Miletê min, her bilind be rûmet û nîşanê tu…
Tu hêwinga şêr û mêrxasan, hemî rêzanê tu…
Lew Selaheddîn û Keyxusrew kur û yaranê tu…
Xweş dixemlînî cihanê pêşewa însanê tu…
Stêrka birca şeref ew bext û îqbalê te bit…
Xelk û însanên dinê rêwengiyên kerwanê tu.
Serkaniya îlm û îrfanê welatê te’y qedîm.
Mezopotamyaya antîk, navenda cihanê tu.
Tu ne muhtacê cihanê, çi ji şerq û çi ji xerb..
Tu yî baran û bihar, ew hewceyên ezmanê tu.
Guh nedî Rûs û Stalîn, Îngilîz û Rom û Çîn
Wê tifaqa te biçit, wêran dibit eywanê tu
Karker û pale û cotyar, zane û sermayedar
Wek hevin, ew ne cudane, bin sîya sihwanê tu
Ma ne ew bûn tu kirin sed parçe û kuştin hemî?
Rewş û bihar û gula war û welat û xanê tu
Dem demek tenge, hezaran dijmin û mar û gurin.
Da welatê te nebit ew dojeh û zindanê tu
Dewletên cîran kirin zilm û sîtem bê hedd û qeyd
Em brîndarin, ewin esbabê derd û janê tu
Ma biratî, wekhevî, sulh û edalet hinde zor?
Çare ev: Ger bibine insan ew wekî însanê tu
Ma dizanî Rûstemê Zal Kurde ew şêr û leheng?
Canfida û qehreman, merdê di nêv meydanê tu
Ma ne Şêxê Xanî got ew gotina rast û bedew?
Got: Bi resmê Rustemî, ew stêrka keywanê tu
Got: Bi bezlê Hatemî, merdî, dilovanî, çeleng
Ehlê esrar û dile, ew murşidê irfanê tu
Ew hemî şêx û melane, wan zimanê te nivîst
Şerefin bo te hemî, nekî bihanew manê tu!
Şîretên Şêxê ezîz Şêx Ehmedê Xanî bizan!
Melhemên derdê tene, ew çare û dermanê tu
Şerefa te, serbilindî ew di rêça wan de ye
Dîn û dewlet pêve tê, sondixum b’ Yezdanê tu
Ma kiye mîrê Cizîrê, Mîr Bedirxan û Şeref?
Mîr Şerefxanê li Bidlisê cihê zozanê tu
Ew hemî mîr û begin, lew pêşivane milletin.
Parastin war û ziman, billahî parêzvanê tu
Kerbelayî, Axtepî, Şêxên Cizîrê kîne ew?
Seyd Elî, sed wek Melane, şair û rêzanê tu
Guh nedî Rûsê derewkar, ew neyarê bav û kal
Qatilê Qazî Mûhemmed pilingê meydanê tu
Da bi xwînî wesyeta Qazî, hemî dîn û welat
Rûsîyah xayintî lê kir, wan şikand peymanê tu
Bedî’uzzeman û Şêx Seîd, Şêxên li Barzanê leheng
Ne ji wan ba, tu nemabûyî di bin ezmanê tû
Heqperestî û wefa tiştên xweşin, nankorî pîs!
Da bike Rehmê li te ew Xaliqê Yezdanê tu
Bitrî û harî ne layîqê te yê pak û ezîz!
Guh nedî bêbext û pîsan, ew dijminên canê tu
Bê serî mayî ji hinga ew kirin sergum û dur
Da ne avêjî tu ‘eslê xwe, ewin mîzanê tu..
Ger tu bêjî ev bege, şêx e, melaye, mîreke!
Gundîye, bajarîye, kî ma di nêv meydanê tu
Wan dikir sulha eşîran, rakirin kîn û nevîn..
Jar û feqîr û bêkesan re dibûn sêhwanî tu
Ne ji wan ba, wehşet û zilm û nebaşî zêdetir
Wê biba wek cehnemê deşt û çîya, zozanê tu
Ser Cihanê Milletan hindê nekir itham û zor ..
Ger nebî yek! Wê bikarin te hemî cîranê tu ..
Ingilîzan tu binêr hemî qral û beglerin…
Îsweç u Denîmark û Japon wek mîrek û merdanê tu
Tîbetê b’nêre qedrê dîn û welatê xwe dizan
Ew neyarên te ne şaşkirine heval û canê tu
Da tifaqa te nebit, da bikne bindest û esîr!
Guh nedî wa, terk nekî da rêçik û rêzanê tu
Nav ingilîzde qral, mezinê dîn û millete
Xatirê dêrê pire, ziddê siyasetvanê tu!
Lazime dûrbî ji wan tiştê tifaqê re zerer
Ger ne, nabîne hizûr û xweşiyê insanê tu!
Tê herî, winda dibî wek yê di tarîxê de çûn!
Wekî Babîl û Trak, wek Îskit û Alanê tu
Pêşîya gotin: “Giyayê hewşê tehle” ey ezîz!
Bes daruyê derdê te ev, çare û dermanê tu.
Îrşad Seyda/ Cizîrî
Tebax 1991 ~ Cizîra Botan