Ey kurd,
Ey kurdîhezên kurd,
Ey çîrokhez,
Ey kurdên welatperwer….
Ku tu bixwazî çanda kurdî pêşbixî û pêşbikeve,
Ku tu dixwazî çanda kurdî wenda nebe,
Ku tu dixwazî çîrokên kurdan di navcihanê de bela be,
Ku tu dixwazî çîrokên me di bin axa veşartî de derkeve der
Ku tu dixwazî çirokên bav û kalên me bigihîje zarokên me
Ku tu bi xwazî êş, jan, derd, şahî, xweşî, bûyerên, bawerî û şîretên kalên me em pê bizanîbin
Ku tu bixwazî xwe nasbikî,
Ku tu bixwazî çanda xwe nasbikî,
Ku tu bixwazî gelê xwe bidî naskirin,
Ku tu dixwazî dijmin nebêje ku“Kurd bêçand e”
Ku tu bixwazî çîrokan bi zarokên xwe re parvebikî
Ku tu bixwazî tehma zimanê xwe bibînî,
Ku tu bixwazî çanda xwe hîn bibî,
Ku tu bixwazî çîrokên xwe dewlemend bikî,
Ku tu naxwazî çîrokên me wenda nebin,
Ku tu bixwazî çîrokên me bibin pirtûk,
Ku tu bixwazî çêrokên me bigihîjin zarokên me…
Çirokên ku hûn dizanin binivîsînîn, ku hûn nizanin jî ji dê, bav, xal, xaltî, pîr û kalên xwe guhdar bikin û dengên wan tomar bikin û bidin nivîs karên kurd.
Çanda me dewlemend e, çîrokên me gelek in lê em pê nizanin, em qimeta çîrokên xwe nizanin, ku em çîrokên xwe ne nivîsînin wê çîrokên me wenda bibin.
Ji bo vê nivîsandina çîrokan pir girînge. Ku kîjan mirovên me dimirin çîrokên me jî pê re diçin û pê re dimrin.
Em ji bîrnekin mirina pîr û kalên me mirina çîrokên me ye jî.
(Ev nivîs ji nû ve hatiye sererastkirin)
Paşa Amedî