Mele Ebdulhadiyê Comanî Kî Ye?

Ev pirtûk di 1963-64an de ji aliyê Mele Ebdulhadiyê Comanî ve hatiye nivîsandin.
Seyda Comanî kurê Mele Teyîb e, neviyê Mele Seîd e û di 1917an de li Comaniya Xerzanê hatiye dinyayê.
Mele Ebdulhadî xwendina xwe ya medresê li ba dersdarê bi navûdeng Mele Mihyedîn Hawêlî temam kiriye. Piştre li çend gundan meletî kiriye û dersa gelek feqeyan jî daye.
Ji vê pirtûka wî ya bi navê SÊKÊŞAN zêdetir, wî gelek helbest jî bi Zimanê Kurdî nivîsîne. Ji helbestên wî niha li ba me tenê ya ku li ser dilovaniya Mele Seîdê Kurdî nivîsîbû heye.
Di payiza 1997an de nusxeyek ji vê pirtûkê bi alikariya dostekî hêja gihabû min. Îcar çaxê ku min ew xwend, ez pir lê sêwirîm ku ev pirtûk jî dê weke “Îrşad-ul ‘Îbad”a nemir Xelîfe Ûsiv bibe bingeh ji bo Huqûqa Kurdî. Piştre min têkilî bi alîkariya Derwêşê Sado bi Mele Evdilhadiyê Comanî re danî ku destûr bide da ez pirtûka wî wergerînim tîpên latênî. Mam Derwêş gava çûye serdana Seyda û daxwaza min gotiyê, Seyda pir kêfxweş bûye û nusxeyekê bo min diyarî hinartiye. Min jî demildest pirtûkê veguhazt tîpên Latênî û di 1998an de jî weşand.
NAVEROKA PIRTÛKÊ:
TENBÎH/22
FAÎDE/22
HAZA ‘EQÎDET-UL ÎMANÎ/27
HAZÎHÎ ÎLTÎCAUHU ÎLEYHÎ SUBHANEHU WE TE`ALA/36
KEşF-UL FERAIZ/44
FESLUN FÎ BEYANÎ E‘DAD-ÎL WERESETÎ/47
FESLUN FÎ BEYAN-ÎL FURÛZÎ/48
FESLUN FÎL HUCBÎ/53
FESLUN FÎ IRS-ÎL EWLADÎ/60
FESLUN FÎ IRS-ÎL HEWAşÎ/62
FESLUN FÎ IRS-ÎL CEDDÎ ME‘EL HEWAşÎ/68
FESLUN FÎ USÛLÎL MESAÎLÎ WE MA YE‘ÛLU MÎN HA/79
FESLUN FÎL MUNASEXATÎ/95
FESLUN FÎ BEYANÎT`TERKETÎ/109
FESLUN FÎR‘REDDÎ/111
FESLUN FÎ ZEWÎL EHRAMÎ/120
Çend malik ji pirtûkê:
Dikim hemdek bo Xwuda her dewam
Didim pur selat û didim pur selam
Li ser wî Resûlê ji bo me şefî‘
Li ser al û eshabê wî tev cemî‘
We be‘do, niyet min heye weqt û hal
Nezim kim çi esbabê kufr û delal
Çiku sehwê kim em ji ehlê zeman
Kelîmatê kufrê dibêjin ‘eyan
Xusûsen di weqtê qîtal û hewar
Dibêjin gelek gotinê pur xedar
Hisab nakin wan gotinan qet‘î şey
Ne xewf û ne tirs û ne tewbe li pey
Ne me‘zûr e cahil bi wan gotinan
Gelek hal fena ye, mûsîbet giran
Ku mademkî wa ye, min kir pur se‘î
Li vê nezmê, ser Mezhebê Şafi‘î
Çi esbabê kufrê bikim ez beyan
Serîh û muewwel du qism in, bizan!
Serîh ku sudûr bû digel i‘tîqad
Weya çi bi şeklê tinaz û ‘înad
Ji Îslam û dîn ew dike îftîraq
Dişewte sewaba ‘emel bî ttifaq
Wuha ew dimîne di wê muddetê
Dewama li ser kufr û ser riddetê
Pirtûk di 1998an de li ser navê weşanxaneya min (Pencinar Weşanxaneya Çanda Kurdî) li Swêdê hatiye weşandin.
Bila rihê Mele Ebdulhadî şad be û gora wê behişt be.
16/ 09/ 2021
Zeynelabidin Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply