Ji Kultura Miletê Amerîkayê Edeteka xweş

Hevalekî min heye, xelqê me yê Egilê ye, piranî li Amerîkayê dimîne. Wî ji min re behs kiribû.

Got: “Piranîya merivên ku li Amerîkayê dijîn ji derve hatine, lewre dema ku înglîzî xeber didin, baş ji heq dernayên, hevok û peyvan xelet telafuz dikin. Ji ber vê, li Amerîkayê kultureka wisa çêbûye, dema ku yek nekarî hevok yan peyvê rast bibêje, ewê ku guhdarî dike, destadest jê re teshîh dike, yanî di şûna kesê ku qise dike de hevok yan peyvê dibêje.

Kesê ku hevok yan peyva wî hatiye rastkirin, ji ewê ku rast kiriye re minetkar dibe, gelek bi nezaket jê re sipasî dike.

Li Amerîkayê meriv dikare her roj, li her derê, di her sewîyeyê de li van tiştên wisa rast were.

Çimkî her kesek ku înglîzî baş dizane, xwe wezîfedar dibîne ku înglîzîya kesên ku neşên baş qise bikin rast bike.

Xwe wezîfedar dibîne. Eger rast neke, eyb e.

Ewên ku înglîzî baş dizanin esla ewên ku nizanin tehqîr nakin.
Ewên ku înglîzîya wan xirab e jî, dema ku hevok yan peyvên wan tên rastkirin, esla sil nabin, hêrs nabin, naxeyidin…”

Rast û xweşik xeberdana ziman pir pir pir muhîm e. Çimkî eger ziman xirabû, tiştên din tev dirizin, genî dibin. Lewre divê em rê nedin ku zimanê me xirabibe.

Em çi bikin?

Ji bo ku hemî însanên me bikarin rast û xweşik xeber bidin, em kesên ku kurdî baş dizanin, divê em xwe wezîfedar bibînin ku xeletîyên wan rast bikin. Lêbelê divê em dîqet bikin; em bi nîyeta baş û bi terzê alîkarîyê û bi xweşikî, bi nermî, bi nezaket, bi heskirin û dilovanî bibêjin…

Îcar, ewên ku xeberdan yan nivîsa wan hatibe rastkirin jî, divê piçekî xwe ragirin; bi sikûnet guhdarî bikin, ji bo ku kurdîya wan hatiye rastkirin sipasî bikin.

Ew edeta xweş ya Amerîkayê bila di nav me de jî bibe kultur, çimkî em gelek hewceyê edetek wisa ne. Eger pêwistîya miletê me bi tiştekî hebe, li Çînê be jî, em herin bînin û tetbîqê jiyana xwe bikin.

 

Ji rûpela Roşan Lezgîn hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply