Galaksî Ji Hev Dûr Nakevin!

Em hemû di vê bawerîyêde ne kû galaksîyên li gerdûnê ji hev dûr dikevin û gerdûn her dere firehtir dibe. Heger em serî li gelek çavkanîyan bidin jî, emê bibinin kû ev agahî heye û dibêje galaksî ji hev dûr dikevin. Tiştekî rast hebe, ev jî eve kû galaksî ji hev dûr nakevin.

Nizanim wun Edwin Hubble nas dikin? Heger wûn nas bikin yekser wunê bibinin kû fikra firehbûna gerdûnê avêtîye holê û bi pêş xistîye. Çavdêrî li gerdûnê kirîye û dîtîye kû şewqên galaksîyên durtir her diçe soriktir dibe. Hubble dibêje, ev reng gûherîn ji ber dûrketinêye. Tiştekî dûr bikeve renge wê ber bi sorbûne û ê nêzîk bibe jî ber bi binevşîbûnê diçe. Hubble piştre got heger ev galaksî her dem dûrî hev bikevin, divê di dema borîde ji noqteyekê derketibin. Ev agahî bû bingeha teorîya Teqîna Mezin. Dema merov bifikire ji xwe ev zanyarî divê rast be. Ev tiştên dûr hev bikevîn divê di demek bere de li cîhekî bin kû karibin dûrî hev bikevin.

Başe, gelo çawa em dibêjin galaksi dûrî hev nakevin? Çim adi hemû çavaknîyan de dibêji galaksi dûrî hev dikevin?
Bi rastî di gelek çavkanî, belgefîlm û bi taybet li ser internete gelek agahîyên nerast hene. Piranî zanyarîya bi qûrtasî didin û ew zanyarî dibin agahîyên nerast. Heger galaksî dûrî hev dikevin gelo çima di demek pêşde galaksîya Andormeda kû 2.2 milyon saltîrêj dûrî me ye wê bê li bin guhê Kadiza me bikeve.

Şaşîyek div ê mijarê de heye. Bi rastî gelek kê vê agahîyê nizanin û xûya dike gelek kesê zanin jî şaş dizanin. Galaksî ji hev dûr nakevên, tiştê kû ji hev dûr dikeve Komikên Galaksîyane. Ev komik ji biçûk û mezin, kêm zêde 15-20 galaksîyan pêktên û ev komikên biçûk bi xêra hêza kişana kûtleyan bi hevre tên girêden û hevdû dikşînin. Ji xwe Kadiza meye reben jî bi koma xweye xwecîhîve girêdayîyê û ji ber hêza kûtlekişana Andromeda vê tê kişan û çend milyar saldin Kadîz û andromeda wê li hev bikevin.

Wêna: Bi çavê Nasa Andromeda û Kadiz.

Jêder: Rûpela Astronomîya

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply