Ji Min Derket – Salih Bozan

Ez ji xew rabûm, min dît ez tenê me. Kes li dor min tineye. Min pencera salonê vekir. Li pêş çavên min beyabaneke weke laşekî mezin mexelîbû. Çavên min nedigîştin dawiyê. Ti nîşanên jiyanê xuyanedibûn. Weke ku jiyan li derva mirî bû. Ez ketim gumanan. Eceb bi rastî ez ji xew hişyar bûme, lê ev jî xewn e. Deriyê xênî bi dengekî melûl lêket. Ez çûm min derî vekir. Li ber derî yek sekinî bû. Weke insanan û ne weke insanan bû. Çavên xwe du pizotê êgir bûn. Poz dirêj, lêv çiriyayî bû. Serî zirav û dirêj bû. Bi du qoçên weke yên bizinan bû. Nigên xwe weke simên keran bûn. Nizam çima ez jê netirsiyam. Min pirsî: “Tu kî? Çi dixwazî.”

Got: “Ez ,ew im.”

Min got: Ew ki ye? Got:

“Ez Şeytan im. Ez hatim daxwaz û hêviyên te giş bi cihbînim.” Min got:

“Derbas be. Em li salonê hemberî hev rûniştin.” Min jê pirsî:

“Tu çi dixwazî, vexwî?” Got:

“Ez ne tiştekî vedixwim, ne jî dixwim.” Min jê pirsî:

“Tu çi kanî ji min re bikî?” Got: “Hemû daxwazên te yên kesayetî ez karim bi cihbikim. Ez kanim te vegerînim xortekî bîst salî. Ez kanim te zengîn bikim, ji nexweşiyan xelaskim. Û ez kanim te bikim mirovekî navdar.” Min jê pirsî:

“Li hember van, van kiryarên ku tu dikî ji min re bikî tu çi ji min dixwazî?” Got: “Tiştekî ji te naxwazim. Ez ne hewceyê te me. Ez zanim tu pir serî xwe bi pirtûka mijûl dikî, û tu li rastiyê digerî. Ez dixwazim rêya te kin bikim.”

Li ser vî Zemînî ez şah im, ne…, û destekî xwe bi jor de rakir. Min pirsî:

“Çawa tu yî. Ma ne ew şahînşahê mezin.” Got:

“Belê.. lê li ser zemîn hemû tişt di dest min de ye. Ez rêçikên qederan dikolim, ez bûyeran peydadikim û vedimirînim. Min hêza wî li ser zemîn pûç kiriye. Loma awiran dide we û dide me bi gotina yê ku di rêya min de nemeşe, ez ê wî di agirê dojehê de bi rijik kim.

Ez ketim endişeyan: “Ku ez veger xortekî bîs salî, ez ê çi bikim? Çi feydeyeke nû dê li min bibe? Ku ez vegerim xwendinê dubare bikim, ku ez têkiliyê nû bi dostên nû re çêkim, bi jinên nû re. Gelo çi xweşî û bextewriyên nû ez ê bibînim? Tiştên min dixwest li vê cihanê bizanibim, ez dizanim. Tiştên ez nizanim, ku ez bizanibim, ti bandorê li jiyana min nake. Zêdetirên zanebûna razên vê cihanê serêşiyeke mezin e. Tew ku tu razan berî wextê bizanibî, wê hawêrdorên te, te dênok bihesibînin. Hemû zilm, ceng, û kuştinên lê vê cihanê yê ku em dikin, ji bin serî daxwazên me yên ne durist derdikevin. Gêndî dibêje ez ê te zengîn bikim. Zengînî mirov ji rewşa mirovahiyê derdixe. Hemû zengînên min di jiyana xwe de naskirin bêexlaq bûn, rezîl bûn, bêşerefbûn. Weke ku li pereyên xwe dinihêrîn, weha jî li mirovan dinihêrîn. Mirovên li navûdegê digerin ew bi ezayetiya xwe nexweşin. Belam ji babetiya mirovan derdikevin”.
Bi dengê wî re ez ji endîşeyên xwe vegeriyam.

Disa ji min pirsî:

“Te çi got?” Min jê re, got:

“Tu zanî çima em ji te heznakin?” Got:

“Wî ji we xwest(û destê xwe bi jor de rakir).” Min, got:

“Na..na, ne ji bo ku wî ji me xwest (min jî destekî xwe bi jor de rakir). Em ji te heznakin ji bo tu daxwazan di hundirî me de diçînî. Û gava em dikin van daxwazan bicihbînin, em dibin kujer.”

Bi dengekî sist, jihevketî min jê re got:

“Xweşiya jiyanê ku mirov carekê bijî.” Dubarekirina wê bê t’me, bê wateye. Lê ber ku ez gotina xwe bidawî bikim, ew ji ber çavên min wenda bû.

JI MIN DERKET
Salih Bozan
Candname.com

 

 

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply