin.
Em ew qada Hermê Şêxo û Rengo ne, ku bi zor pişta me bi xêzên cotê xwe bi dar vedikin.
Hêjî em dijîm, di welatê xwe de bêgane ne, çawa dê raman bikaribe hilgire, vê neçariyê bi serî rabike?

Bi tenhatî ya xwe dijîm, bi mejiyê xwe yê zingarî.
Di destpêka sed salake nûjen de, di ferhengên civakî de ez û pûştekê wekû hevin. Gelo ev tev de hovîtiya mejiyê mine.Yan wisan pêdivî ye.? Her û her li ser ya xwe dimênim, tevî wê ez dijîm, jiber ku mirin û xînrijandin bûne mîna bayê, mîna avê, mîna her tiştî ji min re pêwîste ku ez bimirim û pê serbilind im!!!?

Hêjî hêviya xewnên min ewin, ku ez di welatekî serbixwe de bijîm. Gelo rastiyeke ku welatek ji boyî min bête avakirin.!?
Hêjî çar sînorên bi bumbe, û têlên bi qeramûşk di sînga min de mîna alozên zikmakî ne, her roj xwîna xwe dikim qurban ji bo azadiyê, lê azadiyê koçên xwe ji qada min bar kiriye.
Hêjî tivinga min di devê birayê min de ye, û bêyî pirsyarîn, bêyî ku bizanibim çima yan ji bo çi dibêjim:

– Tu kî ye ku tu şîretan li min bikî, û bibêjî ev şaşe û ev raste..!?
Û tu bi devekî tije dibêje:

– Tu bûyî sîxwirê çar komarên desthilat.!
Ez û te nebes bûn, dengekî dî sînga ezman diqelaşt:

-Ev qad ya mine, nabe ku tu li vir şerê xwe bikî, here başûr, here bakur, here dojehê, lê ji vir şer neke.

Her tişt hatiye guhertin, di rojava de roj piştî rojê sînor ji navbera komaran tên hilkirin, lê li rojhilatê roj piştî rojê sînor û bumbe pirr dibin. Ne tu welat û nejî tu milet weku min, ne xwîn ne jî zindan ,ne jî mişextî daye. Û em roj bi roj dibim terorist, teroristê qada qedexkirî, gelo raste em û welatekî serbixwe ne li gorî hevin..! !?

Kerwanê bêdengiya te, te dajo, bi kûde, tu bi xwe jî nizane..?
Lê ya baş ewe ku hîn jî tu heye û li ser qada qedexkirî dijî.
Ji neçarî tu dibe belengazê pakrewanekî ji birakujyê bazdayî ! Dijminê te birayekî bi guneh û ne guneh hun hev dixine xefk û dava de?

Di kolanên bê wariyê de dibim nêçîra keçeke Rojavayî, mirovekî hov im di pêxila jibîrkirinê de dijîm.
Di bazargehên ramanan de bê par û pişk dijîm, di leystikên genî de werdibim, bê dadvan tême tewanbarkirin. Bê dadgeh tême zindankirin, û ez bi bê gunehî têm kuştin, û dîsan jî dijîm.

Bê sirûd, bê al bê sînor di himbêza dayika xwe de, weku mendalekî bi qehfikan, bi xar û kaban dileyize. Di jiyanê de dileyize di mirinê de dileyize, bi hêviya ku di xewna bê xew de, welatek bê avakirin, xewnên xwe şêrove dike, di şiyariya xewê de xewnê de dilorîne, û dibe temaşevanê mirina xwe, dibe gorkolanê jiyana xwe, dibe xefk û dava evîna xwe, dibe xwînfiroşê xwîna xwe, tevî wilo jî dijî.

Mahmûdê Ako

Derbar Rêvebir

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply