Nîşana Mezinahiya Xwedê: Gerdûn

Ji beriya her tiştî ger ez bibêjim ku di Kurdî de lêkolîn û nivîsandina ‘erdnîgariyê pirr û pirr kêm e. Min biryar da ku bi destûra Xwedê ez ê ji vir pê de di derbarê ‘erdnîgariyê de binivisînim. Mijara me ya ewil gerdûn e.
Xwedayê aleme di Qur’ana pîroz de wisa ferman dike: “Paşê Xwedê berê xwe da afirandina asîmanan ku ew dûman (xaz) bû, ji ‘esmên û ‘erdê re got: Bi dile xwe yan jî beyî dile xwe werin radestî fermana min bibin. Her duyan jî got: Em bi dile xwe hatin radestî ber fermana te bûn.” (1) Di ayeteke din de “ Ew e afirînerê ‘erd û ‘asîmanan. Dema ku Ew bivê tiştekî biafirîne, tenê jê re dibêje: “Çêbibe!” Vêca di heman demê de ew jî çêdibe.”(2) Di ayeteke din de “Bêguman Xwedayê we Ellah Te’ala ye, ew ê ku ‘erd û ‘asîman di şeş rojan de afirandin, paşê (bi awayekî layiqê xwe) li ser ‘erş îstîwa kir, raserî bû. Şev û rojê bi hev dinixumîne, her du bi lez, li pêy hev digerin. Roj û heyv û sterk li ber fermana xwe berdestbûyî afirandin. Agahdar bin! Afirandin û fermandayîn, her jê re ye. Ellah Te’ala (Bi zatê xwe) pîrozdêrayî ye, bi xêr û bêr e, munezzeh e ku ew Perwerdegarê tevê ‘alemê ye.” (3) û hîn bi dehan ayet nîşanî me dide ku her tişt bi qudreta Xwedê tev digere. Belê edî em dikarin derbasî gerdûnê bibin da ku mezinahiya Xwedê em careke din bi zanistî bibînin.
GERDÛN (EVREN): Ji cismen ‘ezmanî pêk tê û temamê perçeyê dûr‘ezman e. Zanista ku lêkolînê li ser gerdûnê dike Kozmolojî ye. Di gerdûnê de cismen ‘ezmanî yên ku tên zanîn ev in: Stêrk, Gerstêrk, Dûvstêrk Asteroît, Stêrka rijyar, Ewrên xaz û tozê yên di navbera gerstêrkan de.
STÊRK: Cismên ‘ezmanî yên ku germahî û ronahiya wan hene. Ji vana hinekan em dibînin hinekan jî em nabînin.(Yên ku nayên dîtin bi dûrbînên elektroskopik dikare were dîtin. Lê belê em zanibin ku dûrbînên elektroskopîk jî nikare hinek stêrkan bibîne.) Stêrka nêziktirîn Dinya yê, Roj e. Li gerdûnê hinek cisim henin ku mîna stêrkan dibiriqin. Ew ne stêrk in. Bi tenê ev cismana li ber roniya stêrkan dibiriqin. (Mînak : heyv, gerstêrk). Ji bilî vê hinek cûreyên stêrkan jî henin : Stêrka karwankuj, Komstêrk, Kadiz, Stêrka Cemserê, Qurix, Hirçê Mezin, Hirçê biçûk, Stêrka Rijyar û hwd.
PEYK : Cismên li dora gerstêrkan digerin peyk in. Peyk di bin bandora hêza kişînê ya gerstêrkan de ye. Gerstêrka zêdetirîn xwediyê peykan Jupîter e. Bi tevahî 63 peykên xwezayî yên Jupîterê henin.
STÊRKA RIJYAR: “Hin cismen piçûk yên tevî rojbendê ne. Hin ji wan qasî tozekê piçûk in, lê pirr hişk in. Tu riyeke wan ya kifşe tune ye, bi her alî ve û bi lezeke zêde tevdigerin. Gava ku dikevin sînorê atmosferê ji bo ku leza wan zêde ye, dişewitin û dibin wek alaviya êgir û ji hev belav dibin. Ji vê bûyerê re di nav gel de “xuricîn” tê gotin. Gel dibêje “stêrka xuricî.” Carinan hin perçeyên wan dikevin ‘erdê û kortên pirr mezin çêdikin, ji wan re meteorit (kevirên ‘ezmên) tê gotin.” (4)
DÛVSTÊRK: Cismên ‘ezmanî yên ku ji ‘ewrên xazê çêbûne dûvstêrk tê gotin. Gerîngeha (yörünge, orbît) dûvstêrkan, an di havirdora Rojê de ji gerstêrkan cudatir e. Dûvstêrk carinan ji rojê dûrdikevin, carinan jî nêzîkî rojê dibin. Dema ku nêzîkî rojê dibin şewqa wana zêdetir dibe. Dûvstêrka ku pirr kes nasdike Halley e. Halley gera xwe ya li dora rojê di 77 salan de diqedîne û 77 salan carekê li dinyayê tê ye dîtin. (Ev dîtina du-sê hefteyan berdewam dike). Herî dawîn di sala 1994an de Dûvstêrka Halleyê ji dinyayê ve hate ditîn. Halley ji du perçeyan pêk tê: “ Serî û terî (dûv). Serî biçûk e, lê terî pirr dirêj e û her dem bervajiyê rojê dirêj dibe.”

NÎŞE: Ev nivîs di hejmara 15an ya kovara Nûpeldayê de hatiye weşandin.

[1] Fussîlet 41/ 11.

[2] Beqere 2/117.

[3] A’raf 7/ 54.

[4] Abdurrahman Önen,  Ferhenga Erdnîgariyê,  Weşanên Doz, Stenbol, 2008,  r.14.

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply