Payîz

Ev war gelekî agresîf e. Tu dibêjî qey mirovên wê şûna av û nanî bi barût û agirî xwedan dibin. Ev çi hêrs e, mirov qet û qet fêm nake.

Payîz, bi ser vê hêrsê de tê. Payîz, bi nermebayê aramiyê xwe berdide ser dilê mirov… Êdî, birûskên biharê, kelejana havînê li pey mane.. êdî, reng û robar, ji hev kifş bûne, kî çi ye, çi qas e, tev eşkere bûne. Payîz, velemiyana dil û rihê mirov e, aramî ye, aramî…

Aramî, kesereke gelekî mezin e ji bo welatê me. Çimkî ev welat û ev peyv qet û qet hev du nas nakin. Hîç rastî hev nehatine. Aramî, di ber agirê rik û kînê her berba bûye û çûye.

Di payîzeke wiha de, mirov dixwaze destê xwe ji her tiştî bişo, xwe di gelî û çiyayên vî welatî bide û dibin pel û pelexî de bêseroşûn bibe.

Mirov, belkî jî ji bêseroşûnbûnên xwe ve şîn tê; çawa tu di biharê de tovê xwe direşînî û payîzê berhemê wê hiltînî, belkî jî, divê mirov xwe di axa hêviyan de biçîne.

Niha ji bo bîst xeberan, mirov xwe ber hişê xwe berde: Li pesarekê, devê dolekê, li biniya kortalekê, çi zanim, belkî jî li ser serê zinarekî, mirov bîst xeberî guhê xwe bide dengê aramiyê. Bêhna payîzê bikêşe kezebê; dizanim, her bêhna wê, stranekê dilorîne, serpêhatiyekê bi xwe re tîne û di mejiyê we de diçîne: Ji destê biharê çawa rabûye, bişkiftiye, havînê çawa kemiliye, qemixîye û bi êyameke dirêj çawa xwe gihandiye ber dilê vê payîza aram û vehesiye. A niha dilê wan diçe xewê.

Payîz, zelalbûn e, kî çi be, kî dê bibe çi, êdî bi şilk û dirûv ketiye.

Omer Dilsoz-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply