Li Hember Cîranan Peywirên Mirovan (Xutbe)

 

وَاعْبُدُوا اللَّهَ وَلَا تُشْرِكُوا بِهِ شَيْئًا وَبِالْوَالِدَيْنِ إِحْسَانًا وَبِذِي الْقُرْبَى وَالْيَتَامَى وَالْمَسَاكِينِ وَالْجَارِ ذِي الْقُرْبَى وَالْجَارِ الْجُنُبِ وَالصَّاحِبِ بِالْجَنْبِ وَابْنِ السَّبِيلِ وَمَا مَلَكَتْ أَيْمَانُكُمْ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ مَنْ كَانَ مُخْتَالًا فَخُورًا (36) النساء

Bawermendên birûmet!

Dînê Îslamê gelek girîngî daye mafê cîrantîyê û di der barê wê de jî gelek ayet û hedîs hene . Derbaskirina bi cîranan re bi qenciyê, ji nîşaneyê misilmanî ya qenc hatiye hesibandin. Ji bo vê yekê çi misilmanê di qelbê wî de nûra îslamê hebe û qelbê wî bi xweşikahî yên islamê hatibe neqişandin, pêwîst e li cîranên xwe yên dûr û nêzîk qencîyê bike û ji wan re bibe cîranek qenc. Lewre piştî efradên malbatê kesên herî nêzîkî mirov cîran in, mirov in. Misilman ew e ku bi cîranên xwe re bi başî derbas bike, ji wan hez bike, xwe bi wan bide hezkirin, ewlehiyê bide wan û gava ji mal çû çavê wî li şûn wî ve nemîne. Lewre ew kesê ewlehiyê nede derdorê xwe, ne misilman e. Di ayetek pîroz de Xuda Teala wiha ferman dike: “(Gelî mirovan!) Îbadetî Xuda Teala bikin û qet tiştekê jê re nekin şerîk. Li dê û bav û lêzimên xwe, li sêwî û belengazan, li cîranên nêzîk û li cîranên xwe yên dûr, li hevalên xwe (yên sefer û kar) û li rêwî û li koleyên ku dibin destê we de ne qencîyê bikin. Bêguman Xuda Teala ji kesê xwedbîn û qure hez nake[1].” Pêxemberê me jî di hedîseke şerîf de wiha dibêje: “Çi kesê baweriya wî bi Xuda Teala û roja dûmahiyê hebe, bila qencîyê bi cîranên xwe bike.”[2]

Li cem Xuda Teala hevalê herî qenc ew ê ji hevalê xwe re qenc be, cîranên herî qenc jî ew e ku ji cîranên xwe re qenc bin.”[3]

“Cebraîl (s.s.x.l.) ji min re wesiyeta cîrantiyê ewqas kir, êdî min zen kir ku wê bibe waris.”[4]

Misilmanên birûmet!

Tê xuyakirin ku dînê me gelek li ser  mafê cîranan sekiniye. Ji ber vê yekê pêwîst e mirov qedr û qîmet bide cîranên xwe, li wan silav bike, wan ziyaret bike, alîkariyê   bide wan, xweşî û nexweşiyên wan parve bike, li hember wan devliken be, ji bo şûştin û veşartina miriyên wan alîkariyê bide wan, sersaxiya wan bike, tişta ziyan û zirarên wan tê de hebe xwe jê dûr bike û lêkolînê li ser eyb û kêmasiyên wan neke.

Misilmanên birûmet!

Ji her cîranekî  mirov re mafekî wî yê cîrantiyê heye. Çi misilman, çi jî ne misilman be. Pêwîst e mirov pêwendî û têkiliyê digel wan çêke. Ji ber vê yekê gelî bawermendan! Tişta mirov ji xwe re bixwaze, pêwîst e mirov ji wan re jî bixwaze. Cîranên mirov, ên ne misilman bin jî, mirov hay ji wan hebe, bi xweşî bi wan re derbas bike, tişta ku pê aciz bibin mirov xwe jê dûr bike, xweşî û nexweşiyên wan jî parve bike û di her kar û barên wan de jî alîkar be.

Bila em ji bîr nekin, misilmanên qenc ew e ku zirar û ziyanê nede cîranên xwe, ewlehiyê bide wan û her tim alîkar be.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]–  En-Nîsa 36

[2] – Buxarî û muslim

[3]– Et-Tac c.5

[4] -Buxarî û muslim

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply