Mar û Margîsik – Songül Uçak

Hemû mîrov dizanî ku lingê maran tuneye lê li ser wî ya hin çîrok derxistine hele em binêrin çîrok çawa ye.

Hebû tunebû, carek ji caran, li welatekî bi daran marek û margîsik hebû. Mar bi bejn û bala xwe pesnê xwe dida. Bi pesnê xwe hewki nedifiriya, margîsik jî pir hêrs bû got:
“Ez ê dersek bidim û bila ji vî tevgera xwe poşmam bibe.”

Ji ber wî jî dest pê kir û got: “Birayê mar; taybetiyen te zede ne tu pir pesnê xwe didî. Hele bêje tu digêhêjî min.”

Mar got:

“Ha, ha, ha…! li wir keso kes nebîne taybetiyek wî tuneye li ber min serî radike.” Margîsik got:

“De were tu pir ji xwe bawerî, ka em bikevin pêşbaziyekî hele kî çiqas serkeftiye.”

Mar got:

“Bira, tu here rewitiyê bike van karên te nine.”

Margîsik got:

“Belê tu wiha xurtî de ka lingê xwe hele em bikin kî dike hindirê zikê xwe. Mar hewl da û lingên xwe kir zike xwe.”
Margîsik ji lingên xwe di bin laşê xwe de veşart, paşê jî derxist û bi mar têr giliyê xwe kir.

Gotina xwe ya dawiyê jî kêm nekir; “Birayê mar pesn baş e lê zêde ne baş e.” Hele ku biçûk dîtin zêde xirab e. Van jî bila li ser te dersek be yê dî tu tiştek wa nekî.
Çîroka min li diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran

Xezal Yoldaş
70 saleye ji bajarê Amedê navçeya Erqanî li gundê Qarxane ye xwendinê nizan û tirkî jî hindik fêmdike

Bi xwe jî dapîramine. Wa çiroka li herema me biye bawerî. Kesekî ku nizane tûnneye

Mar û Margîsik – Songül Uçak
Candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply