Zimanên Herî Bi Hêz

Niha li ser dinyayê bi  6 hezarî behtir zimanan tê axaftin. Ji vanan axaferên 2 hezar zimanî dibin hezar kesi de ne. Li gor lêkolîna Kai Chan tene 15 ziman ji bo pewendiya nivê dinyayê bikar tê.

Kai Chanê ku li dibistana INSEADê dixebitê ku INSEAD li firansayê di nav dibistanên herî baş de ye, li ser derfetên ziman lêkolînek kir.

Kaiyê ku lêkolîna xwe bi temamî li ser bingeha daneyên jimarî avakiriye got divê ev xebat wek xweşikahiya zimanan newê fehm kirin ev xebat tene li ser jimareyan hatiye avakirin. Kai pîştî lêkolîna xwe bi navê “the power language index” ango îndeksa Hêza Zimanan rêzek amadekir.

5 fersend û 5 krîter

Li gorî lêkolîna Kai bi saya hunera ziman 5 firsend tên bi dest xistin. Li gorî vê jî 5 krîterên ku hêza zimanan diyar dikin hene.

Erdnîgarî – di geştûguzariyê dee bikaranîn

Aborî – di jiyana aborîyê de bikaranîn

Ragihandin – di pewendiyên di nav mirovan de bikaranîn

Agahî û çapemenî – gihiştina agahîyan û standina nûçeyan de bikaranîn

Dîplomasî – di têkîlîyên navdewletî dê bikaranîn

20 zimanên herî bi hêz

Zimanên herî bi hêz nebûne suprîz

  1. Îngîlîzî
  2. Çînî
  3. Fransîzî
  4. Îsbanyolî
  5. Erebî
  6. Rusî
  7. Almanî
  8. Japonî
  9. Portekîzî
  10. Hîndî
  11. Katalonî
  12. Talî
  13. Flemenkî
  14. Malayî
  15. Lehî

Ji bo hemû zimanên di rêzê de bitikînin»

Di rêza zimanên herî bi hez de Kurdî di rêza 89emîn de ye

Amadekirin: Ridwan Xelîl
Çavkanî: Kai Chan, INSEAD

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply