RÊVEBERIYA POLÊ

Rêveberiya reftarên polê, ji bo hêsankirina fêrbûniyê, şarezayeke bingeh û pêwist a mamoste û namzedên mamosteyan e. Mamoste bi saya rêveberiyeke bandoryar a polê, dê qadeke hilberîner a perwerdehiyê ava bike û biserkeve. Her wuha di navbera serkeftin û bersivdayîna reftarên pirsgirêk ên xwendevanan de têkiliyeke xurt heye. Rêveberiya polê, bi avakirina rêzikname, hişyariyan, pesin, jêqerîn, rêliberxistin, çavgirtin, bijartin û zexmkirina reftarên erênî dê qadeke hêsan a perwerdeyê derbixe holê.

RÊVEBERIYA BIBANDORA POLÊ

Yek ji zehmetiyên mamostetiyê, rêveberiya polê ya li gor armancan e. Her zarok cuda û taybet e. Û li gor van cudahî û taybetmendiyan, bicîanîna pêdiviyên xwendevan û perwerdeyê, rêveberiya polê zehmettir dike. Ji bo gîhaştina armancên kin û dirêj, di encamê de ji bo perwerdeyeke serkeftî divê mamoste, li gor rê û rêbazên rêveberiya polê tevbigere. Di vî warî de divê mamoste ev çend xalên jêrîn ber çav bigire.

1.Amadehî; mamoste berî ku têkeve waneyê, divê hemû amadehiyên xwe pêk bîne. Ji aliyê pertal û materyal, taybetmendiyên zarokan, pêdiviyên kesayetî û yên zarokan de divê di her amadehiyê de be. Ev amadehî, her cûre plan û bernameyên derbarê perwerdeyê li xwe vedihewîne. Her wuha divê li gor taybetmendiyên xwendevanan, her cûreya pêwist a perwerdeyê wekî perwerdeya taybet, perwerdeya kesanekirî, perwerdeya bêxelet û perwerdeya gavbigav, bikar bînin. Û bi van amadehiyan derbasî waneyê bibe. Yan na heger tiştek pêwist be, û di nava waneyê de bi anîn an amadekirina ew pêdiviyan debe, dê têkiliya navbera mijar û zarokê biqete. Û heya sazkirina ev têkiliyê bi careke din, dê gelek zeman ji dest here.

  1. Baldarî; ji bo motîvasyona li ser karekî baldarî pir girîng e. Heger bal nekişê ser rewş, şert an mijarekê, teqez dê ji wê rewşê kelk neye wergirtin û ew rewş dê qet neye fêmê. Ji ber vê hawê divê mamoste bi baldar têkeve polê û bala zarokan bikişîne. Mamoste wekî her roj têkeve polê, bêgûman ev yek dê nekev çarçoveya balê. Divê mamoste bi peyv û axaftin, bi cil û libas, bi pertal û materyalên cuda, dersdayîna xwe biguherîn û meraq û bala xwendevanan li ser xwe bikêşe. Di vî warî de pênc xulekên pêş ên waneyê herî girîng in. Di vê demê de mamoste, dikare bi qerepere têkeve polê, cil û libasên cuda li xwe bike, peva biguherîne û her wekî din reftaran bike û dikare bala xwendevanan bikişîne.
  2. Naskirin; ji bo rêveberiyeke bibandor divê mamoste, xwendevanên xwe nas bike. Tenê ne bi naskirina nav û serçav. Divê bi xwê û adetan, bi daxwaz û xwestekan, bi nexweşî û xweşiyan û heya bi agahiyên malbatê bizanibe. Divê li gor hestên xwendevanan bi baldar tevbigerin û ji kanîn nekanîna wan haydar bin.
  3. Rol; mamoste li polê, divê xwe tenê bi rola mamostetiyê ve girê nede. Fermîtî carina dibe ku zarokan acis bike. Û wan ji pêvajoya perwerdeyê dûr bixe. Di demên hewce de wekî birayek an xwişkek be û derd û şahiyên wan parve bike. Carina wekî dê û bavan ligel wan bi germî tevbigere û carina wekî hevalê wan î herî dilsoz tevbigere. Di vê rewşê de zarok perçeyeke ji xwe, dê mamoste de bibîne û dê bêtir motîveyê waneyê bibe. Digel van rolan, qet rola mamostetiyê jibîr neke da ku di rewşeke neyênî de, demildest bergiriyê lê bike.
  4. Cudahî; di fikra perwerdeya nûjen de, her zarok taybet û her zarok cuda ye. Li gor vê ramanê divê taybetmendiyên zarokan neye pişguhkirin û li gor van taybetmendiyan her cûre pêdîvî werin cîbicîkirin. Bi gelemper di perwerdeya taybet de ji bo her zarokan li gor taybetmendî, nekanîn û kanyariya wan, bernameyên kesanekirî dihên amadekirin. Ne pêkan e ku her zarok di heman demê, ji perwerdeyê mifadar bibe. Ji ber vê hawê mamoste, divê ne li gor gelemperî, li gor taybetmendiyan nirxê bide her zarokan. Û her zarokî/ê bi navê wan, bangî wan kin. Heger zarok bi navê xwe were bangkirin, dê xwe nirxdar bihesîne. Divê ev destûr di hişê mamosteyan de be, her zarok cuda ye.
  5. Rêzikname; perwerde bi rê û rêbazên bi awayeke birêkûpêk birêve diçe. Û wusa li ser hev kom dibe. Her wuha ji bo ev rêkûpêkiyê, divê hin rêzikên dibistanê hebin. Ev rêzik, dê cîhê mamoste û xwendevanan, fêrbûn û bikaranîna perwerdeyê diyar bike. Di vî warî de ango di pêkanîna rêzik û dawiyê de rêziknameyê, divê mamoste dîtin û ramanên zarokan jî ber çav bigire. Divê zarok zani be ku di encama kirina reftareke xerab de, li rûbirûyê çi sizayê were. Divê rêzikname, bi awayeke vekirî û li cîhekî xwuyang were daliqandin. Û divê li gor ev rêziknameyê berambera kirina reftareke nelicî, neye paşxistin an çavlêgirtin. Ji ber çavlêgirtina reftareke xerab, dê bibe sedema reftarên din ên xerab.
  6. Valahî; heger mirov mijûl be, wexta wî/ê yê harbûn, karên tewş û her wekî din dê nemîne. Li dibistanê jî heger zarok vala bimînin, dê xan û xera bikin û dibistanê dê bînin xwarê. Divê mamoste zarokan vala nehêle, her wuha ev nayê wateya ku her demê di dersan de bihêlin û dersê bide wan. Helbet divê zarok bîna xwe jî berdin. Ji ber vê hawê, divê mamoste dema dersê dide bi şêweyeke rêkûpêk û amadekirî û bi plan û bernameyan, ev pêvajoyê pêk bîne. Lê divê navberên kurt û rêzikan dema vala jî bihêle. Di wê dema vala de jî li gor valahiyê bi bername be. Da ku têkiliya zarok û perwerdeyê qut nebe û zarok xwe ji hewa dibistan û rêzgirtina mamosteyan dûr nehese.
  7. Ceribandin; ji bo ku mirov carde xeletiyan neke, divê ji rabirdû û ceribandinan kelk werbigire. Mamoste divê ji hevpîşeyên xwe fêrê bistîne. Temanê zanînê tune ye. Mirov her demê dikare hîn dibe. Û ev yek ne şerm e jî. Ji ber vê hawê divê mamoste, ji ceribandinên hevpîşeyên xwe kelk werbigire da ku heman xeletiyan neke.
  8. Pirsgirêk; di derketina pirsgirêkan de xwedan reftarên aram û sekan be. Pêşî divê mamoste bi sebr bike. Paşê divê ew pirsgirêk were nasandin. Sedem an sedeman li hev bîne û bi encama wan bide nasandin. Heger pirsgirêk bi awayeke rast were nasandin, teqez dê çaresiya wê jî asan bibe. Lê heger rast neye nasandin, bêgûman dê pirsgirêkên din derkevein holê. Mamoste divê hêrs nebe û bi sebrê tevbigere. Bi hêrsbûnê, meriv dikare reftarên bêyî kontrol pêk ve bîne. Û bêgûman hin xwendevan ji vê rewşa hêrsbûna mamosteyê sûdê digirin û ev yek mamosteyê bi temamî ji çareseriya pirsgirêkê dê dûr bixe. Di derketina reftarên nelicî de, mamoste divê rewşa kesayetî û civakî ya xwendevanan li ber çavan bigirin.
  9. Tevlêkirina malbat; perwerde tenê çend saetên li dibistanê nîne, perwerde jiyan bi xwe ye. Û nabe ku meriv tenê çend saetan, wan ji jiyanê bigre û carde tevlê jiyanê bike. Û ev jiyana dûrî dibistanê jî bi her hawî bandoriyê li ser reftarên xwendevanan dike. Û di encamê de reftarên neyênî li polê bikar dihînin. Ji ber vê hawê, ev jiyana dûrî dibistanê û bandoriyê li reftarên polê dike, divê bi hevkariya malbatê were rakirin û li ser rakirina reftaran, her aliyên peywirdar, berpirsiyariyên xwe bi cî bîne.
  10. Empatî û rêzkarî(disîplîn); ji bo zarokan jî ji sibê heya êvarê rûniştin, helbet ne hêsan e. Mamoste divê li jiyîn û rewşa wan biponijin, empatiyê bisazin ligel jiyîna wan. Empatî li xwe nêrîn e.. Berî wan divê meriv li xwe binêre, paşê divê li rewşa wan a neyênî. Mamoste divê rêzdariyê ji dest nedin. Perwerdehî bi rêzkariyê bi ser dikeve. Lê ne rêzkariya zêde yan kêm. Divê rêzkarî li gor pêwistbûnê be. Berê hew qas rêzkariyeke xurt hebû, zarokan qet newêribû dengê xwe jî bikira. Ji ber vê hawê xwewlebûn gelek kêm bû. Lê berevajê vê niha rêzkarî li asta sifirê ye. Êdî mamoste newêrên tiştekî ji zarokan re bibêjin, helbet di vê rewşê de dê mamoste çawa perwerdeyê bide, ev jî mijareke nîqaşê a mezin e. Ji ber vê hawê divê rêzkarî li gor pêwistbûnê be, ne kêm û ne zêde. Lê divê jibîr nebe, ti carî pirsgirêk naqedin, tenê dibe rêjeya pirsgirêkan dakeve.

Ji bo pêvajoyeke serkeftin a perwerdeyê divê;

1.Mamoste divê navbera derbasbûnê kurt bikin. Ji mijarekê derbasbûna mijareke din de navberan kurt bikin. Heger vaya kurt be, dê derketina reftarên neyênî kêm bike.

2.Mamoste divê asta perwerdeyê pêşve bibin. Pirsên nediyar û pirbersiv li wan bikin da ku perwerdeyê, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Û agahiyên nû peyda bikin.

3.Mamoste divê qadeke erênî ya perwerdeyê ava bikin. Ji dêleva redkirina reftarên zarokan, reftarên erênî derxin holê û van reftaran, bi xelat bikin.

  1. Mamoste divê zarokan guhdarî bikin; bi zarokan re bêtir bipeyivin û wan bidin peyivandin. Bila bêyî tirsê, dîtin û ramanên xwe diyar bikin.
  2. Mamoste divê, çalakiyên li dû hev û bi hev girêdayî amade bikin. Zarok di çalakiyên werê de ji aliyê pêşveçûna çaresiya pirsgirêkan de xurttir dibin.
  3. Mamoste divê di avbera zarokan de hevkariyê pêş de bixin. Zarokên bi hev re dixebitin, şarezaya wan a zimên bêtir pêş dikeve û di xwerastkirinê de bi pêş dikevin.
  4. Herwuha rêveberiya bandoryar a polê bi plan û amadehiyê pêk dihê.
  5. Rêveberiya bandoryar a polê li gor kalîteya têkiliyên li polê ye.
  6. Rêveberiya bandoryar a polê her demê bi pêvajoya nêrîn û dokumanterê pêk ve dihê.

 

 

Mustafa RÊZAN

Şemrex- MÊRDÎN

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply