Jimara dawîn ya Nûbiharê bi nivîs, çîrok, helbest û bi wergerên curbecur derket!
Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Süleyman Çevik di nivîsa Edîtor de dibêje, bi vê jimarê 24 cildên Nûbiharê tije bûne.
Rohat Alakom li ser Xwendegeha Mamosteyên Kurd “Têxnîkûma Kurmanca” ku di sala 1931ê de li Rewanê ava bûye nivîsiye.
Ayhan Geverî di nivîsa xwe de li ser belavbûna sûretê radiweste û di navbera vîrûsa ji Çînê hatiye û sûret û îmajên qedîm de peywendiyê çêdike.
Kaloyê Qizilê li dora 115 sal berê li gundê Qizilê ku li ser Sarîqamîşê ye hatiye dinê û paşê gelek nav daye. Ahmet Aras di vê jimarê de çend macerayên wî nivisîne.
Murad Celalî, di bîranînên waliyê Mûsilê yê Osmanî Ebûbekir Hazim Tepeyran de, li ser Kurdên Mûsilê û Alayên Hemîdiye nivîsiye.
Lêkolîner û dîrokzan Ismaîl Şemis derbarê fermanrewayiya Kurdan ya li Aras û Sebelanê de nivîsiye.
Nevzat Eminoğlu behsa xizmeta ku Sultan Selaheddîn û Dewleta Eyûbî ya ji bo Kurdan kiriye dike.
Demek berê Fatoş Guney li ser mêrê xwe Yilmaz Guney kitêbek nivisîbû. Rahmetullah Karakaya li ser sînemagerê mezin Yilmaz Guney nivîsiye.
Di vê jimarê de, bi Dimilî/Zazakî çîrokek ji Osman Aytar, nivîsek ji Şaban Şenateş û wergerek jî ji Melayê Cizîrî ji O. Faruk Çetînkaplan heye.
Occo Mahabad di vê jimarê de li ser mewlûdên Dimîlî/Zazakî nivîsiye.
Nihat Gültekin vê jimarê bi Dr. Nûra Cewarî hevpeyvînek çêkiriye.
Wekî din, Rojen Barnas, Berken Bereh, Sîpanî, Ferhad Pîrbal, Sidîq Gorîcan, Roşan Lezgîn, Mutî, Abdullah Can, Bamed Serdar, Abdullah İncekan, Mewlana Celaleddînê Romî, Konê Reş, Raif Yaman, Ahmed Arif, Kevok Mizgîn, M. Xalidê Ertoşî, Mehmet Arslan, ‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî), Evdilxaliqê Îsa û Lokman Polat keda dane vê jimarê…
Naveroka jimarê weha ye:
Süleyman Çevik/Ji Edîtor
Rohat Alakom/Xwendegeha Mamosteyên Kurd “Têxnîkûma Kurmanca” (1931-Rewan)
Rojen Barnas/Ez bi Hîvê Xapiyam
Ayhan Geverî/Vîral-Narration: Sûret, Îmaj û Iqtidara Teswîrê
Ahmet Aras/Kaloyê Qizilê
Murad Celalî/Bi çavê Waliyê Osmanî Tepeyran Kurdên Mûsilê û Alayên Hemîdiye
Berken Bereh/ismail beşikçi
Ismaîl Şemis/Aras û Sebelan û Fermanrewayiya Kurdan ya li wir (Wergera ji Farisî: Mes’ûd Xalid Gulî)
Sîpanî/Seqema Çile
Osman Aytar/Kewtena mîyanê kayêna talûke…
Nevzat Emînoğlu/Cihê Sultan Selaheddîn û Dewleta Eyûbî di Dîroka Kurdan de
Ferhad Pîrbal/Du helbest (Ji Soranî: Rêbîn Mihemed)
Dr. Nûra Cewarî: Ji bo xwendinê bavê min em davêtine xîretê, xîreta miletiyê! (Hevpeyvîn: Nihat Gültekin)
Sidîq Gorîcan/Şeş Haîkû
Rahmetullah Karakaya/Yilmaz Guney û du eşqên wî yên mezin
Roşan Lezgîn/Hubir (Wergera ji Kirdkî: Mahsûn Reşçelan)
Mutî/Dêlegur
Melayê Cizîrî/‘Emir Qedya bî (Kurmancî ra Açarnayiş: O. Faruk Çetînkaplan)
Abdullah Can/Seîdê Kurdî û îdîaya endametiya wî ya Teşkîlata Mexsûse
Bamed Serdar/Yûsif û Zuleyxa
Abdullah İncekan/Em û Kew
Şaban Şenateş/Viraştiş û Robereardişdê Kelîman Sero
Mewlana Celaleddînê Romî/Ez mest û tu dîwane (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
Konê Reş/Zimanheziya min ji gundê min Doda destpê kir
Raif Yaman/Warê Mayînan
Ahmed Arif/Ev Zîndan, Ev Qel û Qiran, Ev Bazara Can (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç)
Occo Mahabad/Dîroka Mewlûdên Zazakî
Kevok Mizgîn/Hêviya Bênavser
- Xalidê Ertoşî/Ey xewnê bo çi derew î?
Mehmet Arslan/Destara Felekê
‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî)/Ji Şa’îrên Nav Wendayên Kurd-3- (Ji Soranî û Ferhengok: Hêmin Omar Ahmad)
Evdilxaliqê Îsa/Bûka Baranê
Lokman Polat/Romana Destana Gilgamêş