Dibistan; gelo mirovan pêş ve dibin û wan digihînin û dikemilînin an mêjiyên wan dişon û wan fehmekor û kedî dikin û rastî û heqîqetên xwe li wan ferz dikin?
Dema ku em li ferhengê li wateya dibistanê dinêrin em dibînin ku wiha dinivîsîne: “Cîyê taybetî yê xwendinê û dersdanê û perwerdekirinê; cîyê ku bi taybetî ji bo karê xwendinê û dersdanê û perwerdekirinê hatiye amadekirin, mamosta tê de ders didin xwendekaran û xwendekar tê da ji mamosteyan ders digirin û bi wî awayî tên perwerde kirin.”[1]
Lê gelo ka perwerdeyî tê çi wateyê? Ka em lê binêrin. Wateya perwerdeyîyê ev e: “Tevahiya kar û xebat û çalakiyên fêrkirin û hînkirin û gîhandina mirovan; tevahiya kar û xebat û çalakiyên ku babetê wan fêrkirin û hînkirin û gîhandina mirovan e, bi rîya wan kar û xebat û çalakîyan mirov tên fêrkirin, tên hînkirin û tên gîhandin.”[2]
Dema ku ez li wateya van peyvan dinêrim ev xala girîng bi awayekî diyar xuya dibe û mêjiyê min mijûl dike: gîhandina mirovan. Ka em li ferhengê binêrin gîhandina mirovan çi ye û tê çi wateyê? Gîhandin; “bi mana têwkirî wek termeka civatî, kesê ku di dibistanek da, di xwendegehek da dersên xwendinê jê ra hatine dayîn û bi riya xwendina wan dersan bûye kesekî/a serwext û zana û yan li ser hin babetan bûye pispor jî.”[3]
Dema ku em li perwerdeyiya di roja me da a ku li dibistan û fêrgeh û xwendegehan da tê dayîn dinêrin em leqayê çi tên? Gelo bi rastî jî ew perwerdeyiya ku tê dayîn çiqas çê ye û zarok û xwendekaran çiqas pêşve dibe û çiqas dike ku ew bi serê xwe bifikirin û têbigîhîjin? Bi rastî jî amanc û mebesta perwerdeyiyê gîhandin û pêşvebirina mirovan û fikr û raman û ramînên azad û serbixwe ne an şûştin û korkirina mêjiyên wan û kedîkirina wan e? Mixabin di roja me ya îroyîn de li pirî welatan pîr û pergaleka perwerdeyiyê a formalîst hatiye avakirinê û hinek şekl û şemal û formên diyarkirî hene ku ji aliyê desthilatî û rêveberiyan ve hatine afirandin û bi van rêyan tê xwestinê ku hemû xwendekar û şagirt wekî hev xuya bikin û wekî hev bifikirin û wekî hev bitevgerin. Li gorî van pîr û pergalên perwerdeyiyê rêyên rast bi tenê ev ên wan in ji xeynî ev ên ku wan diyarkiriye tevekî rê çewt û şaş in. Ji bil rastiyên wan ti rastî tune ne. Divê ti kes derneyê dervayê sînorên ku wan xêzkiriye. Li gorî wan û raya giştî kesên ku ji wan sînoran derkevin tev ji rê derketî û xerifîne. Bi çavekî nebaş li wan kesan tê nêrîn. Ev xayîn û neyarên çand û nirx û norm û gel û welatên xwe ne(!) Ew ji bo kesên nepenî û tarî dixebitin(!) Wan li hember pîr û pergala heyî serî hildaye(!) Amanca û mebesta wan xerabkirina hizûr û pêkvajiyana civakê ye û hwd. Bi vana teveka têne tohmetkirin. Lewra di roja me ya îroyîn de fikr û raman û ramînên azad mîna tûtikeka(mirîşk) li ber sekeratê dipirpite li dibistana.
Di sala 1971’ê de Îvan Îllich di pirtûka xwe ya bi navê Civata Bêdibistan(Descholling Society) da li ser vê mijarê radiweste. Li gorî bîr û baweriyê Îllichî hemû dibistan bi awayekî sîyasî û aborî, parçeyek sîstema îstîsmarî ne û divê rêxistineka wusa bê avakirin ku her kî, kîngê bixwaze çi hîn bibe, li dera ku hewcedariya wî/ê pê heye hîn bibe.[4] Pirî cara ez vê hevokê ji devê hin mamosteyên hevalên xwe û ji devê pirî kesên din dibîhîsim: “Ji bo civateka şareza û pêşketî pêdivî bi perwerdehiyê heye.” Belê rast e ji bo pêşveçûn û geşebûna civakê pêdivî bi perwerdehiyê heye lê bi perwerdehiyeka çawa? Awê ku em dizanin di roja me ya îroyîn da pîr û pergala perwerdeyiyê a pirî dewlet û komaran dişibin hev û hema hema rêvebir û desthilatên wan dewletan tevekî jî dixwazin civateka ku dişibe garan û keriyê biafirînin. Dixwazin mirovên di nav civakê de zêde nefikirin ji nav girse û garanê derneyên ango ji rêzê derneyên. Çi ji wan ra bê gotinê bikin û ti car li hember biryar û kirin û tevgerên wan dernekevin. Gava hewce bibe divê ji bo ax û welat û alaya wan a pîroz(!) bi kêfxweşî û dilgeşî biçine mirinê. Bi kurt û kurmancî em dikarin bibêjin amanc û mebesta perwerdeyiya îroyîn ew e ku civateka îtaetkar û sernerm û hemin biafirîne û rastî û heqîqetên xwe li wan ferz bike û ser û mêjiyên wan bi pûtên xwe yên pûç û genî tijî bike.
Çendekî berê zaroktiya min û rojên min ên dibistanê hatin bîra min. Li dibistanê çend rê û rêzik û qeyd û qaîde hebûn ku ji pola yekemîn bigirin hetanî zaningehê jî mîna mişkekî ku tiştekî bikurisîne, car cara mêjiyê min dikurisandin. Ji van qeyd û qaîdeyan ên ku herî zêde serê min tevlihev dikirin ku bi rastî jî hetanî çendekî berê jî min nizanibû ji ku der hatine, çima hene, ji bo çi ne, bi kêrî çi tên û yekemîn car kîngê ji aliyê kê va biryara ku wê di perwerdeyiyê li dibistana bêne bikaranîtin hatiye dayîn? Ji vana yek dema ku mamosta dikevin hundir çima xwendekar radibin piya? Gelo ma xwendekar mecbûr in ku rabine piya? Hadê em bibêjin xwendekar ji bo rêzgirtin û hirmeta xwe nîşanê mamosteyên xwe bidin radibin piya ev yeka ha temam. Lê a sosret ev e ku mamosta di polê da dema waneya xwe didin nahêlin xwendekarên kur(law) kum an şewqe be bidine serê xwe. Ma gel oka çi dibe ku kum an şewqe li serê xwendekarên kur be û wusa li mamosta guhdar bikin?
Welhasin rojan da dû rojan û demsal guherîn û salan da dû salan ez jî bûm mamoste. Her daîm min di waneya xwe ya pêşîn de bi awayekî aşkere van xalên girîng bi xwendekarên xwe ra parvekir:
- Dema ku ez bikevim polê ji kerema xwe ra ranebin piya. Ez bi vê yekê diêşim û dilteng dibim.
- Kî/ê di polê de derbarê mijara ku em li serê radiwestin de fikr û raman û ramînên xwe bi me re parvebike, ew fikr û raman û ramîn çi dibin bila bibin ez ti car rê nadime vê yekê ku ti kes tinaz û qerfên xwe bi wan bike û wan biçûk bixîne. Her çiqas fikr û ramanên me ji hev cuda bin jî divê em her daîm ji hev re ji hizr û bîr û baweriyên hev re rêz bigrin û ji bîr nekin ku mafê axaftina herkesî heye û divê em derfêt û delîveyê bidine herkesî. Bi awayekî şareza divê em hizr û ramanên xwe pêşkeş bikin û bidine xuyakirinê ka çima û ji ber çi em awa difikirin. Divê em eger û sedemên me gîhandine van encama bi awayekî zelal bidin xuya kirinê.
- Ez ji xwendekarên xwe ra dibêjim ez ne xwedayê vê polê me. Dibe ku fikr û hizr û ramanên min jî şaş bin. Hertiştê ku ez dibêjim û dikim nepejirînin. Li ser wan rawestin û bifikirin û wan binirxînin. Şaşî û çewtî û rastîyên wan bidine ber hev û li gorî vê yekê bigihîjine encamekê. (…)
Car cara ez leqayê hin xwendekaran jî têm ku di waneya min de kum be an şewqe be li serê wan in. Hetanî roja îro jî min ji ti xwendekarî re nexwestiye ku ew tiştên li serê wan ji serê xwe bikin. Lê dîsa jî ev pirsa ha –mamosta çima ji vê yekê aciz dibin û nahêlin xwendekar bi şewqeyê an bi kum li dersê guhdar bikin- hat û mîna mişkekî cirboq mêjiyê min kurisan. Min vê pirsê ji çend mamosteyên hevalên xwe pirsî û min xwest bizanim ka gelo ew bixwe di vê rewşê de çi dikin û çawa ditevgerin. Bi gelemperî amaje bi vê yekê kirin ku ew jî ji xwendekaran dixwazin ku şewqeyê û kum ji serê xwe bikin. Vêca min ji wan pirsî ka gelo çima hun dixwazin ku serê xwe qot bikin? Ka çi zirar û ziyana şewqeyê û kum heye ku di dersê de li serê xwendekaran be? Yek hebekê ji wan jî bersiveka têr û tije ku dilê meriva têxe cîh neda min. Piriyan ji wan gotin; “weleh me xwe dîtiye û nedîtiye ev qeyd û qaîde hebûye û em jî li gorî vê yekê ditevgerin.” Vêca min dîsa ji wan pirsî û got; “bi a we çima ev qeyd û qaîde heye û bi kêrî çi tê?” Bersiv dan û gotin; “heyra weleh me qet serê xwe li ser vê yekê neêşandiye û em jî nizanin bi kêrî çi tê. Lê hema nexweş e ku dema mamosta dersê vebêjin xwendekar bi kum û şewqeyê li wan guhdar bikin. Ev liv û tevgereka bêhurmet e.” Welhasil min jî dev ji wan berda û ez bi ser rihê wan neketim.
Çendekî berê di pirtûkekê[5] de ez leqayê xaleka girîng hatim. Li gorî ku agahiya nivîskarê vê pirtûke dide, di dema dewleta Aşûriyan de êsîr û dîl û xulam û bende û kole ji bo rêzgirtin û hurmeta xwe nîşanê xwedî û efendiyên xwe yên nû bidin xwe tazî dikirin. Bi vê kiryar û tevgera xwe amaje bi wê yekê dikirin ku ew rêz û hurmeta xwe nîşanê xwediyên xwe yên nû didan. Yewnana Kevnare jî vê dab û kevneşopiyê ji wan girtine. Lewra di dema Yewnana Kevnare da jî xulam û dîl bendeyên nû ji bo rêzgirtinê ji navê û jor de xwe tazî dikirin û cil û kincên xwe ji xwe dikirin. Di serdema Navîn da jî li Ewropayê serfan(bendeyên ku di erdên lordan de dixebitîn) ji bo îtaet û dilsozî û sedeqeta xwe nîşanê lordên(şah, key) xwe bidin serê xwe vedikirin. Ango ku şewqe û kum û hwd. tişteki li serê wan bûna wî tiştê ji serê xwe dikirin. Ên ku serê xwe qot nekirana ev dihate wê wateyê ku li dijî lord derdikevin û serî hildidin. Ev orf û adet û kevneşopî hat û kete nava Îsewîtiyê(Katolîk ên ji cimeetê) jî. Li gorî bîr û baweriya Îsewiya divê mirov(mêr, zilam) servekirî bikevin dêr û kenîseyan. Dema ku mirov ji bo lava û perestîş û rêûresmên dînî biçe dêr û kenîseyan ji bo rêzgirtin û îtaeta xwe nîşan bidin, çi li serê wan be divê wan tiştan ji serê xwe bikin û bi awayekî serqot bikevin hundir. Lewra li gorî bîr û baweriya wan serqotî dihate wateya îtaet û teslîmiyetê.
Vêca dema em li dîrokê dinêrin em dibînin ku danûstendin di nav civakên cînar de hebûye û hêjî ev danûstendin di nav civak û dewlet û komên mirovan de bi awayekî çalak didomin. Civak bi awayekî rasterast an neyekser bi hev re dikevin têkiliyê û didin hev û ji hev distînin. Di hêla ziman da peyvan ji hev distînin û didin hev. Di hêla çand û kulturî de bandor û te’sîr li hev dikin. Hin adet û dab û nêrît û kevneşopiyan ji hev distînin û didine hev. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku ji hêla dîn û aborî û perwerdeyî û teknolojî, hema bi her rêyî têkilî û dan û stendin di nav civat û komên mirovan de çêdibe. Vêca dîsa ku em li ser mijara serqotiyê -ku teslîmiyet û îtaet e- bisekinin, em dikarin bibêjin ku li gorî bîr û baweriya min kok û bingeha vê tevger û kiryara mamosteyan a di dersên xwe da şewqe û kum ji serê xwendekar û şagirtan dikin digihîje ve dab û nêrîta dewleta Aşûriyan. Bi awayekî ev dab û nêrît ji nifşên berê gihîştiye nifşên nûhatê wan, ji civakan gihîştiye civakên din û ji sînoran azad bûye û di nav milletan de belav bûye û hebûna xwe domandiye hetanî roja me. Bêyî ku mamosta bizanibin ka ew ji kuder hatiye û tê çi wateyê wê pejirandine. Lê her çiqas ku mamosta nizanin ew tê çi wateyê jî di bikaranîtina wê de ti şaşiyek nakin. Lewra mixabin gelek mamosta bi çavê garanê li polê dinêrin. Li gorî bîr û baweriya wan di polê de divê otorîte û desthilatî di destên wan da be. Dîsa gelek mamoste rê û rêzik û qeyd û qaîde û rastî û heqîqetên xwe li xwendekaran ferz dikin. Ango dixwazin ku xwendekar îtaeta wan bikin û ji gotina wan derneyên. Awê ku min li jor amaje pê kir serqotî nîşaneya îtaet û teslîmiyet û rêzgirtin û dilsoziyê ye. Em dikarin bibêjin ku dema mamoste di polê de şewqe an kum ji serê xwendekar û şagirtên xwe dikin di heman demê de desthilatî û rayedarî û otorîteya xwe ya di polê de zexm û pihêt dikin. Her çiqas îro me wateya vê kiryarê ji bîr kiribe jî bi awayê genetîk ev yeka ha ji nifşan hatiye veguhastin bo nifşên nûhatî û hetanî di bin hişê civaka me ya îroyîn da jî cîh girtiye û bi awayekî xwe dide der.
Emre MÛHARGÎNÎ
01.04.2021
[1] Bozarslan, Mehmet Emin, Ferhenga Kurdî Cildê Pêşîn A-D, Çapa Yekem, Weşanên Deng, sal: 2011, r:702
[2] Bozarslan, Mehmet Emin, Ferhenga Kurdî Cildê Sisêyan L-R, Çapa Yekem, Weşanên Deng, sal: 2018, r:534
[3] Bozarslan, Mehmet Emin, Ferhenga Kurdî Cildê Diduyan, E-K, Çapa Yekem, Weşanên Deng, sal: 2015, r:300
[4] Kıran, Abdullah, Ferhenga Zanistên Civakî, Weşanên Nûbihar, sal:2014, r:198
[5] Kudret Emiroğlu, Gündelik Hayatımızın Tarihi