Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û Rojnameya Roja Nû

Gotinên Mîr Celadet Bedirxan rastin. Wî bi mebesta derçûna rojnameya (Roja Nû), gotarê bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Wek ku diyare roja îro jî, em merheleyeke dîrokî û nû re derbas dibin û va berê serok Masûd Barzanî li Amerîka ye, Xwedê wî biwefiqîne û bi serketin li me vegerîne…

Ez jî bi hêvî me ku, em di vê merheleya nû de yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor vê merheleya nû Kurdistana xwe ava bikin..
Rojnameya Roja Nû bi zimanê Kurdî û Firansîzî dihat weşandin, ji 4 rûpelan pêk dihat 3ê rûpel bi Kurdî bûn û yek bi Firansîzî bû, ji hejmara 49 an û pêve hejmarek bi Kurdî û yek bi Firansîzî hatiye weşandin.

Tevî ku (Roja Nû) rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda Kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên beşê Kurdî diyar bike ji bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedirxan, ew jî ev bûn: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî..

Konê Reş, Qamişlo

Derbar Konê Reş

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply