Qaçik

Temî li we, li qaçika xwe miqate bin. Hûn nebêjin ma qaçik e û wê êşa wê çi be. Û ne tenê êşa wê, di ser da hetike jî. Her kes qerfê xwe dike. Kesên ku qaçikî bibe, bila berê xwe bidin seneya qoserê!

 

Merheba ji wer canik û camêrno. Berî niha bi çendakî tiştekî ecêb hate serê min. Êvarî piştî şîvê bû, mi’dî telefona min lêxist. Yê ku li min digeriya hevalê min yê ji gund bû. Ev heval çewlika wî heye û bi sewalkariyê re mijûl e. Debara xwe bi vî karî dike. Go ka were ba min em ê herin mêvandariyekê. Min got xêr e gidî! Go hela tu were. Ez rabûm çûm mala wî. Li ber erebeya xwe sekinîbû.

Go siwar be em herin. Erebeya ku em ê lê siwar bibin erebeyek pir kevn bû. Ji ber ku kesekî wekî min bê pere ye, ancax karibûye vê erebê bikire. Her roj xera dibû û di rê de dima. Ji ber vî halî wî em hew qerfê xwe pê dikin. Îja di ser da ji min ra dibêje ka li erebê siwar be. Min go hela hêdî hêdî heyra. Ka bêje em derin ku û ji bo çi em ê herin. Go em ê herin gundê filankes, berxek heye em ê herin bînin.

Min go baş e lê bi vê erebê? Tu dikî vê êvarê me şerpeze bikî. Em her du jî zanin ku em ê di rê da bimînin. Xwe qure kir û go; ez ereba xwe bi jeepa nadim. Û hîn do min ew ji senayê anî. Çi kêmaniyê wê hebû min giş sererast kir. Min go; kuro dev ji me berde, wê erebe li serê me bibe bela, em peyatî  herin ji erebeya te çêtir e. Ya na bi serê xetoyê dînik ne em ê li erebê siwar bibin, wê erebe li me siwar bibe. Lê ka yê têxe serê xwe kî ye? Min kir û nekir û go siwar bibe. Min go babo nelazim, ez siwar bûm. Heyra em ji gund qederekî dûr ketin, min dî erebe bû pirt pirta wê û sekinî. Me kir û nekir hew şixulî. Êvar e, riya gunda ye, ne kes tê û ne kes dere. Û em her du tenê ne. De îja wer û safî bike. Min go ka em dafê bidinê. Ê em her du tenê ne. Ew bi tena xwe nikare dafê bidê. Min go tu ji dawî dafê bidê ez ê jî derî vekirî bihêlim hema ku me erebe meşand, ez ê bi lez xwe bavêjim ser direksiyonê û ez ê miftê lêxim.

Piştî ku me daf dayê û erebe meşiya min xwe bi lez avet ser qoltixê ku ez miftê lêxim. Lo babo min çawa xwe avet ser qoltixê hawar bi min ket. Erebeya ku kevn û riziyayî be, ma wê qoltixa wê çawa be. Wexta ku min xwe bi hêl avet ser qoltixê, hesinê qoltixê yê weke kêrê di qaçika min ra çû. Ber çavên min reş bû. Hema nizanim çawa min xwe ji erebê avêt. Ji hêlkê ez dinalim ji hêlkê jî çi tê ber devê min ez ji hevalê xwe re dibêjim. Hevalê min li dora min çû û hat û go çawa bû. Min go qula çawê te bû. Te ez kuştim. Her çiqas qaçika min agir bi canê min dixist jî piştî wextekê bêhna min hate ber min.

Hîn werê me dî traqtorek ber me da hat. Camêr em û erebe li dû xwe kişand em anîn gund. Lê heyra ez nema karim li ser ewka xwe rûnêm. Ew şev çawa li min bû sibe nizanim. Sibehê min berî da nexweşxaneyê. Dixtora go wele heyra em nikarin dest qaçikê bidin. Ji ber ku di nava du heyta de ye jî di rotgenê jî xuya nake ku bê şikestiye an deriziye. Ku em pê bialin dibe ku bişkê û dibe ku tu felc jî bibî. Min go, ê çare? Gotin wê wiha di halê xwe da be, heya ku hedî hedî baş bibe. Min bi roja êşa wê kişand. Gava ku ez li ser piya bûma nediêşiya û min ji bîr dikir ku qaçika min birîn e. Ji wê bîrkirinê wexta ku ez rudiniştim bi qêrîn ez çeng dibûm. Yên li dora min digotin çi bû, min ji fediya digo tiştek di çîpa min da rabû.

Belê, yên meriv û dost hayê wan ji halê min hebû. Axir camêrekî rê li ber min xist û go filankes heye qaçikê hiltîne. Go çareya te ev e. Min go de baş e ka kî ye, li ku ye? Îja ji xwer guhdar kin heyra. Go li senayiya qoserê tornacî ye û navê wî Remezan hoste ye. Min go haho tamîrcî û dixtor. Go tu here ne îşê te yî. Ji neçarî rabûm ez çûm. Ku ez çav Remezan hoste ketim ez bizdiyam. Qelew û dirêj bû. Piştî silav û kilav wê da, min ji Remezan hoste ra go tu hesina tamîr dikî gelo tu însana jî tamîr dikî? Ez serê we neêşînim Remezan hoste jî rê min da û go li ser dev xwe dirêj bike. Ewil qontrol kir û go qaçika te bi jêr da çû yî. Rabû destek xwe da ser pişta min û bi destê din bi qaçika min girt û bi jor daf da. We bidîta, di nava lepê wî da bê ez çawa diqêriyam. Bi serê we yî delalî rih ji min kişiya. Piştî qediya min ji hoste ra go êdî ez ê baş bibim newer? Go na birako, tê hîn sê carên dinê jî were. Gava wer go çongên min fisiyan. Lê mixabin ez bê çare bûm.

Belê, pişt ra ez çûm sûkê ba hevala. Ji min ra gotin tu ji ku tê. Min go ez ji senayiyê têm. Gotin xêr bû. Ma ereba te xera bibû. Min go wele heyra ji kêr xêr be jî, ji min ra nexêr bû. Û min go na, ereba min xera nebûye, qaçika min xera bûye. Bo wê ez çûm senayiyê. Hevala li hev du nêrîn û gotin; qaçika te û senayî. Ma çi elaqe. Min go wele tornecî him dixtorê erebeya û him jî dixtorê însana ye. Bi tiliya dikeve qaçikê ji berê çêtir dike. Belê, te dî Charlie Chaplin dibê; di tengayê trajedî, di firehiyê da komedî. Yê min jî wiha. Wexta ez di nav lepê Remazan hoste de bûm ax û waxa min bû. Gava ez gihaştim hevala, bi wî halê min em keniyan.

Welhasil, piştî Remezan hoste çend carên dinê ez tedawî kirim ez baş bûm. Êdî ez bi rehetî karim rabim û rûnim. Temî li we, li qaçika xwe miqate bin. Hûn nebêjin ma qaçik e û ma wê êşa wê çi be. Û ne tenê êşa wê, di ser da hetike jî. Her kes qerfê xwe bi te dike. Îja hûn bi kêfa xwe. Gotina dawî. Kesên ku qaçikî bibe, bila berê xwe bidin seneya qoserê ha.

Mehmet Erbey-Gazete Duvar

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply