Mîrê Pisîkan û Mîrê Mişkan

Li welatekî ji çavan dûr pisîk û mişkên bi aqil hebûn. Pisîka dikir nedikir nedikarî mişkan bigrin û wan bixwin.

Rojekê mîrê pisîkan gazî mîrê mişkan dike û dibêje: “Em pisîk em ê herin hecê û em dixwazin li hev bikin. Em dixwazim di navbera pisîk û mişkan de aşîtiyê ava bikin.”

Mîrê Mişkan: “Ez ê bi aqilmendên me re bişêwirim. Li gorî rewşê ez ê xeberê bidim te.”

Mîrê mişkan vedigere û rewşê ji aqilmendan re vedibêje. Di nava aqilmenda de mişkekî kor hebû û got: “Bawerî bi Pisîkan nayê. Wan pisîkan çavên min kor kirine. Dijminên bavan nabin dostên lawan.”

Mîrê mişkan radibe û qasidekî dişîne qesra mîrê pisîkan. Qasid vedigere û dibêje: “Mîrê min, mîrê pisîka hatiye îmanê. Şaşik girê daye, tizbî di dest de ye û şev û roj taetên xwe dike.”

Mîr: “Here bêje em ê li hev bikin bila roj û cih nîşan bikin em ê werin wir.

Qasid vedigere qesra mîrê pisîkan û fikira mîrê xwe vedibêje. Mîrê pisîka dibêje: “Bila hemû werin têkevin nava tenûrê de em ê jî li wir bin û em ê li hev bikin.”

Qasid vedigere û rewşê ji mîrê xwe re vedibêje. Roja hevdîtinê hemû mişk tên dikevin tênûrê. Mîrê pisîkan jî tê û silav dide wan û pirs dike: “Hûn hemû li vir in?”

Mîrê mişkan: “Belê em hemû li vir in.”

Mîrê pisîkan çavika tenûrê digre û dibêje: “De ka îca kî yê we ji destên me xilas bike.”

Piştî ku Hz. Îbrahîm pûtê bajar tev şikandin û bizrê xwe danî ser pûtê herî mezin Nemrûd ew sûcdar dît. Cezayê şewitandinê da Hz. Îbrahîm. Her malek barek êzinga anîn û êzingên anîn dane ser hev û agir pêxistin.

Nemrûd, Hz. Îbrahîm bi manciniqê avête nava agir. Xweda Teala izin neda agir û êzing laşê Hz. Îbrahîm biêşînin. Êzing bûne masî û agir jî bû av.

Dibêjin ku piçek agir wek xwe mabû. Kimkimê hatibû pif dikir agir da agir geş bibe. Kelûlê jî bi devê xweyî biçûk av dianî bi agir de dikir.

Hz. Îbrahîm ji Kimkimê pirs kir: “Ey heywanê Xwedê. Ev agirê biçûk nikare min bi şewtîne. Çima tu pif dike agir?”

Kimkimê: “Belê, dizanim nikare tiştekî bi te bike. Lê dîsa jî tu dijminê min î û dixwazim aliyê xwe eşkere bikim.”

Hz. Îbrahîm li Kelûlê dizîvire û dibêje: “Ey heywanê Xwedê, tu çima xwe di betilîne. Ev agir nikare tiştekî bi min bike?”

Kelûlê: “Belê dizanim ya Hz. Îbrahîm. Keyfa min gelekî ji te re tê. Ez aliyê te digrim û dixwazim aliyê xwe eşkere bikim.”

Berhevkar: Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply