Mewlûd (Xutbe)

 

لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِي رَسُولِ اللَّهِ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ وَذَكَرَ اللَّهَ كَثِيرًا (21) الاحزاب

Bawermendên birûmet!

Ji berî hatina pêxemberê me  Muhemmed Mistefa  bi bal dinyayê ve, mirovahiyê temamê nirxên xwe winda kiribûn. Ji hezkirin, dostanî, biratî û dilovaniyê eser nemabû. Mirov dihatin kuştin û zarokên keç bi saxî dihatin xistin di bin erdê de. Di demeke ku zilm û zorî gihiştibû asteke herî bilind, Xuda pêxemberê me anî dinyayê. Bi hatina wî re, Xuda mirovahî ji dema cahiliyê xilas kir  û dema xweşî û seadetê dest pê dikir. Hêj cîhan bi avêtina rojê ronahî nebûyî, bi nûra pêxemberê me ronahî bû. Bêguman rojbûna wî di dîroka mirovahiyê de, bûyera herî girîng e. Ew di sala 571ê zayînê, li gor sala heyvê, di sehara sibeha 12ê meha Rebîûlewelê de, hatiye dinyayê. Roja Çarşemî (29.10.2017) pêşiya me  roja rojbûna Pêxemberê me ye li we û alema Îslamê pîroz dikim. Hêvîdar im ku bibe sedemê edalet, wekhevi, aştî û biratiyê.

Misilmanên birûmet!

Di jiyana me ya dînî û exlaqî de, mînakê herî qenc û kesayetê herî mezin, bêguman pêxemberê me Muhemmed Mistefa ye. Gava em lêkolînê li ser jiyana pêxemberê me dikin, ew taybetmendiyên wî bi awayekî zelal tên xuya kirin. Pêxemberê Xuda, kêmasiyên tu kesî li rûyên wan nedida, gava ku tevgereke şaş bidîta bê ku xwediyê wê bide eşkerekirin, ew şaşî rast dikir, xeberdana kesî nedibirî, heta ku xeberdana wî dewam bikira her tim guhdarî dikir. Lêkolîn li ser rewşa taybet a tu kesî nedikir, mijarên ku wî eleqeder nekira pê mijûl nedibû, xirabiyên li hember wî dihatin kirin efû dikir bi şertê di wê xirabiyê de li hember Xuda bêrêzî nebe firset biketa destê wî jî heyf hilnedida û bê ku cudahiyê bêxe di nav piçûk- mezin, xîzan-dewlemend û efendî-koleyan de, wek hev digirtin.

Misilmanên birûmet!

Pêxemberê me mirovek merd bû, ji qedirdayînê pir hez dikir. Tişta ku biketa destê wî li mirovên belengaz û hejar belav dikir, tu kes destvala venedigerand. Temamê îş û karê xwe bi teşeyeke rêkûpêk dikir, dema xwe bi valayî derbas nedikir. Ji rastî û dirustiyê cuda nedibû. Soza ku bida dianî cî.  Bi henekî bûya jî derew nedikir. Ji berî ku bibe pêxember jî, bi ewlehiyê dihat nasîn. Xudayê mezin di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Sond be ku ji bo we, di Resûlê Xuda de, ji bo wî yê ku Xuda Teala û roja dûmahiyê hêvî bike û Xuda Teala bi bîra xwe pir bîne, nimûneyek qenc heye.”[1] Di ayeteke din de wiha dibêje: “Bi rastî tu xwedî exlaqekî mezin î.”[2] “Bi sebeb dilovaniya Xuda tu li wan nerm û helîm bûyî.”[3] “(Ya Muhemmed!) Me tu ji cîhanîyan re şandî, da ku tu her ji bo wan bibî dilovan.”[4] Pêxemberê me jî di hedîseke xwe ya şerîf de , wiha dibêje: “Qencê we ew e ku xwediyê exlaqê herî qenc be.”

Bawermendên birûmet!

Ji bo vê yekê pêwîst e em pêxemberê xwe baş nas bikin û jiyana wî ji xwe re bikin destûr. Ew kitêbên behsa exlaqê wî yê qenc dikin bixwînin û bidin xwendin! Hê di piçûkatiya zarokên xwe de pêxemberê wan bi wan bidin naskirin û hezjêkirina Xuda û pêxemberê wî bêxin dilê wan. Pêxemberê xwe ji xwe re bêxin mînak û ev riya ku wî nîşan daye tê de bimeşin.

[1]  El-Ehzap 21.

[2]  El-Qelem 4.

[3]  Alî Îmran 159

[4]  El-Enbiya 107

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply