BEŞA YEKEMÎN
Di navbera bêjeyan de ji bo tewandin û foksiyonên wan kifşbikin li pêş û li paş bêjeyan tên bikaranîn. Kesandin û tewandinên lêkeran, zayend û pirjimarîya navan û di ravekan de ji dîyarkirina rewş û fonksîyonên bêjeyan re dibin. Bi gorî cîyê wan bi dû beşan tên beşandin. Paş û Pêşqertafên tewandinê.
Qertafên Zayendê
- Qertafên Xwedîtîyê ( Xwemalî, Possesif )
- -ê ( Qertafa zayenda navên nêr )
Bav-ê min hat, dil-ê wî diêşe
Ser-ê min, kur-ê min, çem-ê çetelê
Beran-ê min-ê kel-ê sor, guran xwar.
- -a ( Qertafa zayenda navên mê )
Mal-a mezin, qelem-a te, defter-a qeran
Diy-a min hat, çîp-a min diêşe
Mî-y-a min-a qemer-a kel cêwî anî.
- -ên ( Qertafa -ji bo her du zayendan- pirjimarîyê )
Gund-ên me bû bihar, leyleg-ên me hatin
Zarok-ên min gogê dilîzin.
Qîz-ên me çûn bêrîyê.
- Qertafên Ravekan û Kombejeyan
- Qertafên Ravekên Navan
- –ê ( ji bo navê nêr yê hêmana yekemîn-raveber– û ji bo navê mê yê hêmana duyemîn-raveker )
Palan-ê ker-ê
Şîr-ê çêlek-ê
Pirtûk-a qîzik-ê
Dar-a sêv-ê
Mî-y-a (-ên) Narîn-ê
Sêv–a dar-ê
Pirtûk-a qîzik-ê
Qelem–a Hêlîn-ê
- –a ( ji bo navê mê yên hêmana yekemîn-raveber )
Mî-y–a (-ên ) Narîn-ê
Sêv-a dar–ê
Çêlek-a şîr
Pirtûk-a lawik
Pênûs-a qîzik-ê
Mal-a Riza-y-ê Qulî
Qelem-a Hêlîn-ê
- –an ( ji bo navê duyemîn –raveker– yê pirjimar )
Palan-ên ker-an
Pirtûk-ên qîzik-an ( lawik-an )
Dar–ên sêv-an
Sêv-ên dar-an
Şîr–ê çêlek-an
Defter-a qer-an
Dest-ê van ker-an ez çi bikim?
Şîr-ê bizin-an
Defter û pirtûk-ên zarok-an
- -ên ( ji bo navê yekemîn-raveber-yê pirjimar )
Kur-ên Qado
Mal-ên Zirkan
palan-ên ker-an
Pirtûk-ên qîzik-ê ( lawik )
Pirtûk-ên qîzik-an ( lawik-an )
Dar-ên sêv-an
Sêv-ên dar–an
Çêlek-ên Gola-y-ê
Qelem-ên Hêlîn-ê
Defter û pirtûk-ên zarok-an
- Wek di mîsalên jorîn de tê dîtin hêmana koma navan ya yekemîn ( raveber ) qertafa zayenda nêr « -ê » û ya mê jî « -a » ; hêmana duyemîn ( raveker ) ya mê hergav qertafa « -ê » digire; lê belê ya nêr bê qertaf tê bikaranîn û nivîsandin.
- Di hinek devokan de hêmana duyemîn ya nêr qertafa « -î » Wek mînak :
Mal- a Nasir-î
Pirtûk-a lawik-î.
- Hêmanên yekemîn qertafa pirjimarîyê « –ên », ji bona yên duyemîn jî qertafa « -an »
Dar-ên sêv-an
Palan-ên ker-an
- Eger koma navan, ji du navan zêdetir çê bibe, hemû navên berîya navê dawîyê bi qertafên pirjimarîyê û zayêndê tên nivîsandin û navên dawîyê dîsa wek mînakên jêrîn tên nivîsandin û tewandin.
Pûrteqal-a bax-ê notirvan-ê gund pir tirşe.
Jîp-a Elî-y-ê law-ê bir-ê amoj-a Nazo xirab bûye.
Bişkok-a îşlig-ê qîz-a xaltî-y-a Xezal-ê ketîye.
Pûrteqal-a bax-ên notirvan-ên gund pir tirşe.
Pûrteqal-ên bax-ê notirvan-ê gund pir tirşin.
Notirvan-ên bax-ê pûrteqal-an pevçûne
Bişkok-ên îşlig-ê qîz-a xaltî-y-a min ketîye.
Bişkok-ên îşlig-ên qîz-an difiroşe.
- Qertafên Ravekên Nav û Rengdêran
- -ê ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya nêr )
Dil-ê germ
Bar-ê giran
Goşt-ê genî
Gund-ê jêrîn
- -a ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya mê )
Sêv-a sor
Kar-a spî
Zebeş-a xweş
Mî-y–a pîr
Sal-a çûyîn
Tax-a jorîn
- -ên ( ji bo hêmana yekemîn –raveber– ya pirjimar )
Sêv-ên sor
Zebeş-ên xweş
Dil-ên germ
Bar-ên giran
Mî-y-ên pîr
Çav-ên reş û belek
- Wek di mînakan de tê dîtin, gorî taybetmendîya hemû ravekan, hêmana yekemîn ya « ravekên nav û rengdêran » hergav « nav » e û qertafan digire. Hemana duyemîn jî ji ber ku « rengdêr » e tu qertafek nagire.
Nasır KEMALOĞLU -Çandname