Bîenala Mêrdînê ya Navneteweyî ya 3yan

Bîenala Mêrdînê ya Navneteweyî ya 3yan a ku Komeleya Sînemayê ya Mêrdînê li dar dixe dest pê kir.

Bîenalê li Manastira Mor Efremê ya li Mêrdînê dest pê kir û konsepta wê jî “mîtolojî”ne. Di bîenalê da 20 ji wan biyanî bi tevahî 63 hunermendê li dêr, qonaxên dîrokî, muze û bazara sergirtî ya dîrokî performansan nîşan bidin û bîenalê mehekê dewam bike.

Walîyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak di merasima vekirina bîenalê da axivî û diyar kir ku ji ber ku ev bîenala li Mêrdînê hat lidarxistin zehf kêfxweş bû.

Koçak destnîşan kir Mêrdîn bajarekê wisa ye ku şaristaniyên cuda li vê derê hene û wiha axivî: “Ez wisa difikirim ku şaristanî û hûner gerdûnî ne. Dibê ne aydê bajaran bimînin ne jî aydê welatan. Dibê aydê hemû merivan bin. Ji ber vê yekê niha em li vê derê hemû nirxên xwe bi dinyayê ra parve dikin û ev jî ji bo me anoreke mezin e.”

Dîrektorê Bîenalê Done Oytamê jî diyar kir ku 6 sal berê dest bi bîenalan kirin û û îsal ya 3yan li dar dixin.

Oytamê destnîşan kir ku konsepta bîenalê ya îsal “mîtolojî”ne û wiha pê da çû: 

“Di bîenalê da 20 ji wan biyanî bi tevahî 63 hunermend hene û bîenalê mehekê dewam bike. Du cihên me yên bingehîn hene, ev jî Manastira Mor Efremê û Baregehan Alman in. Di van cihên me da Muzeya Mêrdînê, Dêra Çilan, Dêra Keldaniyan û 2-3 esnaf hene. Me tu guherînek nekir û muzeya wan bijart. Wek mayîn li vê derê 17, li Baregeha Almanan jî 20 hunermendê performansê nîşan bidin. Hûnerên vîdeoyê, enstalasyon û performans hene.”

Çavkanî: hawarnet.org

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply