Nivîskar û Hunera Nivîsê

Li ser nivîskarî û hunera nivîsê gelek berhemên hêja hatine nivîsandin. Lê mixabin heta îro ew berhem bi zimanê kurdî nehatine wergerandin ne jî hatine nivîsîn. Ji ber vê yekê gelek berendamên nivîskariya kurdî yên nû di vî warî de xwediyê agahdariyan nînin. Ez dixwazim di derbarê vê babetê de, bi qasî ji destê min bê, ez ê di vê kurtenivîsa xwe de hin agahdariyan bidim xwînerên hêja.

 

Nivîskar: Her çiqas ji der ve hêsan xûya bike jî, lê birastî ew kesa/ê ku karê nivîsê wek hunermendekî bixêret, bisebr û şewqeke mezin bixwaze bimeşîne, divê ew şev û rojê bi fikr û peyvan re şer bike. Hundirê serê wî wek qada şer be. Her tim bicoş li dîtineke nû bigere. Bi şev û rojan li ser vê dîtinê gelekî bi baldarî bihizire. Carinan jî, şevên bêxew û bêhîvî li xwe biborîne. Divê mirov rexne, êriş û piçûkdîtinên hawîrdorê jî bihesibîne. Nivîskar, li gel van hemû mercên nerênî, wek gernasê sebrê yê ku bi bilindayî û pîrozbahiya pîşeyê bi aweyekî bawermend riya xwe bidomîne.

 

Yên ku dixwazin bibin nivîskar, berî her tiştî divê gelek astengiyan bidin ber çavên xwe û wan bipejirînin. Piştre divê van pirsan ji xwe bipirsin:

Gelo ez dikarim vî kari bikim, an na?

Gelo ji bo vî karî behreya(kabiliyeta) min heye, an na?

Gelo ev hestên min xwestekên demî nin an daxwazên tund ên demdirêj in?

Gelo dema ku ez egerên vî karî bînim cî, dikarim ji karên xwe û zewqên xwe yên din fedekariyê bikim? Û hwd.

Eger bersivên van pirsan erênî bin, tiştên ku mirov bikin ev in: Biryardayîn, destpêkirin û şûnve venegerandin e!

Nivîskareke/î rast, divê xwediyê gelek taybetmendiyan be. Hinek ji van taybetmendiyan mirov dikare wiha rêz bike.

Serweriya zimanê nivîskar, divê ji normalê zêdetir be: Gencîneya peyvên wê/wî pir fireh û dewlemend be. Ji ber vê hindê, tiştên ku dixwîne, divê jê pir baş fam bike, baş bihizire û ramanên xwe pir baş vebibêje.

Nivîskar, ew kesa/ê ku pir dixwîne, ji xwendina xwe fam dike û wê baş hezim dike, ye. Nivîskar, divê li aliyekî pirtûk, kovar û ansîklopedîyên ku mijara wê/wî têkil dikin, li aliyê din weşanên ku çanda wê/wî ya gelemperî geş dikin û şopandina aktûalitê hêsan dikin, bixwîne û malperên têkildar bişopîne. Ji bo ku di mijara xwe de agahdariyên nû bistîne, mijaran berhev bike.

Divê nivîskar, bi tiştên ku ji devansehkirî bawer neke, ji ber vê, ew tiştên ku me li jor rêz kirin, divê bişopîne û û rastiyan derbixe holê.

Divê bê zanîn ku karên nivîskaran ne tenê rûniştina li ser masê ye. Nayê wê wateyê ku nivîskar li ser masê rûne û nivîsên baş, rast û bibandor binivîsîne û rastiyan derxe holê. Divê nivîskar bikeve nav civakê, bûyeran li ciyê cî hûr bikole, bi mirovan re biaxive û hewl bide ku wan fam bike. Nivîskarên ku karibin tevlî van astengî û zehmetan bibin, wê berhemên wan bicantir û bibandortir bibin û ji aliyê xwîneran ve bên şopandin.

Nivîskar, ew kesa/ê ku dizane temaşe bike, ew e! Nivîskar, tiştên ku kesên din nikaribin bibînin, ew dikare bibîne. Ew raza bûyeran seh dike û ji tiştên tên nasîn sûdê werdigire, hewl dide ku tiştên nayên zanîn dest nîşan bike. Qîma xwe tenê bi encaman nayne, ew li sedeman jî digere.

Divê nivîskar ji mirov fam bike. Divê nivîskar zanibe, mirov di rewşên curbecur de çawa tevdigere. Nivîskara/ê ku psikolojiya mirovan nizanibe, mêl, daxwaz û mebestên wan seh neke, mimkûn nîne ku karibe di derheqê wan de berhemeke baş biafirîne.

Divê nivîskar di cihanê û welatê xwe de sîstema ramanên heyî zanibe. Pêwîst e ku haya nivîskar ji felsefê, zanista civakî (sosyologi) û ji zanista aborî hebe. Ev her sê şaxên zanistê, çareseriya pirsgirêkên nivîskariye hêsan dikin. Di vir de rola dîrok û olê jî gelekî girîng e.

Divê nivîskar riya hizirê birêkûpêk hîn bibe û rastûdurist bimeşine. Ya rasti heçana hizir û nivîsandinê di demeke kurt de nayê bidestxistin. Ji bo vî kari dem û dewran divê. Ango nivîskar çiqas pir bihizire, dikare ewqas baş binivîsîne. Mercê nivîseke xweş, zelal û bibandor yê yekemin hizireke kûr û rewşen e. Eger nivîskar sedemên bûyeran baş tênegihêje, tekiliyên hasas ên di nav mijaran de nikaribe bibîne û ji hev derxe, hingê ew nivîsên xwe bi tiştên bêwate dixemilîne. Di encamê de tiştekî şêlû û neaheng derdikeve holê ku ti têkiliya wê û hunerê bi hev nîne.

Carinan hizireke rast jî bi tena serê xwe têrê nake. Bi taybeti nivîskarên ku dixwazin li ser mijarên hunerî nivîsan binivîsin, divê xwediyê vîneke bijûndar, pejnker û hestkar bin. Ji ber ku di nivîsên wêjeyî de, li gel fikr û ramanan, hest ji pir girîng in. Nivîskarên ku têkiliyên navbera mirovan wek têkiliyên navbera mirov û eşyan şîrove bikin; bê ku bi formilên taybet ên xweser bidin berçavan û bûyeran bi rêbazên mekanîk çareser bikin, ti carê nikarin nivîsên hestgiran binivîsin.

Em dikarin tiştekî girîng dîsa diyar bikin: Hin cureyên edebiyatê mirov dikare bi xebat û temrînên zede baş binivîsîne. Lê ji bo nivîsandina helbest, çîrok, roman û şanonameyan pêvîstî bi behreya taybetî heye. Di destpêka nivîskariyê de eger nivîskar van taybetiyan bide ber çavan û angorî vê xwe amade bike, hingê ew dikare berhemên çêtir biafirîne. Behredarî jî, bi ezmûn û xeletiyan bi dest dikeve. Her wiha ev pêvajo dirêj dom bike jî, divê mirov jê netirse. Ji ber ku ev pêvajo pêşiyê li biryar û kirinên çewt digire.

Behre û xebat: Ti kesek wek nivîskarekê/î ji diya xwe nebûye. Vê hûtbûnî û behreyê, mirov tenê dikare bi xebateke xurt û giranbiha bi dest bixê. Ji bo hînbûna pîşeyeke hêsan, bi qasî neh-deh salan dem divê. Madem ku nivîskarî ji gelek pîşeyan zortir û girîngtir e, wê çaxê ji bo ezmûna nivîskariyê neh-deh sal ne tişt e û divê mirov vê demê bi dilrihetî bide ber çavan.

Heweskarên ku bi sirrên hunera nivîskariyê nizanin, zen dikin ku her tişt bi „bestê(ilhamê)“ dest pê dike û bi wê diqede. Ew xwe dixapînin. Best, ji nivîskarên ku demên dirêj wek leşkerên di sîperê de karibe li her derê bi aramî  bûyeran bişopîne û li ser mijarên wan hûrûkûr bihizire, re tê. Jixwe yên ku dikarin bestê di cî de binîrxînin jî ev bi xwe ne.

Mînak:

Cotkar zeviya xwe diajo, tovê xwe direşîne, eger av hebe wê av bide, ku av tunebe wê bi sebreke mezin li hêviya baranê bimîne. Baran jî, sal heye dibare, sal heye nabare! Çare, divê cotkar bi sebir li avê bigere! Divê nivîskar jî, bi sebir lê bikole, lê bigere, lê temaşeke û hûrûkûr bihizire. Paşê best xwe bi xwe tê!

Dîsîplin ji bo nivîskar pirsgirêkeke  mezin e. Her nivîskar nikare bi dîsîplîn be. Jixwe ji bo serkeftinê dîsîplîn merca sereke ye. Divê nivîskar cangiraniyê neke. Eger nivîskar dest bi nivîsekê bike, divê hetanî dawiya wê nivîsê, bê navber bixebite. Xebata nivîskar tenê bi disîplinê dikare bi ser keve. Eger nivîskar cangiraniyê bike û navberê bide nivîsa xwe, hizir û ramanên wî ji hev belav dibin û carekê din nikare bi hêsanî wan bîne ba hev û ti çêj jî, di nivîsa wî de namîne. Nivîsa wî dibe wek cila pînekirî.

Tirs: Hin kes ji nivîsandinê ditirsin. Ji bona wan destlêdana kaxiz û qelemê, an ji çûyina ber kompîtûrê êşkenceyeke mezin e. Li gor gotina wan, ew li hêviya demê ne. Ji wan wetrê, eger dema wan were, ew ê berhemên pir hêja û bêhempa biafirînin. Mixabin ev yek saw û sepeta vikûvala ye. Dema nivîsandinê ya baştirîn, her ew dema ku mirov têde ye. Ango dema ku hizir û raman hat hişê mirov, divê hema di wê demê de mirov dest bi nivîsandinê bike. Nivîskar tenê bi nivîsandinê dikare xwe bigihêjîne armanca xwe. Nivîskar, kengê zêde binivîse, hingê dikare berhemên hêja biafirîne. Nenivîsandin ne meziyet e, baş nebe jî, nivîsandin meziyet e.

Mirov dikare li ser nivîsên xwe yên ku baş nehatine nivîsandin, raweste û wan durist bike. Wek Chexov gotiye: „Çawa dibe bila bibe, çi dibe bila bibe û ji dilê nivîskar çi tê, divê ew binivîsîne. Ji ber ku birêkûpêkirina nivîsan jî, paqijkirin û avêtina wan jî, di destê nivîskar de ye.“

Hin nivşên nivîskaran jî, berevajî vê yekê tevdigerin, ew dixwazin pir binivîsînin û nivîsên xwe hema bidin weşandin. Ev helwest jî çewt e. Heta ku hizir, hest, xislet û hêman di zêhn de neyên pijandin, wisa bi lez û bez nivîsandin kêrî tiştekî nayê. Em bibêjin nivîs hat nivîsandin, divê ew nivîs piralî di ber çavan re were derbazkirin û sererastkirin. Nivîsa bê redekte û bê rêkûpêk him nivîskar him jî pergalên weşanê dike tengezariyê.

Lasayî(texlît): Yên ku nû ketibin cihana edebiyatê, mimkûn e hin nivîskarên bi nav û deng texlît bikin, lê divê ev rewş pir dom neke. Divê nivîskar, di derbarê mijarê de malzemeyê xwe berhev bike û têke formekê. Piştre anegorî rêbaza hest û dîtinên xwe yên taybetî wan vebibêje. Ji vê vegotina taybetî re „şêwaz(üslup)“ tê gotin. Ev yek jî bi demê ve girêdayiye û hewl û xebateke mezin dixwaze. Eger nivîskar, bikare şêwaza xwe ya taybetî bi dest bixîne, tê wê wateyê ku wî di riya serkeftinê de gaveke pir mezin avêtiye.

Niha jî, ji bo kesên ku nû dest bi nivîskariyê kirine, çend arîşeyên pratîk:

Karkeriya qelemê:

Me li jor jî nivîsandibû; têkiliya hişê nivîskarekê/î rasteqîn, her tim bi babeta nivîsên wê/wî re ye. Ew her tim dixwaze hiziran biafirîne, hestên xwe bidirûvîne û sehkirina  xwe bipeyitîne. Bi vî awayî dikare malzemên baştirîn bi destê xwe bixîne. Lewma, divê li ba nivîskar her tim Qelem, defter an jî fîşên kaxizan ên piçûk hebin. Ji ber ku eger tiştek were bîra wê/wî, an bûyereke nû bibihîze, an jî tiştekî girîng bibîne, divê wan not bike ku ji bîr neke. Hîn nivîskarên bi girîngiyan wan tiştan dizanin, bi xwe re haletekê digerînin û wan bûyer û qewîminan tomar dikin.

Pir caran tê pirsîn; ji bo tomarkirina mijaran, gelo nivîskar qelemê bi kar tînin an bi teybê dengan tomar dike? Mirov dikare herdûyan jî bi kar bîne. Nivîskar, bi kîjanê dikare baştir bi serkeve, divê wê bi kar bîne. Lê di encama sererastkirina nivîsê de divê nivîs di kompîtûrê de were nivîsandin. Ev yek bandorekî erênî li ser weşîner dike û cidîyeta wî karî dide nîşandan. Bila baş bê zanîn ku mijar çiqas baş dibe bila bibe, eger tomarek kaxizên bi nivîsên tevlihev dagirtî, bigihêjê testê weşîner, bandoreke nebaş li ser wî dike û wî dike tengasiyê.

Ji tiştên girîngtirîn yên ku mirov ji nivîskarên nûdestpêkirî re bibêje, yek jî ev e: Divê bi nivîsên kurt ew dest bi karê xwe bikin. Ji bona wan, makale, kurtehevpeyvîn, kurteçîrok, kurteşanoname û hwd dibin telesiyên baş. Ji ber ku nivîsên kurt, dikarin di demeke kurt de werin nivîsandin. Sererastkirina(redekta) wan ji yên dirêj hêsantir in. Çewtî tê de zelaltir tên dîtin.

Kutasî; ev yek jî rastîyek e; rêya nivîskariyê, rêyeke dijwar û dirêj e. Astengî û kospên wê pir in. Nivîskarî her çiqas fedekariyê, têborîn, sebr, sebat û zehmetiyan bixwaze jî, lê ewqas jî karekî bi zewq e.

Fevzi Özmen-Enstituyakurdi

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply