Min xwend hûn jî bixwînin!!!

Ez brêz Lokman Polat ji zûde dinasim û em herdu jî i swêdê dijîn. Lê niha gavekî wî li swêd yek li welêt e.
Min di nava nivîskarên kurd ku bi qasî brêz hewldana zimanê kurdî û nivîsandina berheman dike nedîtiye. Bi înad û bê westan baş dizanim ku karê wî tenê xwendin û nivîsandina kurdî ye. Bi vê yekê gelek berhem li pirtûkxana gelê xwe zêde kirî ye.
Ez xwendevanekî zîrek im, lê ne rexnegir im. Pirtûkên dikeve destên min zû deqînim. Ya brêz Lokman jî ya bi navê ” “Trajediya Evîndaran” qedand û destxweşiya wî dikim.
Di wexna xwe de dîtina Feqiyê Teyran û li gel wî sohbet kirin, helbet xweş û delal e. Lê ya xweştir ew ku di nav xewnên xwe de herdu jî behsa gelek tiştên rastî dikin ku divê mirov li ser wan rawest e.
Bi vê berhema xwe brêz Lokman mirov li kurdistanê digerîne, dibe ba Feqiyê Teyran.Li wanê li Miskê dike mêvan. Xweşî û hêjayên Kurdistanê bi mirov dide tehmandin.
Bi kurdiyeke xweş û herikbar ev berhem hatiye nivîsîn. Loma jî sipasî nivîskarê delal Lokman Polat dikim ku ew her hewldana nivîsandina berhemên xwe bi kurdî dike.
Her berhemekebi kurdî dewlemendiya pirtûkxana gelê me ye. Her berhemek bi kurdî hewldan û teşwîqkirina mirovên me ye ku li zimanê xwe xwedî derkevin.
Ez bi xwe ne rexnegirekî berheman im. Di vî warî de gelekî nezanim. Loma dibêjim destê hêja Lokman Polat sax be. “Trajediya Evîndaran” berhemeke xweş û herikbar e. Bi zimanekî xweş û kurdiyeke delal hatiye nivîsîn. Di vê berhema xwe de brêz gelek tiştên ku dive mirov li ser rawest jî bi me re dide zanîn.
Ji ber vê wî pîroz dikim û her serketin û berdewamiya karê nivîsandina wî dixwazim.

Bube Eser facebook

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply