Serpêhatî, bûyer û nêrînên ku civakê di kûrahiya dîrokê de destxistîn û jiyankirîn bi rêya ziman ji nifşên nû re tên veguhestin. Ziman di nava demê de raman, gotin, hest û çanda civakê bi awayekî devkî û rêk û pêk vediguhesîne pêşerojê û berdewamiya civakê pêktîne. Dîsa em dikarin bêjin ku ziman ji bo netewbûyînê hêmanek herî girîng e û stûna nirxên civakê ne. Ziman bi van rist û peywirên xwe dibe nasnameya, reng û dengê civakê.
Ziman heyberek zindiye. Çawa ku darek neyê avdan şînbûyîna xwe, zindîbûyîna xwe winda dike, hişk dibe û herî dawiyê tevî rehên xwe winda dibe û diçe, ziman ji wisa ye. Avdayîna ziman bikaranîna ziman e. Bikaranîna ziman di serî de pêwîst e weke hişmendiyeke netewî bikeve di jiyana civakê de . Bi vî awayî zimanê Kurdî di serî de di malbatê de, di bazar û jiyana rojane de bibe zimanê sereke. Pêşketina zimanê Kurdî tenê di jiyana rojane de û bikaranîna di nava malbatê de nebes e û dibe li gorî demê qels bimîne. Bi pêşketinên teknolojiyê, bi pêşketinên dem û serdeman re pêwîst e ziman ji li gorî van pêşketinan di warê çandî, zanistî, aborî, civakî û hunerî de pêşbikeve û li gorî şert û mercên heyîn xwe bide nûjenkirin. Tevî ku ji pêşiya niha du sed salan bikaranîna ziman a di bazar, kolan û malbatan de heta radeyekê ji bo pêşketinê bes bû. Ango em hê zêdetirîn bikevin kûrahiya dîrokê de bi gotinên pêşiyan, bi biwêjan, bi qewlêrk ango bi vegotina çîrokan ziman têra demê pêşdiket. Bêgoman îro jî ji bo pêşketina ziman ev hêman pêwîstin û em nikarin girîngiya van hêmanan ji nedîtî ve bêyîn. Lewre ev hêman di heman demê de raman, çand û wêjeya civaké ji derdixin holê û ji bo zimanan her serdem xwedî girîngiyek bê nîqaş in. Lê pêşketina ziman tenê bi van hemanan ne pêkan e û dibe ji bo pêşketina ziman qels bimînin. Nexwe tê çawa be? Îro di cîhanê de peyvên nû, serdemên nû di warê zanist, çand , huner û di wêjeya cîhanê de çêdibin û sînor ji nû ve tên rakirin. Ji bo ku ziman paşte nemîne pêwîst e ku pisporên zimanê Kurdî li gorî şert û mercên heyîn her tim li ser ziman bixebitin û bi peyvên nû, bi teknolojiya demê û bi saziyên çandî yên navnetewî re di nava xebatan de bin. Bi vî awayî berhemên hemdem amade bikin û bi her rêbazên teknîkî van berheman bixin nava civakê.
Îro li ser zimanê Kurdî zextên gelek dijwar hene. Bêgoman armanca van zextan ew e ku zimanê Kurdî bi polîtîkayên bişaftinê ji nava gel derxînin û zimanê me winda bikin. Dîsa gotinên weke dibêjin” zimanê Kurdî zimanek li hev komkiriye, nabe zimanê perwerdehî û zanistê ” bêgoman ev gotin ji di planên qirkirina ziman de tên gotin. Armanç şikandina qedr û qîmetê zimanê Kurdiye û bêbawerîkirina civakêye. Lê hem îro, hem jî di serdemên derbasbûyî de berhemên ku bi zimanê kurdî hatîn çapkirin, lêkolínên bi zimanê Kurdî hatîn kirin û li ser zimanê Kurdî lêkolînên heyîn van gotinan vala derdixin. Ji bo ku pêşî li ber van polîtîkayên pişaftinê bên girtin pêwîstî bi hişmendiyek netewî heye, pêwîstî li xwedîderketina ziman heye. Geleke em di her qadên jiyanê de û di saziyên xwe de pêşxistina zimanê xwe ji bo xwe bixin armanca sereke. Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê navber bi şandina nameyên ji saziyên pêwîndedar re, bi tevlîbûna zimanasên biyanî û xwecihî semîner û konferans bên lidarxistin. bi meş û daxwazên rewa em bikevin nava liv ù tevgerê. Bikaranîn, pêşxistin û xwedîderketina zimanê zikmakî mafek gerdûniye û rewaye.
“Ziman çand û nasnameye, bedewbûyîna civakêye. Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li rûmetê ye.”
Arî Botan