Lewhe û Teorîya Tektonîkê Lewheyan – Fevzullah Kurt

LEWHE: Rûye cîhanê wek ku parçek be tê xûyakirin. Lê rûyê cîhanê şkestîye û parçeye. Ew parçe derbase hev bu ne. Bi her parçeyekî re lewhe tê gotin.

Lewheyên sereke ên ku cîhan çêkirî:3

Tîr ê Kesk: Lewhe yên ku nêzik e hev dibin

Tîr ê Sor: Lewhe yên ku ji hev dûrdikevin

Lewhe ku qalikê erdê çekirî her tim hareket dike û tew nasekne.

TEORÎYA TEKTONÎKÊ LEWHE 

Ew teorî sala 1915 da zanyarê Elman Afred Wegener dît û ser xebitî. Ew teorî ser nexşeyê cîhanê da ahengdarîyê nav reşayê erdê da dît. Gor teoriyê demyekem da ew reşayê cîhanê hemû berhewbûn û navê ev reşayê Pangea bu. Dor ê Pangea okyanûs bu û navê okyanûsê panthalasa bu. Ew reşayê erdê bandorê quvetên cureyî bi dûr ketin. Pangea du parçe bun. Ev a bakur lawrasîa û a başûr gondwanaland e.

Navberê lawrasîa û gondwanalad okyanûsê tethys çêbu. Pê hereketê reşayê erdê parzemîn çêbû. Di navberê qita behr û okyanûs çêbûn. Rûyê cîhanê lewhe yê gelek mezin çêbûn. Ew lewhe gelek hedî ( salê navberê 2-15 cm) hereket dike. Zelzele yên mezin û çiyayê agîrî hidûdê lewha da çêdibe.

Lîtosfer (lewhe) li ser maxmayê hereket dike. Hinek lewha ji hev dûrdikevên, hinek lewhe nêzike hev dibên û hinek jî berwarî (yatay) hereket dikên.  (Mînak: şikandîyê bakurê Tirkîyî û şikandîyê san Andreas).

Delîlên ku ji bo lewha ji hev cuda dibin; 

1.Navbera Bakur û Başûrê Emerîka û Ewrupa û Efrîkayê da aheng a bêkêmasî

2)Wekhevî ya fosîlan: Xişilankê navê xwe Mesosaurus, him Başûrê Emerîqa (brezilya) û Efriqé jîyaye û ew xişilan bi ajinîyê okyanûsê nikan derbaske

3)Wekhevî ya Zinaran: Hidûdê reşayê erdê da ferşê ku salê xwe eynî bûn û eynî rêzeçiyan hatin dîtin

4) Qeşayî sedimentê gondwanaland û mircanê resîf him Antartiqé him jî ekvatorê hatin dîtîn

5) Rûberka rûpişt a nebatan û erdnasîyê herêm a Efrîqa, Hîndîstan, Awustralya, Madagaskar û Amerîqê başûr wek hev e

LEWHE JI BO ÇI HEREKET DIKÊN

Germahî herkî dadikevî navenda dinyê zêde dibe  û germahî hundurî erdê da ber ve rûyî erdê hereket dike. Hemû lewha wek germijank ê dixebitin û di bandora dendikê tevdilgerin.  Ew hereketa germbelavi (konveksiyal) dibin û ew bandorê fizikî çêdibe.

Germbelavî wîha dixebite

Mantoyê da tevgerê berwarî û qinc dibe. Dendikê cîhanê cihê tewe germe. Maxma qismê ku manto nezike dendikê cîhanê da germ û sivik dibe. Maxma berwa jor hereket dike. Ew maxma qismê hîdûdê qalikê erdê û mantoyê de maxma binê qalikê erdê de xwe rayêdixwe û dicemide, giran dibe, berve dendikê cîhanê va dare. Ji bo ku ew tevgera tim û tim dibe, lewha hereket dike.

Derbar Rêvebir

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply