Kovara Jînê armancê xwe 20 xalan de diweşîne (Bozarslan, 1985: II, 467-471):
1. Wê kovareke zanistî ya hefteyî biweşîne.
2. Wê hemû helbest, dîwan û berhemên ku zana, helbestvan û wêjevanên Kurd bi zimanê Kurdî afirandine bi awayekî rast û rind çap bike.
3. Wê ferhengeke Kurdî ku hemû lehçeyên Kurdî dihewîne amade bike û biweşîne.
4. Ji pirtûkên rêzimanê yên guncav/minasib wê çap bike.
5. Bi zimanê Kurdî ji bo dersdayîna asta destpêkê wê pirtûkên hewce biweşîne.
6. Wê berhevokeke gotinên pêşiyan bê sazkirin û weşandin ku nimûneyên ji lehçeyên cuda yên Kurdî beş beş tê de cih bigirin.
7. Wê adat û kevneşopiyên Kurdên her derî kom bike û çîrok, hîkayat û kilamên gelêrî berhev bike.
8. Wê li ser dîroka Kurdan û erdnîgariya kevn û nû ya wan berheman biafirîne.
9. Wê berhemên heyî yên li ser Kurdistanê û Kurdan ji zimanên Rojhilatî û Rojavayî wergerîne û çap bike.
10. Wê jînenîgariyên pêşêngên berê û yên niha yên miletê Kurd biweşîne.
11. Li navenda komeleyê û li cihên ku pêwîst be wê pirtûkxane bên vekirin ku xebatên xwecihî û biyanî tê de cih digirin.
12. Dersên şevê wê bêne vekirin.
13. Wê lijneyên lêkolînê bişîne herêmên ku Kurd lê dijîn.
14. We hewl bidin ku çapxaneyekê ji komeleyê re ava bikin.
15. Di nav ’emeleyên Kurd de wê hewl bide polên amadekariyê û saziyên kooperatîfan ava bike.
16. Bi qasî ku ji dest tê, ji zarokên Kurd ên ku li Stenbolê li der û dorê belengaz û eware digerin, wê wekî çiraq/şagirt bide ber destê esnafan û ji bo berdewamiya wan a bi rêkûpêk wê mesrefên hewce debar bike.
17. Ji bo zarokên sêwî û bêxwedî yên Kurd, wê hewl bide dibistaneke pîşeyî ya şevê veke.
18. Ji bo keçên sêwî û bêxwedî yên Kurd, wê hewl bide ku dibistaneke şevê ya keçan veke, da ku wan hînî pîşeyên malê û xizmetguzariyê bike.
19. Wê hewl bide muzexaneyek ava bike ku ji eşyayên şexsî, tiştên malê û her cure alav û amûrên herêmî yên jin û mêrên Kurd pêk tê.
20. Wê hewl bide dibistaneke mamosteyên Kurdî ava bike.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…