Nesaxiya Kesayeta Paşkêş/Şermîn

Ev kesên ha, di nav civakê de nikarin xwe nîşan bidin, kêm hurmeta xwe digirin û ew kes di têkiliyên sosyal û komelî de sist û lawaz in. Wisa hizir dikin ku kesine dî zû bi zû wan qebûl nakin, bi wan razî nabin û dê rexneyan li wan bikin. Ew kes tim rexneyê li xwe digirin, kêfa wan bi wan nayê û her dem bi xwe ve mijûl in. Reftarên van kesan ên berbiçav ew in ku xwe nade ber têkiliyên komelî/sosyal, di nav civat û kombûnên civatî de cihê xwe nagirin û xwe naxin nav danûstandina bi zar û gotinê. Hizir û ramanên kesên dîtir ji bo van kesan gelek giring in û her dem dixwazin ji aliyê hinekan ve bêne qebûlkirin û fikra hinekî dîtir li ser kiryarên xwe bizanibin û bên ecibandin.

Ev kesên ha, ger dil hebe ku bi kesên dî re têkiliyê çêkin û bikevin nav kom û civatan jî ji ber ku ev hunera têkilîdayîna wan tune ye di xwe re nabînin bi têkiliyeke weha rabin.

Sedemên vê nesaxiya kesayetê şermende ji hindê çêbûye, dê-bavê wan ew bi awayekî nerast mezin kirine, di dema mezinbûn û gewdebûnê de her dem rexne li van kesan bûye û hemberî wan helwesta redkirinê, parastinê û rêya asaniyê hatiye kirin lewre jî xwe ji têkilîdayîneke tekûz didin paş û ew bi demê re kovî bûne. Li ser vê mijarê lêkolîn hatine kirin lê hêj ti sedemên esehî tespît nebûne. Agahiyên zayendî û malbatî di vê mijarê de ron û zelal nîn in.
Ew kesên ha, xwe bi tenê, dilşikestî û bêçare hîs dikin. Her dem wisa difikirin ku kesên li derdora wan ji wan çêtir, jîrtir, jêhatîtir û xweşkûktir in. Ev kesên ha, tu carî aliyên xwe yên serkeftî nabînin û her dem dilê wan bi waswas e ku kesên dîtir dê kêmasiyên wan ên herî biçûk bibînin û tinazên xwe bi wan bikin. Ev kesên weha, piranî dixwazin bi tena serê xwe bin an jî tenê hevalek wan hebe. Baweriya wan bi xwe tune ye. Gava bi mirovan re têkiliyan çêdikin gelekî bi kelecanî dibin, dest û piyên wan bi lerzê dikevin û rûyê wan sor dibe. Sosyal fobî û depresyon bi van kesan re çêdibe.

Tedawî/Çareserî: Ev kesên ha, her çendî gelekî pêdiviya wan pê hebe jî zû bi zû bo çareseriyê serî li psîkîyatrîst an jî psîkologan nadin. Ji ber ku metirsiyên wan gelek in dibe tedawiya wan neçe serî. Dema terapiyê gava kêmasiyeke biçûk jî çêbibe ev kesên ha, zû bi zû xwe didin paş û ji rêyên çareseriyê digerin. Ancax ku ev kesên ha û şêwirmend û terapîstê wan bikaribin têkiliyeke ser binemayê baweriyê çêkin ew dikarin terapiyê dewam bikin. Wek tedawî jî, hunerên wan ên sosyal dikarin bêne xurtkirin, bi rêbazên reftarên têkilîsaziyê tedawî dikare bête bipêşxistin. Ger nesaxiya van kesan gihîştibe asta fobî/tirsa sosyal wê demê pêwîst e tedawîya dermanan bête pêkanîn

Li gorî krîterên Daneyên DSM-IVê;

Ev nesaxî di temenê gewdebûna zû de dest pê dike û di şert û mercên cuda de peyda dibe, bi vê re ev kesên ha ji civakê veder dibin, bi hest û dilînên xwe têr nîn in û li hemberî kawdanan zêde diltenik in.
Nîşaneyên vê nesaxiyê li jêrê bi çar (an jî zêdetir) nîşaneyan xuya dibe.
• Ev kesên ha, ditirsin rexne li wan bê girtin, ditirsin neyêne qebûlkirin û ditirsin bêne vederkirin lewre jî ew kes xwe ji aktîvîteyên pîşeyî ku bi ser têkiliyên pirkesî çêdibin, didin paş.
• Heta ku yeqîn nebin têne hezkirinê ew kesên ha naxwazin bi mirovan re têkiliyan çêkin.
• Ji ber tirsa ku dê fihêt bibin an jî dê tinazên xwe bi wan bikin di têkiliyên nêzik de asê dibin, lalûte dibin.
• Di rewşên civakî de ditirsin ku ew bêne rexnekirin an jî paxav bi wan neyê kirinê.
• Ji ber hestên xwe yên kêm gava li derekê bi kesên nû re bimînin dest û lingên wan li hev dialin û bêhna wan ditengije.
• Ev kesên ha, xwe di warê civakî de bêkêr dibînin, wek kesayet xwe di rasta xelkê de kêm û daşikestî dibînin.
• Ji tirsa ku dê fihêt bibin ev kesên ha naxwazin hewldanên kesane bi pêş bixin an jî qet nevên beşdarî helkeftên cemawerî bibin.

Psikolog Eda Gökduman
Wergera bo kurdî OMER DILSOZ

Derbar Çand Name

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply