Gava duyem
Bi gava duyem ra Şêx, li Paloyê ye û dem dema nûcîwanîya wî ye. Bîranînên der heqê evîna wî û Peîrxanê weke, qitikên zaroktîyê yek li du yekê difirin û dilê Şêx dibe hêlîneke ji agir. Him vebêj him Şêx, dûr û dirêj wesfê Perîxanê vedibêjin û bejn û bala wê dişibînin tîpa elîfê. Tîpa elîfê, elîfbaya erebî da him tîpa yekem him jî hejmara yekem e. Di remlê remildaran da jî weke nîşana kêf û şahîyê, nîşana bextê spî, nîşana pêkhatina hêvî û xewnan tê pejirandin. Loma Şêx, hemû tiştên bedew dişibîne tîpa elîfê. Lê Şêx, di şeveke dirêj û tarî de li ber werîsekî zeytkirî, weke elîfekê rawestîyaye. Bûyera ku gavekî bi şûn da dê pêk were, mîna fîlmeke li ber çavên wî da diherike û hîkayeta pilinga birçî û xezala tî, tîne bîra wî.
Zivistana wê salê bi evîna wî û Pêrîxanê ya veşartî û zarokane derbas dibê. Bavê wî şêx Mehmûd, bi hatina biharê ra dixwaze wî cardin bişîne Mûşê da ku feqetîya xwe li wir kuta bike. Seîdê evîndar, bi awayekî stuxwar biryara çûyîna Mûşê digire. Di sibeheke sar da kitêbên xwe û gwîza Xidirê Botî dixe bin hewana xwe, xatir ji dê û bavê xwe dixwaze; di wê navberê da Pêrîxan, bi awayekî şermok desmalekê dide destê Şêx. Şêx li dora xwe dimêyzîne, desmalê bilez dixe ber hûçikê xwe û bêyî ku tiştekî bibêje, li hespa xwe siwar dibe û diçe. Êdî Şêx, dûrî Pêrxanê ye û dilbixem e. Ev rewşa dildarane bala hevalên wî dikişîne lê Şêx, derîyê dilê xwe, tenê ji mirovê îşqê, qelûnkêşê şareza Xalisê Bîtlîsi ra vedikê. Xalisê Bedlîsî jî weke feqeyekî dîn tê nasîn lê ew jî mîna Xidirê Botî “dînê biaqil”e. Dînîtîya wî li ser eşqê ye. Seydayekî rojeke di mizgeftê da derheqê eşqê da wiha weaz dide: “Tîbûna işqê, ne wekî ya avê ye, vexwarina şeraba işqê, tîbûnê dijwartir dike. Aşiqê rast, her ku bêtir li ber kanîya işqê dimîne, tîtir dibe.” (hb.103) Di vê hevokê da jî hin têgehên tesewûfî derbas dibin. “Şeraba işqê” û “aşiqê rast” di tesewûfê da weke şeraba mecazî / hezkirina ji Xwedê û aşiqê rast jî ne aşiqê beşerî ye aşiqê Xwedê ye. Ji vê bonê tîbûna işqê û daxweza şeraba işqê çi qas zêdetir bibê aşiq ew qas nêzî kanîya işqê / Xwedê dibe. Gihaştina Xweda ango mertebeya fenafîlahê di tesewûfê da çi qasî zahmet be gihaştina azadîyê jî ew qas zahmet e. Ji bo her duyan jî berdêleke giran lazim e. Eşqa îlahî weke agir e û him mirovan dişewitîne him jî weke qendîleke rêya mirov ronî dike. Li gor mitesewûfan dilê ku di rêya Xwedê da ne sincirî be, ne hewce ye ku mirov wî dilî bi xwe ra bigerîne. Seîdê evîndar dixwaze ku kula dilê xwe li ber seydayê xwe raxîne û bibêje ku min herdu rûyên evînê jî dîtine û xwedî dileke sincirîmê. Lê şerm dike û ya dilê xwe eşkere nake. Li pêy van gotinan awirên Xalisê Bedlîsî û yên Şêx, hev dikevin û hemrazê Şêx, yarîyan bi Şêx dike.
Li alîyekî evîna Perîxanê û bextewarîya li Paloyê li alîyê dinê werîsê rûnkirî û tîbûna bêbav dev ji Şêx bernadin. Çengelên tîbûnê dikevin devê wî yê ziwa û wî dikişînin peravên sêdaran. Şêx, rêza sêdarên li meydanê, dişibîne rêzek nivîsa li Lozanê bi pênûsekî di nav tilîyên Enqerê da, li ser rûpelekî kurdî hatibe nivîsandin. Ev rêz, hemû elîfên daliqandî ne, hemû qêndîlên vemirandî ne. Şêx vê rêzê bi çavê dilê xwe dixwîne û bi hesirên ku li ser dêmên wî da diherikin, xemên welatekî dinivîsîne. (hb.94)
Şêx, bi bîranînên Pêrîxanê, sermest û bextewar e lê rastîya tal ne wisa ye. Werîsê li hember wî, dê gavekî din bi şûn da bikeve stûyê wî. Şêx, bejna Pêrîxanê û werîsê sêdarê dişibîne elîfê û di navbera her du elîfan da dihere û tê. Stêrka ku kurtedemeke berê di xeleka werîs da didît jî êdî xuya nake. Şêx dizane ku ji mirinê ra gavek maye. Dil dike berê, daxwaza ku di devê wî da asêmayî ji xwedayê xwe ra bişîne, dû ra giyana xwe. Daxwaza Şêx, weke her carê di devê wî da asê dimîne û dikeve nav xeyalan. Dîmenê dîyarîya desmalê; hal û tevgerên Pêrîxanê yên bikelecan di ber çavên Şêx ra dibihurin. Desmala ku bêhna Pêrîxanê jê dihat, li cem Şêx xwedî ciheke taybet e û razeke taybet vedihewîne. Lê murîdên Şêx bi nêrîneke pîroz li desmalê dimeyîzinin û wiha dibêjin:“Desmala Şêx parçeyek ji cawê ser tirba hezretî pêxember e loma jî Şêx nahêle her kesek bibîne yan dest bide wê.” (hb.101) Mixabin roja ku Şêx dîl dikeve, hevlingê wî Qasim Beg,desmalê jî weke şeh û seatê jê distîne û “Desmal ji kerba dîlketina Şêx, di destê Qasim da reş girê dide û weke pirêzeya ku hatibe şewitandin reş dibe.” (hb.103)
Her diçe mirin nêz dibe û rastîya tal û bîranînên wî li bin guhê hev dikevin. Mirov jê dernaxe ku kîjan xeyal e kîjan rastî ye. Li ber sêdaran bayekî nerm radibe û werîsê rûnkirî çep û rast libadibe. Ev rewş, gulîyên Pêrixanê tîne ber çavên Şêx. Dû ra ev gulîyên zêrîn, di şeveke reş a Amedê da û di seateke dereng da bi meşeke sivik ji bin temezîya wê dişemitin û mîna werîsê ku di sêdarê da libadibin. Tîbûna wî zêdetir dibe û kanîyan di xeyalên wî da diteqîne. Av di xeyalê wî da dîn dibe û tî dimîne. (hb.104) Ev hest, bîra nîvê hewşa malê tîne ber çavê wî. Şêx, tî ye û daxweza vexwarina avê ji Pêrê dike. Pêrîxan şerbikekî ji avê dadigire, dirêjî delalîyê dilê xwe dike û viha dibêje: “Çare ji tîbûna dilan ra nîne.” (hb.104) Ev av, ava işqê ye. Her du evîndar jî ji ber pêlên işqê sermest in. Şerbik bi caran tije dibe û av di ser ra diçe, aveke zelal weke evîna wan, aveke şîrîn weke rûyê Pêrîxanê. “Wê salê Seîd û Pêrîxanê dibin dizê demê.” (hb.104) Deqeyek bikeve keysa wan, wê deqeyê vala derbas nakin. Mekanê hevdîtina wan bi gelemperî der û dora bîrê ye. Her du jî tîyê avê / işqê ne lê haya herduyan jî ji bayê felekê nîne. Di hevdîtineke de Pêrîxan ji bîrê avê dikişîne lê xwe ranagire û dikeve bîrê. Bêguman daxwaza tîbûyîyan, mirineke di nav avê da ye û mirina Pêrîxanê jî bi vî rengî ye.
Gava sêyem
Gava sêyem, bi fermana her du serbazên di milên Şêx da û bi vê hevoka tal destpê dike: “Hadê derkeve! Ev gava te ya dawî ye.” (hb.113) Şêx, gava xwe ya sêyem a ku her du serbazan navê gava mirinê lêkiribûn diavêje. Lingê xwe yê rastê, bi gotina ya Allah datîne ser kevîya sehpaya di binê werîs da. Lingê xwe yê çepê, yê ku xîçika kevir di nav pêçîyan da wekî sembola kul û keseran li ber yê rastê datîne û dizane ev gava dawîya jîyana wî ye. Êdî xeleka werîs, rûyê wî dialêse. Dixwaze rûyê xwe ji ber werîs bide alî lê ji vê daxweza xwe, poşman dibe. Werîsê ku berî pêncî salî Pêrîxana wî kişandibû binê bîrê û werîsê aniha li benda wî bû, li ber çavên wî dibe heman werîs. Şêx, çavê xwe li stêrka berê kêlîyekê di xeleka werîs da didît, digerîne ji ezmanekî tarî pê ve tiştekî nabîne. Lê her du çavên Pêrîxanê, heta hetayê di ezmanê xeyalê wî da diçûrisin.
Xîzexîza ku ji zengelokên rêhevalên wî yên daliqandî tê, kezeba wî dax dike û mîna mîxekî di laşê wî da tê kutandin. “Devê xwe tijî dike ku pirsa xwe ya derenghiştî ji Xwedayê xwe bike, dîsa dibîne ku hîn xelek li stûyê wî nehatîye gerandin û dem heye, ji Xwedê ra biaxive.” (hb.104) Poşman dibe û pirsa gelo rêhevalên min ên li ber sêdaran jî berê mirina xwe ew qas tişt anîne bîra xwe, di binhişê wî da derbas dibe. Lê li bîranînên xwe û Pêrîxanê vedigere û diçe wê nîvroja dojehî. Ew hîn li ser kevîya bîrê ye. Murîd, qerwaş û cîran bi gazîya wî ve tên, termê Pêrîxanê ji bîrê derdixin. Dilê Şêx, mîna kela şîr radibe û dibêje “Ez hîn tî me Pêrîya min hîn.” (hb.115) Li ber sêdarê ne awirên çavê Pêrîxanê yên mîna du golên aram ne jî tîbûna bêbav ya ku di gewrîya wî da dev ji Şêx bernadin. Ew her sibehan di xeyala xwe da diçe serdana gora Pêrîxana xwe, qevdek gul datîne ber kêlika serê wê û jê ra yasînê dixwîne. Hêsrên xwe yên wek barana buharê dibarin, bi desmala wê ya hevrîşimî dadimalîne.
Şêx, bi dilekî şewat û bi nêrîneke bêçare li termên rêhevalên xwe dimeyîzîne. Li hember vê rewşa naçar kelegirî dibe, ji bo ku aram bibe xwe dispêre bîranînên xwe. Şêx êdî li Melazgîrê ye û seydayekî di îlmê werasetê da şareza, der heqê hin muşkulatîyên parvekirina mîrateyan da, agahîyan dide. Feqe Seîd, ji seydayê xwe dipirse: “Seyda! Eger dewleta alî Osman têk biçe, wê çi ji mîrata wê, ji kurdan ra bimîne?” (hb.116) Seyda bêhnekê bêdeng dimîne û wiha dibêje: “Eger ev dewlet ji holê rabe, dê sêdar ji kurdan ra bimînin.” (hb.116) Bi vê bersivê Şêx dîsa, bi rastîya tal ve rûbirû dimîne. Lewra xwedîyê vê pirsê niha li ber sêdarê ye. Ev rewşa naçar çîroka Îbrahîm Xelîl û kurê wî tîne bîra Şêx. Dilê wî bi wî dişewite û bi awayeke gazin bangî xwedayê xwe dike: “Xwedayê min tu dibînî. Te beranek kire qurbana kurê Xelîlê xwe. Eger tu me qurbanên gelê me qebûl dikî, ez razî me.” (hb.119) Şêx li ber sêdaran di tengasîyeke mezinda ye û vê rewşa xwe ya naçar dişibîne çîroka Îbrahîm Xelîl û kurê wî. Daxwaza alîkarîyê ji Xudayê dilovan dike. Bêguman li hêvîya pêkhatina mucîzeyeke bi vî rengî da nîne lê ji ber ku ew û rêhevalên wî bûne qurbanên gelê xwe hêvîdar e ku Xwedayê dilovan wan tevekan bi mertebeye şehîdbûnê xelat bike. Fikra şêhîdbûnê Şêx aram dike. Lê Şêx, der heqê hilanîna meytan û gorên dîyarkirî da bi fikar e. Ne bawere ku goreke wî ya dîyarkirî hebe û nêvîyên wî bi hêsanî werin seredana gorê û ji ruhê wî ra yasîn û fatîhan bixwînin. Mixabin ev pêşbînîya Şêx pêk tê û hîn jî em nizanin meyîtê wî li kû derê hatîye veşartin.
Şêx, li ser sehpaya di bin werîsê rûnkirî da, di nav xeyalan da ye. Ew tiştên di van kêlîyan da tên bîra wî di ezmanê xeyalên wî da difirin lê li cihekî danaynin. Ji van bîranînên ku di hişê wî da li bin guhê hev dikevin, biguman e û vê rewşê wiha şîrove dike: “Gelo Xidirê Botî, Xalisê Bedlîsî, Ristemê Melazgirî û Selîmê Xîzanî û ew qas der û dor û kesên ku deşta xeyalê wî da niha konên xwe vegirtine rewrewk in. Pêrîxan. Ma ew jî xeyal bû gelo?” (hb.122) Şêx, di navbera xewn û rastîyê da tere û tê. Salên wî yên borî û bîranînên wî di binhişê wî da li bin guhoyên hev dikevin. Ev rewşa xayîz, terteleya ermenan tîne bîra wî. Mixabin di vê warî da eyameke bimij û moran heye. Gel bi sedemên dûrî mirovahîyê, dest dirêjîya mal, milk, erz û eyalên ermenan dike, qetla wan û malên wan helal dibîne. Sazîyên dewletê şêx, mela, serokeşîr û giregirên dewletê di vê tertelê da roleke neyînî dileyîzin û gel teşvîqî qetlîyamê dikin. Sazî û mirovên xwedî erk berî ku vî agirî vemirînin agirê dijminahîyê gûrtir dikin. Sazîyên dewletê bi tevahî li ser qirkirina ermenan hatîye bi pergalkirin û ev jenosîd bi awayeke sîstemetîk hatîye bikaranîn. Bi taybetî bi ser navê dîn û dîyanetê qetla miletekî hatîye meşrû kirin. Ev dem demeke wisa ye ku “elîfbaya kînê bi pêyva ermenan dest pê dike.” (hb.122) Jîyana ermenan a dewlemend û biaram têk diçe û dengê girîyê zarokên sêwî ji rêyên bi termên nepixî neqişandî, olan dide. Li gor Şêx şerîet rê nade vê qetlîamê ji ber vê sedemê dijî vê rewşê derdikeve lê kêrî parastina wan nayê û ji ber vê helwesta xwe ya dilovan û mirovane, ji alîyê desthilatdaran ve bi ermenîbûnê tê tewanbarkirin.
Termên daliqandî, li ber çavên şêx mîna çil û şeş ebayên dewrêşan, li ber bayekî hênik libadibin. Di xeleka werîsê rûnkirî da, bi dilovanî li wan termên ku demêke berê stranên azadîyê digotin dinêre û berê xwe dide ezmanê Amedê, dike ku pirsa xwe ya derenghiştî ji Xwedê bike; dîsan dibê hîn zû ye. Ev dudilî gotineke Neqşîbendîyan a bextparêz û jidil tîne bîra wî: “Şev arîya demê ye, çi qas dereng bûbe, pirs tê da zûtir li ber erşa xwedê teala ya nûranî diteqin.” (hb.126)
Niha Şêx, di dinyaya rasteqîn da ye û encamên Şerê Cîhanê Yekemîn di binhişê xwe da şîrove dike û ji bêtifaqiya kurdan bêzar dibe. Parîs, London û Washînton dibin sêkuçikên cîhanê yê ku agirê berrû di nav da ye. Kurd jî êş û janên xwe, xeyalên xwe, xewnên xwe dixin hewanên qetiyayî û berê xwe didin wan paytextên ku qedera miletan li ser maseyên wan vezalendî. Bi qewlê Xalisê Bedlîsî, Ji her deverê kurd li ber quban rawestîyanê, gîwizan davêjin ser wan. Lê bêtifaqî, li hember bihevra avitina gwîzan asteng e. Şêx, di şeveke Amedê ya rengê agir da, gotina Xalisê Bedlîsî bi bîrtîne, serê xwe hindekî bi şûn da dibe da ku ji werîs dûr bikeve lê werîsê rûnkirî li pêy rûyê wî diçe û “gîsnên tîbûnê gewrîya wî ya ji axa qeracekî ziwatir cot dike.” (hb.127)
Li pêy Şerê Cîhanê yê Yekemîn miletên têkçûyî, qelûnên hêvîyan di dest da, diçin li derîyê Cemîyetî Aqwam dixin û parsa mafên xwe dikin. Mixabin wek îro dîsa dîrok dubare ye, ji tunebûna hişmendîya neteweyî, hîzb û serokeşîrên kurdan parçe parçe ne, her yek ji bo berjewndî yên xwe yên şexsî û malbatî di xizmeta desthilatdarekî da ne. Di heyamekî bi vî rengî da, “her mezinekî kurdan xwe xwedîyê qelûneke dihesibîne. Ne îttîfaq ne înqiyada ku Xanî doza wî li kurdan dikir heye. Her kes kulav ji bin lingê yê din dikişîne û cihê xwe, xweş dike. Hevrikîya di nav kurdan da, nûnerên dewletan -dîsa wek îro– matmayî dihêle, nizanin bi kê ra tekilîyan daynin û kî xwedîyê dozê ye? Her kes dibêje xwedîyê vî gelî em in lê gel bêxwedî ye.” (hb.129) Şêx, di nav vê mij û moranê da daxweza yekitîyê ji serokeşîr û giregirên kurdan dike lê daxwazên Şêx, mîna bilûra li ber guhê gê ye û zêr û bertîlên Enqerê ji hişmendîya neteweyî şêrîntir e. Hest û ramanên Şêx, bi Pêymana Lozanê û bi çavbirçîbûn û bêxîretîya serokeşîren kurdan, mîna guldankeke ferfûrî, di bin barana dek û dolabên desthilatdaran da parçe parçe dibe.
(Berdewam dike)
Serwet Ornek- Amed
28 Berfanbara 2024an
Çandname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…