Her kurdek li Xorasanê taybetmendiyeke mûzîkê û denbêja wî heye:
Li Evxanistanê madê bêhûşker zor dit , ast gihîşte heta zarok jî wî karî dikin , li ciha xelkêgunda hemû vî karî dikin û karekê minasib dibînin ew kesê vî karî neke li ba wan şerme , bêgoman dewlet li pê vê rewşe ye , piraniya xelkê Xorasnê zaravê kurmancî dibeyîvin , li qadeka wî bajarî hejmareka zor kim LOR hene lê pir kêm in , xwindevanên zanîngehê govarek bi zaravê kurmancî binavê (Dengê kurmancî) der dixen. hindek ji hûnermendan û nivîskaran pirtûkên xwe li wir derxistine , lê eger ez şaş nebim salî yekem car cejnî keltûrî dikin ji hemû cûreyên mûzîkê pêşkêş dikin , sedema pêşneketina keltûrî vedgerê bo nezanînê û kirîza darayî.
Kurd kengî û çawa û bo çi hatine Xorasanê :
Ev kurdên niha li Xorasanê ne bi çend qûnaxa gihîştine Xorasanê , pêş hatina îslam kurd li Xorasanê hebûn , ji ber vê li serdemê sûltan (Mehmudê Xeznewî ) kurdên Xorasanê beşdarî di şerê Sûmeriyan kir û çûn (Hêndistanê ) li wir carek din leşkerê kurdan ligel sûltan Mehmudê Xeznewî û (Tûxrol Begê ) selcûqî li herêma (Qûçan) , Awîqa û herêmên dinê şer kirin .
Niha hejmara kurdin Xorasanê çend in:
Niha sernivîseka rûn û zelal tineye û hijmara kurdên Xorasanênê nekiriye , li serdemê (Nadir Paşa ) da bajarê MEŞHED di destê kurdan de bû , kurd hema û mizget hebûn , belê paşî gûhartin bi serda hatin , niha tirk û faris li wer xwecih bûne , wê caxê (Mexolîya ) îran dagîrkir , ferman da ku hemû navên ( kurdî û farisî ) bigûhêrînin bo navê (Tirkî Mexolî ) evê jî gorzeka mezin li ferhengê îranê da , li ser demê (Şarezayê Pehlewî ) li dibistana xwendin bi zimanê kurdî û farisî bi rêve diçû , belê her ser demê vê rêjîmê kurd pir pelav bûn , ji ber wera zor zihmet e bizanîn hejmara kurdin Xrasanê çend e , lê miov dikarê bijît milliyonk û 200 hezar kurd li Xorasanê jîyan dikin ( hene ) .
Ji rojnameya “Herêma Kurdistanê” ku bi kurdiya Soranî tê belavkirin.
Zor spasî bo hevalê hêja Sadi Kêstey ku alîkariya wergertinê bi min re kir