Rê û Rêbazên Ciwanbûnê

Di demên dawî de rê û rêbazên ciwanbûne gelek populer in Wekî her deverê cîhanê, li welatê me jî, yên bala xwe didin estetîk û ciwanbûne roj bi roj zêde dibin.

Di heyamê 30-40 salan de, di qada ciwankarîye de pêşketinên mezin qewimîn. Gelek alavên ciwankarîyê hatin îcad kirin. Rê û rêbazên bêameliyat, sivik, bêêş û mirov ji kar dûr nedixin berbelav bûn. Ji ber vê yekê ne wekî berê tenê li bajarên mezin, edî her bajarî navendên ciwankarîye hatine avakirin.

Berê, di nava gel de estetîk tenê liyaqî hunermend û dewlemenda dihat dîtin lê niha ne wisa ye. Aniha rewş guherî ye, mirovên ji rêzê jî  dibin telebkare estetîke û civak jî karûbarên estetîke weke tiştekî normal pêşwazî dike.

Biborin!

Min despêka nivîsê piçek dirêj kir. Aniha ezê werim ser mijara me ya sereke; rê û rêbazên ciwanbûne. Di vir de ez ê babet bi babet, kurtasî behsa tiştên li navendên estetîkê tên çêkirin bikim.

1-LÊNÊRÎNA CÎLD

Lênêrîna cîld; paqijkirina cîld a ji kur ve ye. Ewil cîld tê dezenfektekirin dû de bi dûkela(hilme) germ an jî bi alîkariya makîneyê, cîld tê germ û nerm kirin,  nuxtikên reş tên paqijkirin. Bi alîkariya amûrên taybet tebeqeya cîld a serveyî tê rakirin(microdermabrazyon), li gorî hewcedariya cîld krem an serûmên lekeyan, yên spehîbûne bi alîkariya maskeyan tên tetbîqkirin. Di dawiyê de cîld paqij zelal û xweşik dibe.

Lênêrîna cîld û maske

2- QEŞARTINA KÎMYAYÎ

Bi solûsyonên asîdî(kezab), çerm te qeşartin. Tebeqayên çerm yên  serveyî  tên rakirin. Piştê qeşartinê, tebeqeyên çerm yên  saxlem mayî, çerm ji nû ve ava dikin. Çermê jinûve çêbûyî spehîtir e. Qeşartin 5-10 xulekan diajo ye. Qeşartin ne biêş e, rûyê mirov hindik disoj e. Ji bo encameke baş hewcedariya 5-6 seansan heye û divê zivistanê bê çêkirin.

3- BOTOKS

Botoks dermanekî li ser masulkeyên bibandor e. Bi alîkariya derzîyan tê tetbîqkirin. Masûlkeyên liser rûyê mirov yên dibin sedema xez û qermîçokan, bi botokse tên ferckirin/bêlivkirin û qermiçok demkî holê radibin. Bi botoks, birû poz û quncikên devê mirov jî tên rastkirin. Bandora botokse 3-8 mehan diajo.

Tetbîqkirina botokse

4- MADEYÊN TIJÎKER

Madeyê herî zêde ji bo tijîkirinê tê yê bikaranîn hyaloranîk asîd e. Bi hyaloranîk asîd xez qermîçok an jî cihên hecmê wan kêmbûyî tên tijîkirin. Hyaloranîk asîd wekî  sûngerê ye, avê dimijê û hecmê xwe mezin dike. Piştî tetbîqkirinê, hyaloranîk asîd di bin çerm de cîbicî dibe, ave dikişîne ser xwe û cihê xez an qermîçok lê heyî diwerimîne, dûde xêz û qermiçok rast dibin nên xuyakirin. Bandora tijîkeran derdorê salekê diajo.

Tijîkirina lêvan

5- BENIKÊN ŞIDANDINE

Bi Benik an dezîyên ji hîdroksîapatît çêkirî, çermê rûyê mirov tê şidandin. Li ser van benikan gelek stirî hene. Bi alîkariya derzî û lûleyên tenik van benikna li bin çermê mirov tên cîbicî kirin. Dû de ev benik berbijor ve tên kişandin û daliqandinên li ser rûyê mirov tên rastkirin. Hîdroksîapatît di heman demê de hilberîna kolajene jî zêde dike di dawiya de cîldekî ne deliqyayî û xweş çêdibe. Bandora benikan 1-2 salan diajo.

Cîbicî kirina benikan

6- PRP Û MEZOTERAPÎ

PRP û mezoterapî du rêbazên  dişibin hev in. Bi alîkariya derzîyan sêrûm an derman tên tetbîqî binê çerm kirin. Di PRP de, ji xwîna mirov serûm tê amadekirin. Di nava vê serûme de gelek madeyên cîld nû dikin hene. Di Mezoterapîye de vîtamîn an dermanên cîld xweyî dikin û hişyar dikin hene. PRP û mezoterapî seans bi seans tên kirin ji bo leke daliqandin û xezên tenik kêrhatî ne. Mirov dikare PRP û mezoterapîye bi amûrên weke dermapen û dermaroller jî tetbîq bike.

Bi dermapen îstîmalkirina mezoterapî ye

7- RADYOFREKANS

Bi alîkariya pêlên radyofrekanse cîld ji nû ve te modîfîyekirin. Pêlên radyofrekanse, bêyî zirarê bidin rûyê çerm, dikarin tebeqeya binê çerm germ bikin. Piştê binê çerm zêde germ bû hilberîna  kolajen zêde dibe çermê lawaz ji holê radibe cîldekî şidyayî û saxlem pêk tê.

Radyofrekans

8- LAZER

Tîrêjên lazerê li gorî reng ê cîldê mirovan bandorê dikin. Heke cîld tarî û bileke be, cîld dişewitînin û tehrîp dikin, ne tarî û bêleke be tu zirarê nadin cîld. Qada ciwankarîyê gelek cûreyên lazerê tên bikaranîn. Lazer, gorî frekansên tîrêjan tên kategorîzekirin. Her cûreyî lazerê xwediyê bandoreke cûda ye, hinek şanika jê dibin hinek varîsan jê dibin…   Lazer gelemperî ji bo, jêbirina leke û mûyan û jêkirina şanikan tên bikaranîn.

Bi lazerê jêbirina mûyan

9-ULTRASONA BIFOKÛS

Bi pêlên dengê/sewte yên taybet, di tebeqeyên binê çerm de xisarên pîçûk tên kirin. Bi vî awayî çerm ji bo xwenûkirine tê hişyarkirin. Ultrasona bifokus bi taybetî binê çerm rast dike. Ji bo dermankirina qermîçok û deliqandine kêrhatî ye. Bandora ultrasona bifokus 1-2 salan didome.

Bikaranîna ultrasona bifokus

Gelek rê û rêbazên ciwanbûne hene. Ji van her yekê taybetmendîyên xwe cûda hene.

Hewcedariya me ji van heye an na ?

Ji bo me kijan baş e ?

Em xweserê nikarin biryareka rast bidin. Pêwîste ku ji bijîşkekî estetîke alîkariyê werbigirin.

Têbinî: Ciwan, rindik, bedew, delal, xweşik, spehî, peyvên nêzwate ne. Di karê estetîke de armanc him xweş xuyabûna him jî ne îxtiyar xuyabûna. Min peyva “ciwanbûn” bikaranî. Ji ber ku ciwanbûn him xweşxuyabûnê him jî neîxtîyarxuyakirinê dihundirîn e.

Dr. Rodî Zanyar

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply