Lalo zarokekî deh salî bû. Çav şîn, por bizînî, zirav û lawaz bû. Xwarina teyrekî tê de tune bû. Dema Lalo ji dêya xwe dibe bavê wî navê Lalo lê dike. Navê Lalo nasnavê bapîre bavê Lalo bi xwe bû. Navê wî yê rast Evdal bû.
Bapirê bavê Lalo nêzî sed salî jiyabû. Heft caran bi peyatî çibû mala Xwedê. Sal diwazde meh bi rojî bû. Bîst û çar saet bi destmêj bû. Her şev radibû şev nimêjan. Her sibehê Qur’ana Pîroz dixwend. Di ciwaniya xwe de tev li serhildana Şêx Se’îd bibû. Piştî daliqandina Şêx Se’id wî sond xwaribû ku heta li ser dinyê be ew tu car peyva dinyayî ji dev dernekeve. Li gor wî wendakirina Şêx Se’îd wendakirina her tiştî bû. Li ber çavên wî êdî ew miriyê ser rûkarê erdê bû. Mirîdê bi dil bi şêxê xwe ve girêdayî be û şêxê wî bi zilmê bê kuştin dinya li serê wan xera dibe.
Hew dema zikr û îbadet dikir bi Xwedayê xwe re dipeyivî. Ji ber vê yekê navê wî kiribûn Lalo. Dema behsa wî dibû tim behsa wî û şervaniya wî dihat kirin.
Dihat gotin ku di şerê Şêx se’id de gelek jêhatî bû. Ji hêlekê ve tifing di desta de şer dikir; ji hêlekê ve birîndar li ser mila birîndar ji meydana şer direvand. Piştî diçe ser dilovaniya xwe di derbarê wî de gelek çîrok hatin gotin.
Hineka digotin me nava rojê li ser gora wî dîtiye ku keskesor xwe bera ser gora wî daye. Hineka jî digotin bi berbangê re sih-çel kesê bi tirmê û cibê kesk li ser gora wî kom dibûn.
Dema malbat û torinên wî ew tişt dibihistin xwe dinepixandin û xwe dipesinandin. Bi navê wî halan di xwe didan. Jiber vê yekê Simoyê Tornê Evdal (Lalo) navê lawê xwe kiribû Lalo. Her çiqasî derdorê jê re gotibûn navê lawik bike Evdal lêbelê ewî got wê safî Lalo be. Nasnavê bapîrê min be. Wî ji me re nav û deng hiştiye.
Her çiqasî navê wî kiribûn Lalo mixabin ew li navê xwe nehatibû. Yekî pir zêde dipeyivî, sisto pisto û xafilorî bû.
Lalo yê biçûk nixwuriyê diya xwe bû. Rewşa wan ya aborî nebaş bû. Çar zarok û dê û bav li ser şeş kuflet bûn. Bav şivanî dikir. Bi perê şivaniyê debara xwe dikirin. Ji bilî şivantiyê li dor donimekî dehla wan hebû. Fêkî diçandin û li bajêr difirotin. Hema hema xwe bi salê dixistin. Simo diçû ber pez. Hevsera wî jî bi berbangê re diçû dehlê (bexçe) dixebitî û bi vî rengî debara xwe dikirin.
Jiber Lalo ê mezin bû ew li xwîşk û birayê xwe miqate dibû. Dema sibe zû diya wî diçû dehlê û zarokên xwe di xew de dihişt Lalo her sibeha radibû taştê ji wan re çê dikir, wan nan dikir, eger yek ji wan ji xew rabûya û bigiriya ewî wan haş dikir. Ji ber bîdon giran bûn bi misîn û beroşa av yan ji kaniyê yan jî ji cihokê dikişand malê, ava malê dadigirt. Carna diya wî dereng ji dehlê bihata ewî şîv çêdikir. Bin xwişk û birayê xwe paqij dikir kevnikên wan li ser cihoka gund di şûşt.
Dema gundiyan wî di vê rewşê de di dîtin qerfên xwe pê dikirin. Pê şa dibûn.
Rojekê ji rojan cardin misînê wî di dest wî de diçe ser cihokê ku avê dagire, du keçikê gundî jê mezintir qerfê xwe pê dikin:
-Weleh kî Lalo bistîne wê di dawa dê û bavê xwe keve. Wê kêf bikin. Her karê malê dike. Nizanim Lalo wê ji me herduyan kê bistîne?
Lalo: Ezê we herduyan jî bistînim.
Bû hîqe hîqa wan û keniyan.
-Çawa tê me her duya bistîne? Jibo çi?
Lalo: Gur bi du pariya namire. Jibo yek ji we avê li destê min ke, ya din jî wê desmalê vegire.
Keçikê gundî bîdonê xwe tije kirin li bayê bezê ‘’baş e de hebiki zû mezin be ji bo em te bistînin.’’ Ji wîr e gotin.
Lalo misînê xwe tije av dike tîne mal. Ji birayên xwe wan re taştê çê dike, saet dibe dema delava. Diya wî li dehlê ye. Birê xwe wan tîne dehlê ba diya xwe. Ew jî diçe ber melê.
Lalo ji karê cengê û giran re tune bû. Dema dimeşiya mirov digot qeynê di xew ve diçe. Dilê mirov bi halê wî dişewitî. Lebelê ji xwendinê re pir jêhatî bû. Qur’ana pîroz xitim kiribû. Gelek sure ezber kiribû, mewluda melayê batê xelas kiribû. Xayeta şef’iya ya Îbn-îl Qasim anî bû ber xelas kirinê. Di dibistanê de ew her tim yekemîn bû. Mamosteyên wî û seydayê wî lê matmayî diman û di heman demê de jê pir hez dikirin. Li dibistanê serokê polê bû, li ber melê xelîfê seydayê xwe bû yanî ê serserê suxta bû.
Her gava Lalo ji ber melê an jî ji dibistanê dihat malê li gor halik û malkê xwe alîkarî bi dê u bavê xwe re dikir.yan wê biça ba bavê xwe cem pez ya jî li mal alî diya xwe dikir.Dema vala bu ya jî diçu ba hevalê xwe. Pirê wê li derdora zibaleka leşkera kom dibun.Jiber carna leşker wan dişandin dikana li vegerê perê hûr ji ber dima di da wan. Alavên di avêtin ser zibalekê diçûn ji xwe re didan hev. Gelek carî xwarin u cilên genî ku di avêtin ser zibalekê di anîn malê wan cila li xwe dikirin u ew xwarnê genî dixwarin.
Mesela; demsala biharê carna bacanê reş, fringî, aluc, incas, xox, hwd. ku didan hev dianîn mal ew roj li mala wan dawet bû. Gelek cara jibo wan xwarnê genî u cilê bi spî li hev dixistin.
Mala tinebûnê kor bibe. Tinebûn ji mirinê xerabtir e. Cilên li xwe dikrin spîlçokî, pînekirî bû.Kes nedizanîbû ew kinç beriya xwe ji çi malî ye. Pêlavên dixistin pê tevde bi lehîmê ve hatibûn pînekirin. Jixwe pêlavên wan ê malbelaş ya ê hecîka bû yan jî ê reşî qîrê bûn. Hem erzan bûn û hem jî zexm bûn. Zarok çiqasî nik nedixistin bin xwe ji sibehê heta bi êvarî li ber çema û nav kevira digeriyan ew pêlav qet nediqetiyan. Gelek caran hingî zarok ji pêlavên xwe aciz dibûn, pêlavên xwe bi kêr û kwîzana diçirandin. Ji bo ku yeka nuh bistînin. Mixabin her tim ji wan re pêlav nedihat kirîn. Dîsa ew pêlavana ji wan re dihat lehîm kirin.
Rojekê dikandarê gund hin pêlavên sporê ku modelên wan cuda anîbû firotinê bê hemd dilê Lalo bijiyabû wan. Pirê hevalên wî ji xwe re kirîbûn. Her tim diçû u dihat ji dê û bavê xwe ew pêlav dixwest. Li dor sê çar meha hevdu birin û anîn.
Rojekê êvarî Lalo çewalê giha li şilika sitê wî derbasî hewşê bû. CA (diya) wî di bin çêlekê de çêlek didot. Dema çavê wê bi Lalo dikeve biken:
-Lawkê min tu ji dehlê(baxçe) tê?
Lalo kîsê ser sitûyê xwe da dixe ser erd ê. Bersivê dide ca(diya) xwe:
-Erê yadê(dayê). Min ji bo ajalan hinek pel û pincar da hev. Piştî vê qise kirinê Lalo li rex ca(diya)xwe rûdinê, bi tiliya kefa ser şîr da hev û xwar. Diya wî çêlek dot û pê ve berê xwe da hindir xênî û bi ken bang Lalo kir. Lalo da du ca(dayka) xwe. Ca(dayka) Lalo çû ji hindirê qubalekê qertonek derxist û ji hindirê wê pêlavek sporê derxist pêşî Lalo kir:
Diya Lalo: Berxê diya xwe bi nere bavê te ji te re çi sitendi ye.
Dema Lalo çav li pêlavê dike hew tine ji kêfa bê bask bifiriya. Wek dinya tevde bibe ê wî wanî kêf dikir.
Ew şev ji kêfa xewa wî ne dihat. Wê êvarê nizanîbû çawa şîv xwar. Bû şev dema razanê ket nava nivîna dil rehet nebû çû pêlav ji ser qibalê daxist anî danî ber serê xwe. Cardin dil rehet nebû îca mîna bûk û zavayê têkeve xelwetê xwe li hev ba bidin bi xwestek, mîna dayka pitika xwe hembêz bike bi dilovanî pêlava xwe xist paxla xwe û raza. Heta bi sibê re şiyar bû ji xew hema xewn di dît.
Serê sibê çawa ji xew radibe ava xwe da digre. Çêleka xwe dibe naxirê vedigere taştê serast dike. Xwişk û birayên xwe nan dike. Wan tîne dehlê(bexçe) ba diya xwe. Heta tê dehlê dibe dema delava. Paşê tê mal, radihêje kitêba xwe bi kêf pêlava xwe dixe pê. Diçe ber melê. Dema diçe ber melê dilê wî diber wî de nayê radihêje pêlavê dibe dixi nav sicada mizgeftê. Mele ji mal tê diçe hindir mizgeftê sicadê radihêje ku li hêwana mizgeftê derza zaroka bide wan dîtina dibîne pêlav ji nava sicadê dikeve. Bi kerb di pirs e ku kê pêlav xistiye nava sicadê. Bi avayekî şermok Lalo li kirna xwe xwedî derdikeve ku jibo kes tiştekî pê nek e. Mele ji ber ku ji Lalo hez dikir bi Lalo keniya dengê xwe pê re nekir.
Carna Lalo pêlava wî gemar digirt bi paçekî bi tuka xwe paqij dikir. Gelek cara li ber çem di nava dehla de pêlava xwe ji pê dikir û dixist himbêza xwe jibo neqet e.
Ber bi esirkî cardin Lalo û hevalê xwe li derdora zibaleka leşkerî gihaştibûn hev. Ji xwe r e bi dar û qîtkê dilîstin carekê çavê Lalo û hevalê wî bi leşeker kî dikeve ku gemarê tîne li ser zibalekê vala dike. Tevda zaroka bi xezeb baz didin ser zibalekê ji xwe re alava bidin hev. Lalo di nava gemarê de radyok xerabe û berguhkê dibîne; hevalekî wî radyoyê ji desta direvîn e. Ber bi rezê bi kêleka baregeha leşkerî ve direve. Lalo jî li ser piştê. Çawa dikevin nava rez bi carekê gurmînek çê dibe. Toz u icacok radibe Lalo û hevalê wî di nava xwînê de sor dibin. Ew der ji bo xwe parastinê leşkeriyê mayin xistibûn wê dera.
Lalo çavên xwe li nexweşxanê vedike. Dê û bavê wî li ser serê wî rawestine. Dema Lalo çavên xwe vekir pirsa pêşî ku yadê(dayê) kanî pêlava min….
Mixabin haya wî jê tinebû ku êdî hewcebûna wî bi pêlava nema ye ji ber ku nikek di gwizikê re yek jî di çongê re jê bûye
ŞOREŞ XURSÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…