Tag Archives: Mahmûdê Ako

Nîsan, 2016

  • 23 Nîsan

    Gotineke Mezin

    Demê buhar dibişkivand, hêdî hêdî hêviya min bi jiyanê ve avis dibû. Roj li ber roava bû, aso bi nazenî pesnê xwe ji xweristiyê re dida, li ser kenarên deriyê bakur, ez û dilê xwe yê şikestî dibûn temaşevanê pepûkiya xwe, dibûn xewn ne serjêkirî, ez û hestên xwe yên reben û daxwazên qedexekirî, bi pêlan re dihatin sema. Çiqasî …

  • 19 Nîsan

    Rêwindayî

    Hêkên gêrgêrîkan baz û başoke ji wan der nakevin..! Hêkên maran jehir di nava wan de heye..! Ez dikevim şêweyên lehengan, geh Restem û geh Guhderz im. Bi kişandina şûrê xwe serê sed mirovî dipekînim. Tukes nikare şûrê min ji destê min der bixe. Ez tavim, ez mirinim.ez..!? Lê ji nişka ve tu poşman dibû, ew axavtin bi te giran …

  • 18 Nîsan

    Piştxûz

    Jibo Beşîrê Mele ( Bavê Şahîn) Hino hino ez hest dibûm ku Ode ya mi î çar qorzî bi ser hevde tê. hestên mib beram berî xwe kelovajî dikirin, Ode ya min li dor diwaz deh ta bi paz deh M çar goşe ye. Lê ji nişka ve min didît ku bi ser hev de tê û min di zikê …

  • 17 Nîsan

    Karbidest

    Ez bi gavin sist bi derencê ve hilkişîm. Hetanî ku ez gihştim qata sisiya devê min zuha bû. Derbasî oda ku zarokan lê qeyd dikin bûm. Min destê xwe dirêjî karbidest kir, bi tirs û sawê ez girtim. Min di nava xwe de got: ” Dibe ku berra min de ji vir, yan jî bi ser min de rabe û …

  • 16 Nîsan

    Buharên Wî

    Bayê buharê yê hênik, bêhna erdê, tîrêjên rojê, vebûna gula, û dilê wî yê reben ku di tenêbûna xwe de her roj sed carî dimre. Buharên xelk û alemê tev de bi kêfûşahî, hezkirin û ramûsanan derbas dibin, yê wî, bi hisret, fîxan û kulan re derbasdibe, û dubhure. Blê dilê wî yê bi tenê derbasî kêleka vî bajarê bê dil , bê cerg û hinav dibe. Dilê wî tê sûtandin û henek jî pê tê kirin. Ew û dilê xwe yê reben, ku ji rebenîya xwe hew dikare hezbike, anjî bawerî yê bi hezkirinê bîne. Roj û şev li cem dilê wî weke hevin.