Namiçiqe

Dema mirov nêzîkî devera pîroz dibe, devera ku jiyanê bi bedewiya xwe û jînenîgariya hembêz dike û dema mirov nêzîkî wêneyên şehîdan dibe mirov dibîne ku her kêlî bi serdêrên xwe re dibeşirin, ah wê demê mirov tê digihêje ku hîn jî bi saya canfedatiya xwe sax in ku hîn jî bi watedayîna ji jiyanê re sax in namirin.

Li goristanê tu kîjan gorê bixwazî tu dikarî gurza gulên xwe deyne ser, ji ber ku cenazeyên şehîdan wek gurza gula dilan di hêviyên nêz û çavan de dicivîne, wê demê li goristanê her kes wek hev û malbatek e.

Kêliya giyan bi biryar be, dil bi israre ku serdana hêlîna teyrikên bihûştê bike û bibêje: “Were dil û giyan çavrêyî we ne, bi hesret in ku careke din em rabin û bi newal..kaşan û çiyayan ve rabelikin… gav bi gav bîranînan hembêz bikin û qelemên azadiyê diyarî hev bikin…De werin ta ku bi Derwêşê Evdî re bilorînin û bibêjin: “Her peyvek bîranînek…efraz efraz xwe bi ser hibriyên dayikan de daqûl dike û kevoka azadiyê li bayê asman dike…”

Evîn Hesen

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply