- Qertafên Ravekên Nav û Rengdêran
- -ê ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya nêr )
Dil-ê germ
Bar-ê giran
Goşt-ê genî
Gund-ê jêrîn
- -a ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya mê )
Sêv-a sor
Kar-a spî
Zebeş-a xweş
Mî-y–a pîr
Sal-a çûyîn
Tax-a jorîn
- -ên ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya pirjimar )
Sêv-ên sor
Zebeş-ên xweş
Dil-ên germ
Bar-ên giran
Mî-y-ên pîr
Çav-ên reş û belek
- Wek di mînakan de tê dîtin, gorî taybetmendîya hemû ravekan, hêmana yekemîn ya « ravekên nav û rengdêran » hergav « nav » e û qertafan digire. Hemana duyemîn jî ji ber ku « rengdêr » e tu qertafek nagire.
- Qertafên Ravekên Nav û Cînavan
- -ê ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya nêr )
Ser-ê min diêşe,
Dil-ê min berda.
Dil-ê te
Bar-ê me
- -a ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya mê )
Dî-y-a te digot çi?
Sêv-a min
Zebeş-a wan
Mî-y–a we
- -ên ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya pirjimar )
Piçûk-ên te birçî bûn.
Qîz-ên me bedewin.
Sêv-ên min
Zebeş-ên wan
Bar-ên wê/wî
Mî-y-ên we
- Di ravekên bi cînavan hatine sazkirinê de, wek di mînakan de tê dîtin, hêmana yekemîn « nav »
- Qertafên Bireseran « -ê û -an »
Ez defter-ê ( -an ) dinivîsînim
Gulê kêr-ê ( -an ) tujdike
Bermal mal-ê ( -an ) padike
Wî pirtûk-ê ji min re bîne!
Ez ji te re bibêjim, ew pir derew-an dike.
Xezal diran kişand.
Xezal diran–an dikişîne.
Bavê min bostan av dide.
Bavê min bostan–an av dide.
- Di hevokan de eger bireser navek « mê » be hergav ji bo yekjimarîyê qertafa « -ê », ji bo pirjimarîyê jî kîjan zayend dibe bila bibe qertafa « –an » Her wiha yê « nêr-yekjimar » tu qertafek nagire.
- Qertafa Têrkeran
- -ê ( ji bo navên mê )
Ez diçim Erzirom-ê
Kurm ji dar-ê di barin.
Ez diçim av-ê
Ez ji Bidlîs-ê têm.
Bêrîvan ji bêrî-y–ê hatin.
- Qertafên Jimara « yek » ê
- -ek û -kî
Êvarê min sêv-ek xwar.
Êvarê min sêv-kî xwar.
( min du, sê, çar… sêv xwar )
Hesp-ek min winda bûye
Hesp-kî min winda bûye
( çend hesp-ên te winda bûne? –du, sê, çar hesp. )
Dest-kî wî destê min de…
Dest-ek wî destê min de…
( lê dest-ê din-ê ? )
Tilî-kî min tevizî.
Tilî-y-ek min tevizî.
( Pênc tilîyên min jî tevizî ne.)
- Ji ber ku li dewsa « yek » ê tên bikaranîn pirjimarîya qertafên « -ek » û « -kî » tune ye. Her wiha pirjimarî bi jimarên li pê « yek » ê ( du, sê, çar, pênc…) çêdibe. Qertafa « -kî » devokî û deverîye lê miqabil qertafa « -ek » zêdetir li vaca ( mantiqa ) « yek » ê tê.
( yek ) sêv sêv-ek
( yek ) ker ker-ek
( yek ) peya peya-y-ek
- Qertafa jimara « yek » ê ji bo navên nêr û mê ferq nake. Ji xwe wexta nav bi jimaran tê gotin « yek » herdem bi qertafên « -ek » û « -kî » yê tê dîyarkirin û bikaranîn.
Sêv-ek, Sêv-kî ( du sêv, sê sêv…).
Awarte : Carna wek mînakên jêrîn jî, bi taybetî di gotinê pêşîyan, navên taybet û di stranan de, « yek » li pêşîya navan wek rengdêra jimarîn tê bikaranîn.
Tekman e serê malê yek nan e.
Yek mûm e, du mûm e sê mûm e…
Ji gundê Yekmalê hatîye.
Kêmên me yek badokin.
Qemo serê merivê yek sêv parvekir.
Serê malê yek pale hat.
Nasır KEMALOĞLU-Çandname