Nimuneyek giring ji klasîkên me: ”Filîtê Quto”

Edebiyata devkî beşek ji dîroka me parastî ye. Em bi saya wan li ser gelek buyerên giring dibin xwedî fikir. Her yek ji wan li ser dema xwe, ji aliyê çandî, civakî, ziman û hwd gelek nirxan hemêz dikin. Birek, di şerê azadiyê de, nebaşiya şerê birakûjî û xiyanetê tînin bîra mirov. Beşek, evîndariyê esas digrin. Di wan de, bandora xirabî û nebaşî, merdî û lehengiya mirovan, eşkere dibe.

Berhemên wisa giranbuha pêwîstiya xwe bi parastinê hene. Divê bêne nivîsîn. Bibin naveroka fîlm û lîstikên şanoyî û derbasî neslên nû bibin. Xebatên wisa dikarin nirxên me biparêzin û li ser nigan bihêlin…

Kilamên me û lehengên wan…
Em têra xwe di bin bandora wan de mane. Bûne mêvanê xewnên me. Em bi hineka serbilind, carna ji şexsiyetna pir hêrs bûne û helwesta wan, nefret û kîna me zêde kiriye. Serpêhatiyên evînî jî bandora xwe li me kirine. Dilketinên ku sînora nas nakin, ên ku tixubên olî û toreyan hildewîşînin îro jî têne gotin û guhdarîkirin. Em gelekî hez ji wan dikin. Ew, rengê jiyanê ne.

Meta min Ferha, dayika şehîdan û ji awira buyerên herêmî ve kitêbxaneyek zindî bû. Dayik û bavê min. Û eywana mala mêvanan, ji dengbêj, çîrokbêj û henekbêjan xalî nedibû. Sohbet, ji kilam, serpêhatî, çîrokan dirêjî siyaseta rojane dibûn. Wan, ji hevaltiya polîtîk bêhtir, avakirina dostaniyên xurt pêşniyar dikirin. Tekuzkirina pêwendiyên erênî dihanîn bîra min. Heskirina xelkê xwe, girêdana bi ziman, çand û cihê xwe dikir esasên helwêsta însanî.
Çîrokbêjên hêla Botanê, ên Cizîr û Sêrtê balkêş bûn. Çîrokên wan ber êvarkî, piştî şîvê dest pê dikir. Carna du rojan didomiya. Dengbêj, stranbêj û mitirbên heremê reng didan şevên dirêj, reş û tarî. Di ber ribabê de anjî bê instrument dest bi kilaman dikirin. Zarok bûm. Fêrbûna peyvên bijarte û zimanê bilind ne karê rojekê bû. Mal ji min re bû dibistan, ew mamoste. Wan, ez nexweş xistim. Bûm nexweş û evîndarê zimanê bilind. Peyvên pîroz…

Ez gelekî hez ji kilama serîhildana Mala Eliyê Ûnis dikim. Spas Salihê Kevirbîrî ku te di vê kitêba xwe, Filîtê Quto de, cî daye vê serpêhatiyê. Mala Eliyê Ûnis anjî ”Qewmê Çiyê”. Peyva Qewmê Çiyê, bi gelek siran barkirî ye. Gelek tiştan ji mirov re dibêje. Peyvek kin e, lê pir kur e. Mala Eliyê Ûnis, di navbêra 1925-1930 de şerê dewletê dikin. Çiyayên bilind û pîroz mîna dayikê, şervanên kurda hemêz dikin, diparêzin. Di vê kilamê de gelek mesajên zelal hene. Îro jî dikarin ji me re bibin alîkar. ”Mîrê Ribabê” Miradê Kinê bi kilama xwe, egîdî û fedekariya gelê Kurd tîne bîra me. Li ser tifaqê radiweste û bi vê yekê me mecbûr dike ku jibo çareseriyê, em li ser rêyên nû hizir bikin.

“…Bi sê telaqên berdana
Go emê sere xwe nekin şewqana
Emê destê xwe nekin kelemçana
Emê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a…”

Kilama ”Bavê Fexriya” jî li ber dilê min şêrîn e. Min gelek caran, ji dayik û meta xwe guhdarî kiriye. Niha jî dikim. Ji evîna yek alî pêk tê, çîroka wê. Hezkirininek wisa pîroz û bi hîsên zelal barkirî nehatiye dîtin. Em kurteçîroka evîna keçka Mesîhî, ji nivîskar Salihê Kevirbirî guhdarî bikin:

”Dilê keçikek fileh li ser Bavê Fexriya hebûye. Keçik bi hisnê dinyayê wekî ronahiya heyvê delal bûye. Her çi qas keçik ji Bavê Fexriya hez dike û bi dehan kilaman li ser wî çêdike û dibêje jî, haya Bavê Fexriya jê tuneye. Keçika fileh bi salan di kilamên ku çêkiriye de navê Bavê Fexriya bi lêv kiriye. Li gorî dengbêjên herêmê, keçikê bi deh meqaman kilam li ser bavê Fexriya çêkirine. Piştî ku di ser çêkirina van kilaman re sal derbas dibin û nav dengê vê kilamê bi saya dengbêjan belav dibe, Bavê Fexriya nû tê derdixe ku keçikê kilam li ser wî çêkirine. Ya rastî, bi van rêzikan wekî, Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala Ezo Sebrî tê derdixe ku kilam li ser wî hatiye çêkirin. Bavê Fexriya piştî ku ji vê yekê haydar bûye, wisa gotiye: Heger min bizanibûya ku ew çend dilê wê li ser min heye, min ê ew miheqeq ji xwe re bianiya. Em beşekî ji kilama wê pêşkêşî we dikin:

Bavê Fexriya, heyra li min hatî êvara înê
Ez ê rabim ciyê Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo
Deynim li koçka jorî li eywanê li şaneşînê
Ez ê xwe bavêjim tor û bextê Helakerê File vî hekîmî
Bejim, li bextê te û Xwedê me birînên Bavê Fexriya bikewîne
Ber û memikê min evdala Xwedê
Ji birînên Bavê fexriya re
Bike melhema li ser birînê
Bavê Fexriya, heyra bejna te zirav e
Ji xoxa xemilandî
Min rojê sê cara pê girtî ji eşqa dilê rezîl
Bi ser xwe de daweşandî
Rabe sala îsal bi destê min xemşê min karxezala
Ji xwe re bigire birevîne
Bavêje Xeta Sûrî nav ereban lêvdeqandî…”

Serpêhatiyên mîna Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê, Emînê Perîxanê, Bişarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in. Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz biparêze. Wan vejîne.

Nivîskar Salihê Kevirbirî di serdana xwe a Swêdê de qala xebatên xwe li ser van nirxên pîroz kiribû. Kevirbîrî bi berhema “Filîtê Qûto”, 20 serpêhatiyên klasîk pêşkêşî xwendevanan dike. Di dawiya pirtûkê de wêneyên gelek kesên hunermend û kesên bi serpêhatiyan re têkildar hatine bicîkirin. Serpêhatî bi du forman tên ronîkirin: Kilamên orîjînal li ser serpêhatiyê û pêşkêşkirina serpêhatiyê bi formê nivîsînê /senaryo. Herdu form mecalê didin neslên nû ku karîbin serpêhatiyan baştir fêm bikin. Berhema Kevirbirî, kesên dixwazin ji awira sînemayî, şanoyî, edebî û hwd jî li ser van serpêhatiyan bixebitin, deriyek nû vedike. Pirtûk, ji 170 rûpelan pêk tê. Bi kurdî ye. Di nava weşanên Perî de derketibû.

Me xwe gehand rojnamevan-nivîskarê nasdar Salihê Kevirbirî û em pê re axifîn. Em hevpeyvînê, bi we re parvedikin:

– Tu çima bêhtir li ser berhevkirina serpêhatiyên kurdî dixebite?
Salihê Kevirbirî:
Beriya her tiştî gelek spas ji bo derfeteke wiha ku ezê bîr û boçûnên xwe li ser mijareke wisa girîng bînim ziman…

Di serpêhatiyên kurdî de; di kilam, lawje, stran, çîrok û çîrvanokên kurdan de tarîxeke veşarî heye. Tarîxa ku bi sedanê salan nehatiye nivîsandin, lê hatiye vegotin… Xasma di nava kilam û destanên eşîrî, qehremanî, evînî de malkambaxî, sosretên giran, evînên ku êdî li dewra me nemane dibin mêvanên dil û mejiyên me. Ez we nizanim lê, ez bixwe dema guh didim van serpêhatî, qewimîn û kilamên kevnare, çawa ku dikevim zikrê bi min tê. Hewçend ku bandor li min dikin, dixwazim kesên din jî hay ji vê xweşikahiyê hebin… Lewre ez hewl didim, van serpêhatiyan binivîsim û bibim wesîle û navgînek ku kesên din jî bixwînin…

Gabar Çiyan
www.candname.com

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply