Parastina Ji Gunehan (Xutbe)

 

إِنْ تَجْتَنِبُوا كَبَائِرَ مَا تُنْهَوْنَ عَنْهُ نُكَفِّرْ عَنْكُمْ سَيِّئَاتِكُمْ وَنُدْخِلْكُمْ مُدْخَلًا كَرِيمًا (31) النساء

Bawermendên birûmet!

Cihanîna emrê Xuda û parastina ji gunehan,peywira misilmanan e. Dawiya mirovê gunehkar, ger tobe neke dilêşandin û xusran e. Lewre guneh li hember qudret û mezinahiya Xuda serhildan e. Guneh ji dilovanî û razîbûna Xuda re bertek e. Guneh meyla mirov a ji heqiyê kuh dike û rê li kirina gunehên din vedike. Nexwe pêwîst e em dilê xwe ji temamê gunehan paqij bikin. Çawa ku Xuda Teala di Qurana Pîroz de ferman dike: “Nexêr, wisa nîn e! Belkî ew xerabî û gunehên wan, dilê wan perde (û reş) kiriye.”[1] Pêxemberê me jî di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Gava ku însan gunehekî dike, xaleke reş dikeve ser dilê wî, vêca ger tobe bike dilê wî paqij dibe. Lê ger tobe neke û li ser kirina gunehan dewam bike, ew xalên reş zêde dibin heta ku dil bi temamî reş dibe. Vêca reşbûna dil jî ev e. Çawa ku Xuda Teala jî di Quranê de gotiye.”[2] Ew dilê ku bi tobê neyê paqijkirin êdî tu bandora we’z û nesîhetan jî jê re nîn e.

Misilmanên birûmet!

Guneh biketina li pey daxwazên nefsê û xapandina şeytan tên kirin. Ji şeytan re li ser bawermendan tu desthilatî nîn e. Xuda Teala wiha dibêje: “Bi rastî ji şeytanî re tu desthilatî li ser yên ku bawerî bînin û xwe bispêrin Xudayê xwe, tune ye. Lê belê desthilatiya şeytan, li ser yên ku wî ji xwe re dikin dost û arîkar û li ser yên ku şerîka ji Xuda Teala re çê dikin, heye.[3] Ji bo vê yekê pêwîst e em biketina li pey daxwazên nefsê, bi şeytan neyên xapandin. Bi tûndî jî xwe ji van gunehan dûr bikin; “Çêkirina şerîkan ji Xuda re, bêemrîya dê û bavan, derew, şehdebûna derewîn, kuştina mirovan, sêhr, xwarina malên sêwîyan, xwarina ribayê, reva ji herbê, bêbextiya li wan jinên pak û paqij, vexwarina mey (şerab)ê û leystika qumarê. Lewre Xuda Teala wiha ferman dike: “Dev ji gunehên eşkere û yên bi dizî berdin! Bi rastî ewên ku gunehan bi kar tînin dê bi gunehkariyên xwe bêne cezakirin.[4]Heke hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, em dê li gunehên we yên biçûk biborin û em dê we bêxin cihekî (bihişteke) bi rûmet.[5]

Misilmanên birûmet!

Ji bo ku em xwe ji gunehan biparêzin pêwîst e mirin û roja dûmahiyê pir bi bîr bînin . Ji bo kesê ku li ser nekirina gunehan sebrê dike û xwe diparêze re li ber deriyê bihiştê ev mizgîniya milyaketan ji wan re heye. Xuda wiha dibêje: “(Mîlyaket ji wan re dibêjin) Silav li we be! We bi sebra xwe ev xelat heq kiriye, vêca çi xweş encam e (ev mala bihiştê)![6] Ji bo vê yekê pêwîst e em îbadetên xwe di dema wan de bikin û di vî der barî de jî em guh bidin emr û fermanên Xuda. Ew wiha dibêje: “(Ya Muhemmed!) Ew Qurana ku peyama wê ji te re hatî, bixwîne û berdewamî nimêjê bike. Misoger nimêj, mirovî ji neqencî û xerabiyan werdigire. Bi rastî nimêj (ji îbadetan) a herî mezin e. Xuda Teala ya ku hûn dikin dizane.”[7] Ji bo ku em nebin êsîrên daxwazên nefsê ji Xuda Teala bi dia û lavayan xwe biparêzin û ji cihê tehrîka daxwazên nefsê xwe dûr bikin. Ji bo ku di roja dûmahiyê de  li hember Xudayê mezin ku em rûreş û şermezar nebin bila em baş bizanibin em her  tim di bin çavdêriya Xuda Teala de ne û ji kiryarên me agahdar e. Nexwe pêwîst e em bi dil û can ji kirina gunehan tobe bikin. Bêguman Xuda Teala ji tobekeran pirr hez dike.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]– El-Mutefifîn -14

[2] – Îbn Maceh babê zuhdê 29,11,1418. Hejmara h.4244

[3] -En-Nehl 99-100.

[4] – El-Enam 120

[5] – En-Nîsa 31

[6] -Er-Red -24

[7] -El-Enkebût -45

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply