Nîşeyên Etnomuzîkolojîyê – Lêkolîn Kirin

 Etnomuzîkolog ji bo ku bigîhîjin armanca xwe ya fêhmkirina çima û çawa mirov dibe muzîkolog, mîna zanyarên din li pirtûkxaneyan, arşîvan û laboratûaran dixebite. A ku etnomuzîkolojîyê yên din cuda dike ev e ku Etnomuzîkolog li sahayê/qadê dixebite. Xwezaya muzikê li cihê taybet an jî di nav qadê de fehmdike beşdarî nav civakê dibe û çavdêrîyên xwe tomar dike. Yekcara xwe dikeve nav lîstîk û dîlanê dibe stranbêj.

QADA LÊKOLÎNÊ

Her muzîk girêdayî komek mirovane û her muzîk performansek e. Dema berê, hîn zêde komên nêzîkî hev dihatin cem hev û muzîk çêdikirin, paşê hate fehmkirin ku pir muzikên cuda hene.

Muzîk û civak ketine nav hev ji ber wê ji hev nikanin werin qutkirin jixwe muzik bi mirovan tê çêkirin. Lê belê bala Etnomuzîkolog tiştên cuda dikşîne û li ser wan dixebite, dixwaze tiştên cuda derxîne holê.

HILBIJARTINA QADA LÊKOLÎNÊ Û KOMKIRINA DANEYAN

Pir kes muzîgên cuda cihek wek leşkerî, peywirekê dûr/welatekî din an jî bi tesadufî keşf dike. Nivîskar xwe jî dema zanîngehê rastî muzîka Bulgar û Balkanîyan hatiye paşê li zanîngehê li ser xebitîye li xwe re kiriye xebata akademîk.

1960an li Emerîkayê tenê li çend zanîngehan wek dersa lîsansa bilind etnomuzîkolojî dihate dayin. Demekê şunda gelek kolej û zanîngehan dest bi xwendin û xebatan hat kirin.

Her Etnomuzîkolog herî dawî teqez divê têkeve ‘qadê/sahayê’ û bi civakê re têkeve têkîlîyê. Ev pêvajo wekî xebatên folklorê bi salan dajo û wek pêvajo didome. Etnomuzîkolog dixwazin teqez objektîfbin lê ev karê makîneyan e. Etnomuzîkolog wek çandvanek in.

Pir lêkolîner dema dikevine qada lêkolînê dixwazin bê zayendî bixebitin lê ev ne pêkan e. Mînak, muzîkolekekî Fîlandî Pirkko Moisala, li Nepalê dixwaze dema ku bi mêran re bixebite tu pirsgirêk dernekeve lê dema ku dixwaze bi jina re bixebite jin naxwazin. Mecbur bi lawî xwe re kete nav qadê wê demê jinan ew wek ‘xweng’ qebûl kirin û jê re bûn alîkar.

Dema ku tu dikevî civakeke nû pêşîyê naxwazin bi te re hertiştî xwe parvebikin lê ku te bawer bikin êdî dil û agahiyên xwe bi te re vedikin.

Yek dema hinek kom (Abojîrîn) yek dema jî hinek sazîyên fermî pêş xebatên te an jî li xebatên şûnda derheqê xebatên te de raporan dixwazin. Mînak, dema ku tu yê li dibistana xebatekê bikî divê pêşîyê destûrê bixwazî paşê têkevî nav cihê xebatê.

Dema ku Etnomuzîkolog a nav qada lêkolînêkevê divê planeke xwe hebe û li gor çar çalakiyan xebat tê kirin.

  • Hevpeyvîn
  • Çavdêrîyeke bi beşdarî
  • Dersên muzîk û dansê
  • Tomarkirina deng û vîdeoyan

HEVPEYVÎN

Etnomuzîkolog carna bi fermî carna jî bi spontane bi mirovan re hevpeyvîn tê çêkirin. Feydeya hevpeyvîna, deng guherandina peyvên wek ‘dê, dayik û ca, caya min’ an jî guherandina ‘r’ û ‘l’ ya fonetîk tê fehmkirin.

Dema xebatên etnomuzîkologan de nêrîna ‘etîk’ (dîtina derveyî) û ‘emîk’(dîtina hûndurîn) jî girîng e.

Giravên Solomanê koma ‘Are’ yê bi amûrekê ecêb lêdixistin Zemp, ferqkir ku ew muzîka bi şêwazeke cuda li Ewrupayê jî heye.

Hevpeyvîn ne tenê ji bo biyografîyan ji bo tecrubeyan û nirxên muzîkê derxînin holê jî tên bikaranîn.

Dema tu muzîka şexsekî lêdikolî tu derheqê wê civakê de jî pir tiştan hîn dibî. 

ÇAVDÊRÎYA BIBEŞDARÎ

Bi saya vê rêbazê Etnomuzîkolog dikeve nav civakê û dûrahîya/mesafeya nav ji holê radike. Etnomuzîkolog bi muzîkologan re diçe herderê û dikeve nav çalakiyan. Mijar bi vê rêbazê bi sê şeklan kare were nirxandin;

  1. Spresîfîk (nêrîna taybet) b)Normatîf (nêrîna teqez/îdeal) c)Şîroveyî (nêrîna şîrovekirî)

Etnomuzîkolog bi bûyerekê (zewac, rîtûel, tevgereke normatîf ên muzîkê) dixwaze bigihîje wê civakê, ev rêya 1970î hat pejirandin.

Qawwalîs di civakekê Pakîstanî de li ser li ser muzîka sufîyên Kawalî lêkolînê dike û nirxandinê xwe tîne ziman. Wiha dibêje; dema performansa muzîkanda/zikrê de feqîr dikevin transê/cezbeyê lê yên dewlemend nakevin transê û pereyan didin muzîsyenan. Em kanin wiha şîrove bikin, muzîk li gor stratuyê bandoriyê dike.

Etnomuzîkolog li gor xebatên xwe stran gotinê lêxistina amûrekê muzîkê û dansê hîn dibin. Li gor zayendê amûr tê hînkirin, wek mînak dans tenê ji bo jinan e, def tenê ji bo mêran e.

Etnomuzîkolog pir dema amûrên ku li ser lêkolîn dikin wê hîn jî dibin. Feydeya hînbûnê tu hîn baş civakê û wê muzîkê fehm dikî.

BELGEKIRINA KEVNEŞOPÎYÊN MUZÎKÊ

Belgekirina performans û bûyerên muzîkê, nîşeyên qadê bi deng û vîdeoyan tomarkirin bingeheke girîng e. Nîşeyên ku qadê hatine tomarkirin zêde nayên niqaşkirin.

1950yî de îcadkirina cîhazê tomarkirinê yên bi qalîteyeke baş xebatên qadê veguherandin. Berî Şerê Cîhayê yê Duyem tenê bawerî bi guhên xwe dikirin yan jî bi ekîpmanê makîneyên giran bar dikirin. Bi derketina bandan hertirş hat guherandin. Bi veşartina qeydan, dubarekirina dengan performansên muzîkal hîn baş hatine fehmkirin, analîzkirin û nirxandin.

1970yî de Sîmha Arom cîhazeke tomarkirinê yê nû îcad kir bê wê cîhazê êdî her muzîk hat tomarkirin û li gor wê analîz hîn baş hatin kirin.

1983an de bi bandê Betamax êdî muzîk bi dîmenan jî hatine tomarkirin. Demekê şûnda êdî Etnomuzîkologan xebatên xwe bi vîdeoyan tomarkirin û li gor wê analîz kirin.

Cîhazên ku nû derketin tenê kesên dewlemend kanibûn destbixistana û bikarbianîyana.  Lê demekê şûnda êdî cîhaz zêde bûn û heta dema me hatin, kente dest her kesî.

MAFÊN MULKÎYETA FIKRÎ

Serî sedsala çaryekê pirsên rastbûn û ewlehîya transkrîpsîyona û belgekirin performans û hevpeyvîna pir girîng bûn, êdî ew meseleyan zêdehî hatine çareserkirin lê meseleyên nû yên mafê şexsan derketin holê.

Dema ku destpêkê de Etnomuzîkologan muzîk tomardikirin û difikirîn ku xebatên xwe tenê akademîkin û nirxên tîcarî tê de tune ne. Pir dema bi destûrên nefermî ji muzîsyenan deng tomar dikirin û digotin em ê van di arşîwên zanîngeh û pirtûkxaneyan de biparêzin.

Lê belê 1980an de êdî muzîka dinyayê kete nav kategoriya muzîka tîcarî û Amerîka û Ewrûpayê têgeha maf û xwedîtîyê derkete holê.

Mînak; tomarên giravên Soloman di 1990î de du muzîkjenan di albuma xwe de bikaranîn û tu pere Zemp û Girava Solomonê re jî parvenekirin.

Herçiqas derheqê mafên muzîkê de zagon hebin jî (zagona mafê telîfan ê navnetewî) di nav tevliheviyekê de ye.

ÇEND PIRSGIRÊK: Ev muzîk li ku derket, aîdî kê ye, divê ewlehîya wê çawa werê parastin, ji bo çi tê tomarkirin û çawa tê bikaranîn, divê kî ev mafan biparêze.

Emerîkayê zagoneke wiha heye ‘ku berhemek tenê di çanda devkî de hebe û bi şeklekî razber hatibe parastin malê kamuyê ye her kes kare kopî bike, belav bike’

Li gor hinek akademîsyen xebatên Etnomuzîkolog ên qadê wek ‘çavdêrîyeke dijminî’ dibînin.

Divê Etnomuzîkolog li qadê dûrnekeve û xebatê xwe yên qadê mirovan re têkîlîyan çê dike, dostanîyê ava dike û xebatên razber dike şênber.

Ji pirtûka Ethnomusicology: A Very Short Introduction a Timothy Rice, Firat Bawerî kurte kir

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Kerkê Kerajo Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *