Di hejmara pêşî, Mîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan, wiha nivîsandiye:
(Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê Ko bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike jêra divêt, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî dine û (Silav li sifra hazire). Berî 300 salî Ehmedê Xanî nav di milletê xwe de dida û digot:
Enwa´î milet xudan kitêbin
Kurmanc bi tenê dibê Hesêbin
Herçî Evdilqadirê Koyî di pey Xanî re û berî 50- 60 salî, gava temaşa dinyayê dikir û didît ko her tiştên dinyayê guhêrîne, û ji xwendinê re awayîne nû çêbûne û bi tenê bi xwendina medresan, berê Kurdan naçe serî, dinalî û digot:
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zimanî bawe
Belê Xanî digot (Bixwînin), Koyî li gora wextê Xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: (Bi awayê nû bixwînin). Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan, menfîetên xwe ên şexsî, di ser menfîeta millet re girtine, ev miletê belengaz wek kerîkî pez, dane ber xwe, ew dotine..)