(Mirineke bi şeref çêtir e, ji jiyaneke bêşeref)
Kurtenirxandinek derbarê Yar û Mirad Cîld 2yan de.
Min di twîterek xwe de gotibû :
Niha ez romana birêz Sebrî Welî cilda duyem dixwînim. Di wêjeya kurdî de rêzeroman hindik in. Rêzeromana romannivîsê hêja Welî Sebrî yek li rêzeromanên kurdî zêde kir. Di berhem afirîna nivîskarîyê de û herweha di romannivîseriyê de berdewamî girîng e. Ez birêz Welî Sebrî pîroz dikim ku wî romanek din li romana kurdî zêde kir û herweha romannivîseriya xwe didomîne. Bi hêviya ku ew hêj gelek romanên din binivîse.
Rêzeromana Welî Sebrî ”Yar û Mirad cîlda yekem” li Amedê hatibû weşandinê. Cîlda 2 jî li Holandayê hatiye weşandin. Roman cîlda duyem 215 rûpel e. Çapsaziya romanê Îhsan Turkmen û wêneya berga pêşîn jî Luqman Ahmad çêkiriye. Navê weşanxaneyê tune, diyare romannivîser bi xwe çap kiriye. Hinek nivîskar ji bo ku devê wan ji ber weşanxaneyan dişewite, êdî xwe dûrê weşanxaneyan didin, pif dikine dew û vedixwin, ango li cem weşanxaneyan pirtûkên xwe çap nakin û ew li ser nave xwe, bi xwe pirtûkên xwe çap dikin. A rastî ez difikirim, gelo çima weşanxaneyên kurdan romanên weha hêja û weke çavkaniyeka dîrokî derbarê dîroka nêzîk a kurd û Kurdistanê de gelek agahdarî û berxwedana kurdan, mêrxasî û egîdiya wan rave dikin, çima çap nakin. Bi min, divê berhemên weha ji alî weşanxaneyan ve werine çap kirin.
Di cîlda duyem a rêzeromana Welî Sebrî de serpêhatî û têkoşîna lehengê romanê Navdarê Kurd didome. Herêma bakurê Kurdistanê, Serhad ware mêrxasan û egîdan e. Warê eşîran û malbatên xanedan, xwedî esaletan e. Axa û Mîrên esîlzade, xwedî esalet û Şêxê pîroz Şêx Saîdê kal li wê herêmê ye. Kolhesar cih û ware Şêx Saîd effendi bû.
Kurdên herêmên din mêrxasiya Serhadiyan di kilam û stranên dengbêjan de bihîstin. Niha jî bi riya edebiyatê, bi saya berhemên wêjeyî dibîhîsin, dinasin. Heger dewleta kurdan hebana, heger kurd di ware çêkirina fîlmên sînemayê de pêşveçûnek pêk bianiyana, dê fîlmên wan lehengên kurd, serîhildanên kurdan çêkirana. Heger li başurê Kurdistanê sektora çêker a fîlman pêş bikeve, divê fîlmên lehengên kurdên Serhadê werine çêkirin.
Digel ku roman li ser lehengên serhildêr ên kurd in, digel ku li ser serokê serîhildana kurdan a 1925an ku bi nave serîhildana Şêx Saîd tê nav kirin ku di esasê xwe de serokê serîhildanê ê esil Xalid Begê Cibrî bû, lewre jî dive giraniya romanê siyasîbana, tê de şîrove û taswîrên siyasî xurt bana. Lêbelê ev hêla romanê ango hêla wê ya siyasî qels maye. Hêla taswîra nature/xwezayê tê de xurt e û naveroka wê bûye wek romaneke naturalîstan. Ez hêvîdarim ku cîlda 3, 4 û 5 de hêla siyasî xurt be. Û herweha biqasê ku rexne li dewleta rus a êrişkar û dagirker were girtin ji wê pirtir rexne li dewleta Osmanî û berdewama wê komara nîjadperest a tirk ya kemalîst jî were girtin.
Navdarê kurd û hevalê wî Balî diçine gund, dibine mêvanê Memê Usê. Ev mijara ku min di yek rêzek, yek hevokek de nivîsî di romanê de di 30 rûpelan de tê qal kirin. Ji bo wê jî ez dibêjim qey romannivîser Welî Sebrî pir û pir di bin bandora Yaşar Kemal, Emîle Zola û romannivîserên naturalîst de maye.
Navdar û hevalê wî Balî ji navçeya Kopê tên û diçine Gimgimê. De ka em binêrin hetanî ew bigîşin Gimgimê dê romana 215 rûpelan biqede, dawî bibe(!). Di rêwîtiyê de kesê ku navî Serdar Xorto ye ji êvarê hetanî serê sibê diaxife, têr nake, axaftina xwe hêj jî didomîne. Ev axaftina dirêj romanê fetisandiye. Ji xwe tiştê ku qal dike jî qet bala mirov nakşîne.
Taybetmendiyeke romana ”Yar û Mirad” yek jê jî ev e ku; mijara şerê li dijê artêşa uris/rusan ku wan beşeke bakurê Kurdistanê dagir kiribû û hetanî Bedlîsê, gêliyê Pasurê hatibû tê qal kirin. Di dema şerê cîhanê ê yekem de artêşa rusan serhedê dagir kiribû. Piştî şoreşa Oktoberê/cotmehê a Bolşevîkan bi fermana Lenîn hêza rusan ji paşve vekişiya. Ji xwe paşê, desthilatdariya Sovyetê bi tirkan re, bi Mistefa Kemal re alîkarî kir, çek, pere, zêr da hêza nîjadperest a Kemalîst.
Di şerê li hemberê artêşa rusan de gelek şervanên leheng ên kurd têne kuştin, şehîd dikevin. Di rêzeromana Welî Sebrî de şerê kurdên Serhadê ê li hemberê artêşa rusan bi berferehî tê qal kirin. Serdar Xeto ku ew bi xwe beşdarê şerê li dijê rusan bûye qala şer dike, agahiyên berfereh dide.
Lehengên romanê ên rêwî ku herine Gumgumê û bigîşin alaya Mîrê Zirav Xalid Begê Cibrî di rê de ne, ew di rêwîtiya xwe de di mala Îsmaîl Axa de dibine mêvan. Navdar, hevalê wî Balî, Serdar Xeto û hevalên wî ku bi hevre rêwîtî dikin hêj negîştine cem Mîrê Zirav, ka dê vebêjê romanê ew ango Mîrê Zirav Xalid Begê Cibrî çawa raveyê xwendevanan bike, dê wî çawa bi çi taswîrî bide nasîn.
Di nav romanên kurdî de romanên dema qedîm û yên li ser bûyerên dema nêzîk hindik in. Ji xwe hemû çend nivîskarên kurd in ku jê re dibêjin romanên dîrokî dinivîsin. Ew jî hejmara wan bi tiliyên destan têne jimart in. Bi qasê ku ez zanim heta niha tu nivîskarekî kurd bi kurdî romana Xalid Begê Cibrî, Keremê Kolaxasî, Hecî Musa Begê, Seyidxanê Mala Seydo, Kor Huseyîn Paşa, Simkoyê Şiqaqî, Îhsan Nurî Paşa û hwd, nenivîsiye.
Di cîlda duyem a romana Welî Sebrî ”Yar û Mirad” de leheng, tîp û fîgurên ku di romanê de ne pir diaxifin. Taswîr kêm in lê axaftin zêde ye. Heta lehengê romanê Navdar bi hespê xwe re jî diaxife. Serdar Xeto dûr û dirêj diaxife, Îsmaîl Axa û jina wî diaxifin. Tu dibêjî qey di pêşbaziya axaftinê de ne. Di berhemek şanoyî de, pêş heta paş axaftin normal e. Ji xwe şano/tiyatr weha ye, lê roman netenê axaftin û diyaloga kesan e. Axaftin, diyalog, bi hevûdu re xeberdan cihê ku pêwîst be tê kirin, lê li gel wê taswîr, rave kirin, qalkirina babetên curbecur, mijar, nîgar, hunandina bûyeran, qalkirina çîrokên ku naveroka berhemê dewlemend dikin, serpêhatî û serboriyên lehengên romanê û hwd, divê pirrengîn be. Ji ber van axaftinên dirêj ez hatim rûpela 70 hêj jî rêwîtiya rêwiyan didome û rêwî hêj jî negîştine navçeya Gumgumê.
Di romanê de Kerem Begê Zirkî ku di kilam û stranên dengbêjên kurdan de jê re dibêjin Keremê Qolaxasî û li ser mêranî û mêrxasiya wî dengbêjan kilam gotine û dibêjin, wekî fermandarekî, serdarekî leşkerî di romanê de ye. Helbet di romanê de netenê qala Keremê Qolaxasî tê kirin, herweha qala Mîrê Zirav Xalid Begê Cibrî jî tê kirin. Serdar Xeto ji Navdar re qala wan dike, kesayetî/şexsiyet û mêranî, mêrxasiya wan tîne zimên.
Ez hatim rûpela 85 hêj jî Serdar Xeto diaxife(!). Ew dibêje em di şer de ne, lê hetanî rûpela 85 jî li holê şer, mer tune. De ka em binêrin dê kîngê şer dest pê bike. Belê wek min got, axaftina Serdar Xeto wisa dirêj e û ew wisa pir xeber dide ku giraniya cîlda duyem a romanê ji axaftinên wî pêk hatiye. Helbet ji bo ku ev roman rêzeroman e û ji çend cîldan pêk hatiye heqê nivîskar/romannivîser heye ku dirêj bike, hinek biwerimîne û zêde cih bide axaftinan.
Di derbarê kesayetiya/şexsiyeta Mîrê Zirav Xalid Begê Cibrî de jî Serdar Xeto agahdarî dide. Xwendevan bi vebêjiya Serdar Xeto, bi devê wî ango ji wî derbarê Mîrê Zirav de tişt dibîhîse, fêr dibe.
Navdarê kurd û hevalê wî Balî di encamê de xwe digîşînin cem Mîrê Zirav Xalid Begê Cibrî. Ew bi hevre diaxifin. Ew çi diaxifin? Xalid Begê Cibrî çi dibêje? Qala çi dike? Ev hemû tişt û herweha gotinên wî yên girîng bila wek meraq bimîne. Ez ê wan tiştan nebêjim, bahs nekim. Bila wek meraq bimîne ku xwendevanên/xwînerên kurd meraq bikin ka serokê serhildana 1925an ku li Bedlîsê ji alî dagirkerên tirkan, sazumana kemalîst ve tê darvekirin/eliqandin, şehîd dikeve, çi gotiye?
Romanê bikirin û bixwînin. Xwendevanên ku dixwazin derbarê Xalid Begê Cibrî û Keremê Qolaxasî û gelek lehengên kurd ên din de tişt fêr bibin û bibine xwedî agahdarî divê rêzeromana Welî Sebrî bixwînin.
Zimanê Welî Sebrî zimanek baş û xweş e, gelêrî ye, folklorîk e. Di hêla gramer, rastnivîsînê de jî zêde şaşî tune. Lêbelê di sazkirina hevokan de carna qelsî heye. Wek mînak li vê binêrin : ”Fatma Xanim, bi Şêx Seîd Efendî ra mêr kiriye.” Rûpel 78/79. Divê bigota bi Şêx Seîd Efendî re zewiciye. Bi ya min zimanê cîlda yekem ji ya cîlda duyem baştir e.
Min di xwendina herdu cîldên romana Welî Sebrî de tehm û lezeta xwendina romanên Yaşar Kemal û Emîle Zola dît. Qalkirin, ravekirina tiştan, taswîra xwezayê, hîtabê axaftina leheng û fîguran, teknîka nivîsîna romannivîseriyê û hwd, di gelek waran de mirov dibîne ku bi kurdî şêweya afirandina berhemên/romanên wek romanên Yaşar Kemal û Emîle Zola bi serketî dikare were nivîsîn. Çawa ku Yaşar Kemal bi romanên xwe çand û edebiyata tirkî pêşve xistiye, dewlemend kiriye, romannivîserê kurd Welî Sebrî jî bi romanên xwe çand, ziman û wêjeya kurdî dewlemend kiriye.
Di hêla rêzeromanên kurdî de niha reqor di destê Welî Sebrî de ye. Wî 5 cîld wek rêzeroman/berdewama hevûdu nivîsiye. Cîld 1 û 2 hatine weşandin û min ew xwend in. Hêvîdarim hersê cîldên wê yên din jî werine weşandin û bikevin destên xwendevanên kurd.
Lokman Polat
Têbinî / Cîlda 3ê jî li Stenbolê di nav weşanên Pêrî de hate weşandin.
Ez gotara xwe bi van gotinên birêz Welî Sabrî dawî tînim û ji bo van gotinên wî jê re spas dikim.
Birayê ezîz, cenabê te romana yekem xwendibû û dirêj û dirêj jî nivisî bû. Xuyaye ya duyem li ber destê te û bi xwendina xwe mijul î. Yar û Mirad III (Raza bextewarîyê azadî û ya azadîyê jî wêrekî ye.) Demek berê min qedand û niha li benda capê ye. Yar û Mirad IV ( Melûl siwaro, melûl. Hêdî bajo birîndar im.) Nîvî bûye û li ser dixebitim. Ji camêrîya xwe te carek din nivisîye. Spasdar im, Kek Lokman. Mala te camêrî dubare ava. Di derbarê Yar û Mirad II da yekem te agahî da…
Rêz û silav.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…