Pêwendîyên navbera Dewleta Eyûbî û mîrnişînîyên kurdan de

Jixwe çawa ku dixwiyê çi di serdema Selahedîn û apê wî Şêrkoh û bavê wî Necmedîn Eyûb de be û çi jî di dema zaro û birayên wî û nevî û birazîyên wî de be hemîyan jî bi her awayî giringî daye hêza leşkerî ya mîrnişînîyên kurdan û ji bo pêşveçûn û serkeftinê derfetên mezin dane mîr û serdar û serekhêzn kurdan û gelek ji wan anîne ser payeyên bilind î girîng û gelek erd û cewlîk û mîrgehên xurt î berhemdar dane kurdan.


Weke nimûne ji bilî mîrgeh/îqta´ û deshilatdarîyên destê malbata eyûbîyan bi xwe yên mîna Misir, Qahîre, Fistat, Nûbe ku piştî Selahedîn û cihgirên wî Behaedîn Qereqûş, Adilê birayê wî û Tiqyedînê biraziyê wî, gihabû kurê wî Melik Ezîz Osman û dû re jî gihabû Melik Kamilê kurê Adil û kurê wî Melik Salih Necmedîn Eyûb. Yemen, Tunis û derûdorên wê ya Torinşahê birayê wî û dû re jî Seyf el-Îslam Tuxtekînê birayê wî û di destê zaroyên Tuxtekîn û kurê Melik Kamil de mabû, Kerek û Şewbek jî demekê di destê Melik Adil û kurê wî de mabû û dû re jî gihabû mîrên kurd Ezkeşî û Sarimidînê Tibnînî.

Şam û derûdorên wê jî piştî Selahedîn û cihgirên wî Torinşah û Ferûxşah gihabû Melik Efdel, Melik Ezîz Osman û dû re heya mirina melik Mi´ezem Îsa jî di destê wî de mabû û dû re jî gihabû Melik Kamil, Melik Îsmaîl, Melik Salih Necmedîn û Melik Nasir Dawid.

Herweha mîna Helebê jî ku piştî Nûredîn Zengî û kurê wî Melik Salih Îsmaîl ew gihabû Melik Zahir Xazîyê kurê Siltan Selahedîn û dawîyê jî di destê zaruyên Melik Zahir de mabû.

Himis û Rehbe ku piştî sipahsalar Esededîn Şêrkoh gihabû kurê wî Nasirudîn Mihemed Şêrkoh û heya dawîyê jî bi derûdorên xwe ve di destê zaro û nevîyên Şêrkoh de mabûn, herweke ku Hema jî gihabû Tiqyedînê kurê Şahinşahê Eyûbî û çi bigir heya dawîyê jî di destê zaro û nevîyên wî de mabû.

Mîna Ba´albeka mîrgeha Ferûxşahê kurê Şahinşahê kurê Eyûb û Emcedê kurê wî jî heya vê dawîyê di destê nevîyê wî de mabû û Busraya melik Zafirê kurê Selahedîn û Melik Cewadê kurê Melik Adil de û kurê Melik Mi´ezem Îsa de mabû û Sincara ku di navbera zaroyên eyûbî û yên zengîyan de carê dest diguhert.

Mîna Riha ku piştî Melik Mizafer Gökbûrî gihabû Melik Mizafer Tiqyedîn û dû re jî carina digiha Melik Eşref Mûsayê kurê Melik Adil û carina jî Melik Kamilê birayê wî çawa ku Dinêser û Xabûr jî piştî zengîyan gihabû Melik Eşref Mûsa. Mîna Serxed û Simeysata ku piştî têkçûna wî ji ber apê wî Melik Adil û birayê wî Melik Ezîz Osman, gihabûn Melik Efdel Elîyê kurê Selahedîn û malbat û birayên wî yên piçûk.

Mîna Şehrezor û Qerabella û derûdorên wan jî ku di destê cihgirê Siltan Selahedîn de bû û dû re jî gihabû mîrekên kurdan, Dîloka ku di destê Melik Yûsufê kurê Melik Zahirê kurê xwedîyê Helebê de bû û Meyafarqîn ku piştî wefata Melik Mizafer Tiqyedîn gihabû Melik Xazî Şehabedînê kurê Melik Adil û demekê jî Melik Eşref Mûsa Xelat, Adilcewaz û derûdorên wê jî spartibûyê, lê piştî serîhildana wî ew jê sitandibû.

Herweha mîna Heskîf/Hesenkeyfa ku piştî bi dawîanîna desthilatdarîya Artûqîyan gihabû Melik Salihê kurê Melik Adil û melik Mi´ezem Torinşahê kurê Melik Salih ku dû re heya piştî salên 1400î jî di destê eyûbîyan de mabû û desthilatdarê wê yê dawî jî Melik Xelîlê Eyûbî bû ku Şah Îsmaîlê Sefewî yê esilkurd paşê ew desteser kiribû û Îskenderîye û derûdorên wê jî heya mirina Torinşahê kurê Eyûb jî di destê wî de mabû.

Îcar ji bilî van nimûneyên herêmên împeratorîyê ku di nav melik û mîrzayên eyûbîyan de kêm zêde parvekirîbûn, Selahedîn hê di dema xwe de herêmeke mezin ji mîrgehên dora Qahîre û navenda Misrê dabû Mîrê Mezin Seyfedîn Meştûbê Hakarî û ew kiribû mîr û serdarê hêza xwe ya taybetî û li leşker û serdarên wê hêzê jî gelek mîrgeh li Misrê belav kiribû. Ji bilî vê wî gelek mîrgehên hêja jî hingê li Misrê dabû Qutbedîn Xwisro ibn Tulîlê Hezbanî û ew jî kiribû serdarekî xwe yê desthilatdar û gelek rûmet didayê. Herweha piştî vegirtina Qudsê ew dabû Hisamedîn ibn Heycayê Semînê/qelewê Hezbanî, çawa ku dû re jî wî Hisamedînî anîbû ser raspêrîya Nisêbîn û derûdorên wê.

Jixwe êzîdiyên mîrgeha Kilîsê û derûdorên wê jî ku piştî hatina emewîyan ya hêla Şamê lewaz bûbûn, di dema Selahedîn de ji nû ve xurt bûn û di bin mîrîtîya Şêx Mend de bi pêş ketin û heya herêma Antakyayê jî berfireh bûn û ew bû hevkarekî qewîn û beşek ji împeratorîya Eyûbîya Kurdî. Ji bilî ku gelek kele û mîrgehên kurdan mîna Îmadiye, Akre, Cizîra Botan, keleyên Hekarî, Şehrezor, derûdorên wê û yên din ku Îmadedîn Zengî ji wan sitandibû, bi paş ve li wan hatin vegerandin. Lê bi taybetî jî piştî vegirtina Qudsê û cenga Ekayê ya dijwar hê di saxîya Selahedîn de û piştî wî jî êdî mîr û serdarên kurdan çi li Misrê û çi jî li hêla Şamê û Cezîreyê/Mezopotamya jorîn (rojava û başûrê Kurdistanê) be di nav deshilatdarîya eyûbîyan de bûn xwedî giranîyeke leşkerî û gerînende ya girîng û qewîn ku di van 25-35 salên dawî de giranîya wan ji her hêlê ve eşkere xwiya dikir.

Yanî bi gotineke din desthilatdarî yan jî împeratorîya eyûbîyan bi tenê ne desthilata çend serdar û mîrekên eyûbîyên mêrxas bû ku di ber xizmeta ereb û tirkmenan de bû û hew silahşorîya wan dikirin û dewleta wan ya îslamî digerandin. Lê belê Ew bi xwe û bi mîrek, serdar, mêrxas, xweşmêr û şehsiwarên xwe yên kurd hemî pêkve xwedîyê împeratorîyê bûn, girtin û berdana wê di destê wan de bû û beşeke mezin ya Kurdistanê jî bi wan re bû. Digel vê jî mîr û serdarên tirkmen û ereb û yên din jî bi wan re pir hebûn û ew di ber xizmeta dewleta kurdan de bûn ku hevkarê wan bûn û xwedî payeyên mezin bûn jî. Jixwe heya vê dawîyê dereng jî tu dewletên neteweyî nehatibûn damezrandin û dewlet û împeratorîyên wê serdemê hemî jî weha li ser navê malbateke xwedî hêz î esilzade bûn, mîna sasanî, bîzansî, emewî, ebasî, fatimî, biweyhî, selçûqî, şedadî, rewadî, merwanî, hesnewî, zengî, eyûbî, xwarizmşahî, memlûkî, osmanî, sefewî û gelekên din.

Rast e sazûmana dewletê ya bingehîn û raman û zagona wê jî îslamî bû ku pirên dewletên wê navçeyê di wê serdemê de weha bûne û ger ne weha bûya jî ji xwe dewlet ewqas bi pêş nediket û mezin jî nedibû. Çunkî bi rastî li gorî hingê di nav sê miletên pirgelhe/pirnifûs yên mîna ereb, faris û tirkên ku heya hingê bi sed salan li navçeyê hikimdarî kiribûn, de damezrandina dewleteke xurt î mezin mîna împeratorîyekê ne hêsa bû. Li gorî hingê bêguman pêwîst bû ku pişta xwe bida ser bingehekî hevpar ta ku bikaribûya hemîyan bi şêweyekî dilxwaz li dor ramaneke pîroz bigihiştandina hev û ber bi armanceke hevbeş ve bi pêş bixistina.

Ku jixwe Necmedîn, Şêrkoh û Selahedîn digel kurdan ev yek kir amanc û civaka rojhilata navîn ya îslamî li ser doza Qudsa pîroz û vegerandina rûmeta îslamê gihand hev û hemîyan xist ber xizmeta împeratorîya xwe ya kurdî. Ji bo rastdêrîn û dilewlekirina ser vê amanca wan û hazirkirina Eyûb û Şêrkoh ya Selahedîn ji bo desthilatdarîyeke pêşerojê ya malbatî û kurdî çawa ku Elî Beyyûmî jî di kitêba xwe de destnîşan dike,[1] ez bawer im nameya Selahedîn ya ku di kitêbxaneya Îskenderîyê de hatîye dîtin û rojnamevanekî firansî ew name weke bingeh girtîye û romaneke belgewerî yî dîrokî li ser Selahedîn nivîsîye, de vê amancê zelaltir bike:

“Selahedînê Eyûbî bi zimanê xwe serpêhatîya jiyana xwe gilî dike (Sehretullah)

Berî her tiştî ez kurd im û ji eşîra/hoza remadî/ravendî (rewadî?) me ku yek ji kevntirîn û esilzadetirîn hozên kurda ye. Cihwarên eşîrê rojavayê Azerbaycanê bû, lê li ser eslê me ji Merwanê bavê Şadîyê kalê min û wê ve tu agahên min ên zêde nînin. Dovina [Divîna] ku şûnwarê/kevnewarê me dihat hisabê, di sedsala 10:mîn de serbajarê Ermenistana Piçûk bû ku jê re Ermenistana navîn jî dihat gotin. Apê min Şêrkoh û bavê min Eyûb li Dovinê [Divînê] hatibûn dinê, lê di sala 1128an de gava Dovin ketibû ber êrîşên tirkmenan, hingê kalê min Şadî herdu kurên xwe û jina xwe bi xwe re hilanîbû û bi kotekî canên xwe ji ber qirkirinên hovane yên tirkmenan rizgar kiribûn. Tirkmenan Dovinê bi qirkirineke hovane, bi wêrankarîyeke mezin û talankarîyeke bêwijdanî kiribûne erd û kavil kiribûn ku bi vê talankarîyê re mal û milk û hebûna malbata me jî hemî ketibû destê tirkmenan û bi tenê karibûne canên xwe rizgar bikin.”

Ew di beşeke din ya nameyê de jî weha didomîne: ”Li Şamê mamosteyên min êdî bi tenê ne mitesewif bûn û li wê derê min ji dersên matematik, tarîx û cografyayê/erdnîgarîyê jî hez kir û mamosteyê min Ebû Taman jî ziman, tarîx û adetên kurdî nîşanî min dan û bi giştî jiyana min guhart ku heya ez sax bûm ez ji bin tesîra wî derneketim.”

Piştî ku kekê wî Şahinşah di cenga dora Şamê de tê kuştin, hingê nîşanên ku bavê wî dixwest wî ji rojên bê re amade bike, dîyar dibûn: “Demeke kurt piştî cengê wezîr mir û Siltan jî bavê min kir sipahsalarê Şamê ku li pêşberî ihtîmala êrîşeke ereban tevdîr digirtin. Wê hingê êdî bavê min destûr dida min jî ku ez li hespan siwar bibim û fêrî cambazîyên cengê bibibm, lê divê min ji bîr nekira ku ez kurd im û kurê sipahsalarekî me. Êdî bejina min a zirav jî ji bo siwarîya hespê pêketî û amade bû ku vê yekê jî ez pir şa dikirim.”

Çawa ku li cihekî din jî serbilindîya xwe û apê xwe bi hêzên kurdan weha nîşan dide: “Di adara 1164an de Siltan Nûredîn ji bo sefera Qahîreyê ferman li sipahsalarê xwe Şêrkoh kir û apê min Şêrkoh jî gazî min kir û got: ”Yûsuf tu jî dê bi min re bêyî”. Ez hingê 27 salî bûm ku em di yekê nîsana sala 1164an de, di derîyê Sûdanê re ji Şamê derketin û sipahsalar Şêrkoh jî bi sipaha xwe ya ji deh hezar siwarên kurd pêkhatî serbilind bû û em di serê gulana 1164an de serkeftî vegerîyan Şamê. Ji ber serkeftina min ya di vê cengê de û şarezayî û hinerê min yê birêveberîyê Siltan Nûredîn ez kirim şihneyê (serekê ewlekarîya) Şamê ku ez di 27 salîya xwe de bûbûm mezinê temamê ewlekarîya Şama mezin.”

Herweha li vê derê jî dîyar dike ku gelek hêzên kurdan hingê piştgirîya wan kirine: “Di kanûna sala 1168an de firengan peymana ku me pêkve girêdabû xera kiribû û careke din dest danîbûn ser Qahîreyê ku ji ber vê jî Siltan (Nûredîn) gazî min kir û got: ”Zû here Şêrkoh bibîne!” Ez çûm û gava min Şêrkoh dît, wî got: “Min ji mêj ve 6000 siwarîyên kurd amade kirine.” Jixwe 2000 siwar jî li Helebê amade bûn ku di nav wan de tirkmen jî hebûn. Digel ku apê min pir dixwest jî lê min qet nediva ez beşdarî vê rêwingîyê bibim, lê dîsa ez beşdar bûm. Gava em di 4ê meha çile ya sala 1169an de gihîştin ber derîyê Qahîreyê firengan newêrabû bi me re şer jî bikin û vekişîyan çûn ku Şêrkoh jî bêxwîn Qahîreyê sitand.”

Sedemê ku Dewleta/împeratorîya Eyûbî ya Kurdan bû jî

Gava meriv bi awayekî berfireh û di serdema wê de û di şert û mercên dewletbûyina hingê de li Împeratorîya Eyûbî dinihêre dibîne ku ew jî bi rastî mîna dewlet û xanedanîyên wê serdemê yên malbatî û hoz û eşîrtî bûne û hikim di destê kîjan, eşîr, malbatên mezin, êl û hozên navendî de bûye, ew dewlet ya wî xelkê ku ji wan hoz û eşîran pêk dihat, bûye. Nimûne Ya Selçûqî, ya Zengî, ya Biweyhî, ya Merwanî ya Osmanî, ya Rûmî/romayî, ya Bîzansî jî piranîya hikim di destê wan hoz, malbat û xanedanan de bûye, lê heya radeyekê ew jî bi navendeke dînî ve girêdayî bûne û pirên wan jî ne li ser axa xwe bûne û hêzan wan yên leşkerî û îdarî jî bi tevayî ne ji wan bûne. Lê ew jî mîna ya Eyûbîyan piranîya serdar û birêvebir û hikimdarê wan ji hoza xwedîyê dewletê bûne, lê di nav wan de yeketîyek û tifaqek bi hoz û gelên herêmê re hebûye ku çi ji hêla leşker ve be û çi jî ya îdarî ve be, ew hevkar bûne.

Îcar em lê binêrin ka ya eyûbîyan çiqas di destê kurdan de bûye û rola kurdan çiqas tê de hebûye û li ser dewletê heya çi radeyê xwedî hikim bûne.

Hinek Mîr û Serdarên ku ji destpêkê heya paşîyê giranîya wan di dewlet û împeratorîya eyûbî ya kurdî de hebûne ev in: Mîrê Mezin Seyfedîn Meştûbê Hekarî, Qutbedîn Xwisro ibn Tulîlê Hezbanî, Şehabedin Harimîyê xalê Selahedîn, Mîr Hisamedîn ibn Ebu l-Hîcayê Hezbanî, Mîr Micelayê Hekarî, Feqe Îsayê Hekarî û birayê wî Mucîredîn, Seyfedîn Ezkeş/yazguçê Esedî, Zahîredîn ibn Belengerî, Ezedîn Mûsik ibn Çekoyê kurdê Selahî, Mîr Xweştirînê Hekarî û kurê wî Hisamedîn ibn Xweştirîn, Şêx Mendê Êzîdî ku demekê fermandarîya sipaha Helebê û derûdorên wê kiribû, Şêrkoh ibn Bilalê Zerzarî, Noşirwanê Zerzarî, Mihemed Şerefedîn Şahrûh/Şahrûxê Zerzarî, mîrekên qeymerîyan mîna Seyfedîn, Diyaedîn û yên din.

Ji bilî wan gelek kes ji eşîrên: rewadî/revendî, hezbanî, mihranî, hekemî, hekarî, himeydî, beşnewî, merwanî, zerzarî, Siweydî û yên din ku evên han hemî hinek jê bi hîmdarî, hinek jê jî bi serkarî û desthalatdarî hevbeşên împeratorîyê bûn û xwedî payeyên bilind û mîrgehên mezin bûn ku hem sîyasî, hem leşkerî û hem jî îdarî gelek karûbarên desthilatê digerandin. Lê rast e ji bilî van jî gelek mîrek û serdar û serekhêzên mîna artûqî, memlûkî, kenanî, ereb, selçûqîyên Anatolyayê, vê paşîyê xwarizmî, tirkmen, û xiristîyanên herêmê jî hebûn ku bi kurdan re hevkar bûn û xwedî mîrgeh, paye û desthilat bûn jî.

Lê digel van tevan jî Selahedîn ji awayê olî ve jî cudahîya xwe ji gelên hevkar ên din jî weha destnîşan dike: “Di îlona sala 1171ê de li Bexdayê Xelîfe Mistensir mir û kurê wî el-Mustedi´ kete cihê wî ku dijî Siltan Nûredîn derket, çunkî hê jî li Misrê alaya fatimîyan ya reş li ba dibû. Ev 200 sal bûn ku li Misrê xelîfetîya şî´î ya fatimî li ser hikim bû, lê em bi xwe bi malbatî şafi´î bûn û min nedixwest ez dest bidim xelîfetîya şî´î ya fatimî, çunkî hem gelekî xeternak bû û hem jî yê ku min kiribû wezîr jî Xelîfeyê Fatimî bû. Dû re Xelîfeyê Fatimî nexweş ket û mir ku geleşeke girîng jî ji ber xwe ve çarser bû.”[2]

Rola zana û şareza û mitesewifan di Dewleta Eyûbî de

Ji zana, şareza, rewşenbîr, bîrewer û şêx û mitesewifan jî evên jêrîn û gelekên din hevalbendên wan bûne: Ji malbata Şehrezorîyên kurd qazî Mihyedîn ibn Zekîyedîn û yên din, ji malbata Selahîyên Kurd jî Şêxê Kurdan Şêx Ebdurehman û yên din, ji Malbata Esrûnîyên Kurd jî mîna Şerefedîn ibn Ebû Esrûn û yên din, Qazîyê Misrê şêxê şêxan Sedredîn ibn Dirbas Ebdulmelikê Mihranîyê kurd, şêx Fexredînê kurê Şêxê şêxan yê kud, û yên mîna Diyaedîn Mihemed ibn Osmanê Erbîlîyê Kurdî yî Ruhawî, Îmadedîn Îsmaîlê Mihranî yê kurd û qazîyê Qahîreyê, Feqih Diyaedîn Îsayê Hekarîyê kurd û gelek jî ji gelên din ku navên wan li jor hat hejmartin.

Navûdengê Selahedîn û pesnên li ser

Bêguman agahdarên ji dîroka kurdan û bi taybetî jî şarezayên ser dewletên serdema îslamê baş dizanin ku gelek kitêb li ser Selahedîn hatine nivîsîn û dê hê jî bên nivîsîn. Lê bi rastî çiqas jî bê nivîsîn hê kêm e û mirov çiqas jî li ser Selahedîn dixwîne hê bêhtir qedirşînasî û şarezayîya wî ya di her warî de dibîne û weke kurdekî mirov pê serbilinda dibe. Nemaze gava mirov dibihîze ku ew yek ji dehkesên bijare yên vê hezarsala dawî ye. Çunkî hima bi tenê hilbijartina kurdekî ji nav çend milyar însanên vê hezarsala dawî di nav deh kesên navdar û hêja yên bijartî de jî ji hemî kurdan re rûmetbilindîyeke mezin e.

Herweha dîsa pesn û şanazîya her kurdekî ye gava mirov dixwîne ku; ji nav serekên sîyasî û leşkerî Napolyon ne tê de kêm kesên mîna Selaheddîn hene ku ji alîyê şewalyeyên ewrûpî yên hember û dijminên xwe ve hatibin pesindan.

Ji Dibaçeya pêşdîroka V. Mînorsky: Kurdolog, rojilatnas û lêkolînerê bi navûdeng Prf. Vladimir Minorsky di pêşgotina Kitêba xwe ya Studies in Caucasian History de di beşa Prehistory of Saladin de weha dibêje:

Ji nav serekên sîyasî û leşkerî Napolyon ne tê de, mîna ku Selaheddîn ji alîyê dijminên xwe, şewalyeyên Xaçparêzê ve hatiye pesindan, tu kes ji alîyê himber (reqîb) û neyarên xwe ve nehatiye ecibandin û pesindan. Dibe ku hemdemên wî yên pêşî ji bo ku navûdengê wî xira bikin bi zanîn li ser wî nepak peyîvîbin jî lê ev bi tenê arezûyeke kuretedemî bûye, lewra hêmanên şahsiwarîya Selahedîn di dawîyê de întîbayên (şopên) wî yên din û bibîrhatina wan, dane jibîrkirin.

Li kêleka wê camêrîya Selahedîn ku weke nimûne piştî vegirtina Qudsê nîşan dabû, di jiyana wî de kêlîka herî dijwar ew bû ku bi destê xwe şûr avêtibû serê Reginald (Ernat) Chatillon. Digel vê jî dîsa taybetmendîyên mîna şandina hespekî ji bo neyarê xwe yê ji hespêketî di kemîna şerê Yafayê yê sala 1192yan de bêhtir tê bîra Ewrûpîyan. Heya Dante bi xwe jî di xeyala xwe ya li ser tebeqa dojehê ya tarî de ku niştecîyên wê nayên seza kirin, lê ne di xweşîya bihuştê de ne jî, Selahedîn naxe dojehê û wî li qozîyekê di nav esilzadeyên antîkî, jinên bîrewer û fîlozofên yûnanî (girekî) de nîşan dide.

Bêguman mezinahîya Selahedîn û navdarîya wî bi tenê ne di teqdîrkirin û ecibandina wî ji hêla dost û dijminên wî tev ve bûye. Herweha ew ne ji ber wê yekê bûye jî ku gelek dijminên wî yên freng jî ji ber comerdî, xweşmêrî, dirustî û gernasîya wî xwestine wî bigihînin xwe û rabûne efsaneyek çêkirine da ku jê re ji dotmîreke ewrûpî dêyekê peyda bikin, çawa ku B. H. Newbay û Minorsky jî vê yekê dîyar dikin. Herweha ereban jî ew yan gihandîye emewîyan yan jî malbata ezdîyên Yemenî ku yek ji wan di serdema vegirtinên îslamî yên pêşî de hatiye li nav faris û kurdan maye. Çawa ku tirk jî ji ber ku wî û apê xwe şêrkoh demekê sipahsalarîya Nûredîn Zengî kirine û ji berê û paşê ve jî pêwendîyên wan xurt bûne û hinek navên zaroyên wan jî mîna yên tirkmenan bûne, wan jî ew ji xwe yanî tirk hesibandine.

Lê belê mezinahîya wî hê bêhtir di şarezayîya wî ya lihevrastkirin û vêkxistina çend hêzên hember yên îslamê yên dost de û di eynî demê de jî di têkoşana li pêşberî çend hêzên freng yên dijmin pêk ve, de bûye. Çunkî Selahedîn piştî wergirtina perûya wezîrtîyê di pey mirina apê xwe Şêrkoh ya nepayî de ku ew xistibû nav xemgînî û bêumîdîyeke bêhempa di wî temenê xwe yê ciwan de kete navbera çend hêzên dijber û bi gengeşeyeke mezin re rûbirû ma.

Ji hêlekê ve wî bi sê hêzên mezin yên qaşo hevalbend ku heryek ji wan ji hindava xwe ve ew berbi alîyê xwe ve dikêşa, mîna xelîfeyê Misrê yê fatimî el-Adid, fermandar û siltanê wî yê Şamê Nûredîn Mehmûd Zengî û xelîfeyê Baxdayê el-Mustedî´ û ji hêla din ve jî bi mîrek û serdarên sipaha Misrê ku bi desthilatdarîya wî re gelek maf û payeyên xwe winda kiribûn, digel hêza heşaşîyên ku xwe parêzvanên Dewleta Fatimî didîtin û ya frengan yanî hêzên êrişkar ên xaçparêz ku heryek ji wan ji bo bi serneketina wî her cûre ger û dolab digerandin, bê wext û ji nedî ve kete nav têkoşîn û tevgereke mezin.

Ji ber vê yekê jî diviyabû ew hem hersê hêzên mezintirîn ên îslamê yên hingê ku qaşo hêzên dost bûn bi awayekî çê memnûn bike da jê re nebin asteng û hem jî li hemberî hêza xaçparêzan û hevkarên wan yên bîzansî digel ya serdar û mîrekên daxiz û çavnebar yên nav sipah û desthilatdarîya Misir û ya Sûrîyê digel bedkujîyên heşaşîyan (suîqestên batinîyan) bi hişyarî û şarezayî tê bikoşa da bê zîyaneke mezin bigiha armanca apê xwe ku çendî berbiçav cenga pîroz ya li hemberî frengan û rizgarkirina Qudsê bû, lê herweha digel wê jî dîsa li ser bingehê lêkudandin û xebata ap û bavê xwe ya nihênî ku bidesxistina desthilatadarîyeke serbixwe ji bo malbat û gelê xwe bû. Piştre jî xebata li berfirehkirin û xurtkirina wê ta ku nav û dengê wê bigihîje çarkenarên cîhanê û dost û dijmin hemî û bi taybetî jî yên ku wî û gelê wî kêm didîtin, bibînin ku kurd jî ne kêmî gelên cîhanê yên din in.

Digel van gelşan giş jî dîsa Selahedîn bi xêra siyaset û aramîya ku ji bavê xwe girtibû digel şîretên wî yên rêşînas, dikaribû bi şarezayî hêzên dost ne bê gazin lê bê xirecirên mezin îdare bike û di heman demê de jî bi saya cengawerî û têkoşerîya ku ji apê xwe Şêrkoh hîn bûbû û ya dadmendîya ku ji Şehîdê adil Nûredîn Zengî di dema katibîya wî ya sir û nihênîyê dikir, de wergirtibû û şîretên mîrek û serdarên kurd û emekdarên din yên malbatê ku li dora xwe civnadibû, gerefenên neyarên xwe hemî vale derxe. Herweha wî karîya zîrekî û camêrîya xwe bi hişmendî, dilêrî, duristî û dadmendîya xwe re bike yek û bi vî awayî jî hemî fen û fût û qulûbendikên neyarên xwe çi yên hundir û çi jî yên derve bin biserketî berteref bike û wan bi xwe di nav davên ku li pêşberî wî danîbûn sergerandî bidêrîne.

Her ji ber van sedeman e ku Selahedîn berî gelek dost û hevalbendên xwe ji hêla dijminên xwe, bi taybetî jî yên xaçparêz weke lehengekî dîrokî hatîye ecibandin. Lewra di sala 1898an de gava Împaratorê Almaniya seredana Şamê kirîye, wî di gotara xwe de weha pesnê Selahedîn daye: “Tiştê dilşadîya min zêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ewê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemî welat û şaristanan bilind û belav bûye; ew jî Selahedînê Eyûbî ye”[3]

Selaheddîn fermandar û siltanekî wisa zîrek û xweşbirêveber bûye ku bi civandina gelek hêmanên cihê di sipaha xwe de ku herî hindik di 50-100ên dawî yên dema wî de hevrik û neyarên hev bûn û komkirina wan hemîyan di bin alaya xwe ya zer de (ne alaya reş ya xelîfetîyê ku heya hingê adet ew bû) dikaribû rewşa dîrokê biguhêre û împaratorîyeke mezin ku sînorên wê ji çiyayên Kurdistanê digihan heya deverên bakurê Afrîka yanî Tunis, Sûdana niha û der û dorên wan, ava bike. Wî dê mezintir jî bikira ger mirina kambax destûr bida, çawa ku wî berî wefata xwe ji katibê xwe Behaedîn îbn Şedad re jî qal kirîye. Çunkî ger ne ji serkeftinên Selahedîn yên hemberî frengan bûya dê rewşa civaka îslamê û rojhilata navîn ji niha gelekî cudatir bûya.

Lê mixabin ku nifşên pey wî nikaribûn hêzên kurdan bikin yek, gelek hêzin din jî li dor xwe bicivînin û hêzeke yekgirtî û xurt saz bikin. Lewra gava pêwîstî hebûya Selahedîn dikarîya ji jora çîyayên Kurdistanê heya Anatolya navîn û Cezîreyê/ Mezopotamyayê, ji erdê Yemenê heya çol û pesarên bakurê Afrîka yên mîna Tunis, Sûdan, Libya û der û dorên wan, leşker bixwesta û pêk ve bi yek hestê li ser dijmin bicivanda.

Bêguman divê mirov hatina wê xezeba Cengizxan û peymayên wî ku bi bêbextî weke bêşensîyekê bi ser nifşên pey wî ve girt, jî têxe hisabê.

Çendî ku destpêka avakirina dewleta Selahedîn ne li ser axa kurdan bû jî lê piştre wî hêleke berfireh ya kurdistanê jî xist ber sînorê împaratorîya xwe. Jixwe dîyar e ku di wê serdemê de Kurdistan di destê kîjan gurên har de bû û bi sedsalan e ku hê jî ew di ber şeq û deqên wan de di ber xwe dide.

Bêşik ne bi tenê împaratorîya Selahedîn, lê gelek împaratorîyên din jî mîna ya wî ne li ser axa welatê damezrênerê xwe û ne bi navê neteweyê xwe, lê bi navê malbatekê û bi armancine dînî yan jî fikrî hatine ava kirin. Mîna yên ebbasî, emewî, selçûqî, osmanî û hinekî din. Lê nifşên pey wan yan ji kurdan jîrtir û yan jî bişenstir bûne ku karibûne xwedî li desthilatdarîya xwe derkevin û demeke dirêj wê biparêzin. Lewra di wê serdemê de û hê gelek piştre jî dev ji nêzî 800-900 sal berê berde, 200-300 sal berê jî rewş weha bûye.

Li gorî Ibn Xellikan:

Dîroknas hevraman in ku bavê wî û malbata xwe ji xelkê Duwînê [Divînê] ne ku bajarekî piçûk yê deverên Azerbaycanê ye û dikeve hêla Aran û Gurcistanê. Ew bi xwe kurdên rewadî ne ku bavikek ji hoza mezin ya hezebanîyan [hezbanîyan] e û ji xwe ew jî eşîreke [pir] mezin ya kurdan e.

Zilamekî bîrewer û serwextê bi gotinên xwe ku ew bi xwe jî ji Duwînê [Divînê) ye ji min re got: “Nêzî Duwînê gundekî bi navê Ecdeneqan heye ku temamê xelkê wê kurdên rewadî ne û Eyûbê bavê Selahedîn li wê derê hatiye dinê. Şazî/Şadî rabûye bi her du kurên xwe: Esededdîn Şêrkoh û Necmeddîn Eyyûb ve berê xwe daye Bexdayê û ji wê derê jî pêkve daketine Tikrîtê. Şadî li wê derê miriye, gora wî di nav bajêr de ye û kumbetek jî li ser avakirî ye.”

Çawa ku me li jor jî got reban ji eyûbîyan re nesebeke ku wan digihînin emewîyan çakirîye û mîna tezekê ew pêşkêşî Melîk Mi‘ezem Şerefeddîn Îsa îbn Melîk Adil ê xwedîyê Şamê kiriye û wî jî bi kurê xwe Melîk Nasir Selahedîn Ebu l-Mefaxîr Dawid îbn Melîk el-Mi‘ezem re guhdarî lê kiriye.

Min di tarîxa Helebê ya ku qazî Kemaledîn Ebu l-Qasim ‘Umer îbn Ehmedê ku bi Îbn el-‘Edîm el-Helebî navdar e, daye hev de dît ku piştî behsa cudahîyên di neseba wan de weha dinivîse: ”Şahê Yemenê Mu‘îz Îsmaîl îbn Seyfu-l-Îslam îbn Eyyûb xwe gihandîye emewîyan û doza xelîfetîyê kiriye”.

Lê min ji zanayê me qazî Behaedînê navdarê bi Îbn Şeddad bihîst ku siltan Selahedîn hê ev doz red kiribû û gotibû: “Yekcar tu bingeh ji vê gotinê re nîne”.

Îbn Xelikan ev beşa ser jîyana Selahedîn weke lêkolînekê li ser ceng û têkoşînên Selahedîn hem yên li pêşberî êrişên firengan yên serdema wî û hem jî li hember şer û gengeşeyên xelîfe, xanedan, mîrek û desthilatdarên bêberpirsiyar ku bi nav ji bo îslamê, lê bi rastî bi tenê ji bo maf û destkeftiyên xwe li her dek û dolaban digerîyan û hertim bi hev diketin, nivîsîye.

Wî agahên xwe bi hinek çavkaniyên nivîsyarên (katibên) Selahedîn yên mîna Behaedîn Îbn Şedad, Îmadedîn el-Îsfehanî (Îmad el-Katib) û yên din yên mîna Îbn el-Esîrê Cizîrî yan jî Mûsilî jî dewlemend kirîye.

Gava mirov agahên ser Selaheddîn yên cuda dixwîne mirov bi rastî dibîne ka Selahedîn di kîja pêl û rewşê de hatiye ser hikim. Ew hem di serdema kurdan ya herî reş û tarî de û hem jî di riswatirîn û şerpezetirîn sedsala cîhana îslamê hemî de bûye desthilatdar û ji bo rizgarkirina civaka îslamê û vegerandina rûmeta kurdan li wan û serfirazîya hemîyan têkoşîyaye. Lewra pêla koçbarîya malbata Selahedîn ji cih û warên xwe berbi pêşerojeke nû ve rastî serdema qelsîya kurdan û desithilatdarîyên wan yên serdema îslamê hatiye. Di wê serdemê de dewlet û mîrnişînîyên kurdan çi bigir hemî yan ji ber êrîş û talankarîyên selçûqî û xuzîyan têkçûyî yan jî pir lewaz bûne.

Weke nimûne dewleta şedadîyan, ya merwanîyan, ya rewadîyan ya hesnewîyan, ya salarîyan û ya enezîyan digel kele û mîrîtîyên der û dorên Musil û Hekarîyê û gelekên din yên Kurdistanê yan hemî ji holê rabûne yan jî hinek ji wan hima bi nav bi awayekî qels hebûna xwe domandine.

A di demeke weha reş û tarî de Selahedîn gava li Misrê piştî Apê xwe Şêrkoh bûye wezîrê xelîfe Adidê, hingê wî dest bi damezrandina hêzeke leşkerî ya taybetî û xweser ji kurdan kiriye û ew sipartîye mîrekî/serdarekî kurd. Ji xwe pirên deverên ku piştre ji nû ve vegirtîye jî dane yan destên bira, birazî, kurap û kesên din yên ji malbata xwe, yan jî mîrek û serdarên kurdên emekdar û pêbawerên malbatê.

Ji bo nîşandana camêrî û xweşmêrîya Selahedîn ev bi tenê bes e ku tê gotin: “Wî tucarî tikesê ku tiştekî jê xwestibe destevale venegerandîye” û ji ber vê jî wî li pey xwe tu mal û milk jî nehiştîye. Bêguman wî bi avakirina împeratorîyeke mezin ku ji Tûnis, Sûdana niha û Yemenê digiha heya çîyayên Kurdistanê, nîvê Anatolyayê û nêzî sînorê Ermenistanê digel pêkanîna yekîtîya hemî pêkhatî û xelkên tê de û bi taybetî jî bi rizgarkirina Qudsa ku sêyemîn pîroztirîn bajarê îslamê ye, beşeke mezin ji cîhana îslamê rizgar kirîye û bûye cewet û destek ji bo rizgakirina cîhana îslamê ji wendabûnê û ew ji nû ve vejandîye.

Herweha hê bêhtir jî ew bûye ronahîya wê şevereş û tarîtîya kurdan ya wî çaxî, lê mixabin ku vagavê ji bo şanazî û serfirazîya pê ji kurdan pê ve herkes wî bi bal xwe ve dide.

Weke ku Mînorsky jî dîyar dike mirov dikare wî weke xelaskarê serdema xwe yê rojhilata navîn hemî jî bibîne.

(Dûmayîk heye)

Emîn Narozî, lêkolîner

Hawar.net

[1] Bnr. Elî Beyûmî, Qiyam ed-Dewle el-Eyûbîye fî Misir/Kuruluş Devrinde Eyyûbîler, Dar el fikir el-Hedîs, Qahîre, 1952, wergera tirkî Ebdulhadî Timûrtaş, Kent Yayınları, Stanbol, 2005, r. 81-91.

[2] Ji jiyannameya Selahedînê Eyûbî ya ku di Kitêbxaneya İskenderiyeyê de bi destnivîsa wî hatîye dîtin û rojnamevanê firansî Genevieve Chauvel ew kirîye bingehê romana xwe ya bi navê Saladin.

[3] Bnr. Ebd el-Xaliq Sersam, Selahedînê Eyûbî, r. 67; Ehmed Bîlî, Jîyana Selahedînê Eyûbî, r. 216

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply