Kurdîname | Kovara Akademîk ya Ziman, Wêje, Çand û Dîrokê

Dem dema dijîtalîzebûnê ye. Her çiqas bo kurdan dewleteke serbixwe bi navê Kurdistanê nînbê jî kurd wek ku dewleteke wan a serbixwe heye tev digerin û dixebitin. Gorî ku tê zanîn kurd miletê çarem yê herî mezin ê li rojhilatanavîn e. Lê mixabin dewleteke wan a binavê kurdistanê û serbixwe tuneye. Di salên dawî de bi belavbûna înternetê kurdan wek dewletekê xwe li ser înternetê girtin û dewleteke dîjîtal avakirin. Niha kurdên ku bo jiyana rastîn derfetê nabînin, xebatên xwe li ser vê qada nû ya bi navê înternetê diweşînin û dikemilênin. Qada înternetê bo kurdan bûye e-Kurdistan.

Gotina xwe zêde dirêj nekin û têm ser mijara xwe wek tê zanîn  kovar tirştekî çapkiriyê û kovarên bi hekem û akademîk pir bi zahmetin lê lehengekî kurdan ji vî barê giran para xwe da ser pişta xwe û dest bi e-Kovareke Akademîk û bi Hekem dike.

Bi pêşengiya Lêkolîner û Akademîsyen Osman Aslanoglu niha e-kovareke akademîk a bi hekem tê amadekirin.

Aslanoglu bi gelek xebatên xwe yên li ser kurdî tê naskirin; Ji xebatên çapkirî hata yên dijîtal, ji spanên cîhazên mobîle hata malperên ser înternetê gelek xeabtên Aslanoglu bi zimanên cuda hene.

Kovara ku wê bi navê Kurdîname werê weşandin wê behtir li ser mijarên ziman, wêje, çand û dîrokê bisekinê. Aslanoglu bo pergala kovarê li ser malpera https://dergipark.org.tr wek binmalpereke bi navê /kurdiname avakiriye û danezana kovara xwe li wir daye weşandin.

Kovara ku salê du caran li bihar û payizê wê bê weşandin bi zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî û farisî wê xebatên xwe bidomîne.

Danezan Bî Kurdî

Kurdiname | Ziman, Wêje, Çand, Dîrok

Kovarama me di heyamên bihar û payîzê de salê 2 caran tê weşandin. Navteweweyî ye û wek e-kovar tê belav kirin.

Dema têr gotar ketin destên me û hewcedarî hebê dibê ku jimarên zêde jî bên weşandin.

Zimanê kovara me tevî hemû zarave û devokên xwe kurdî, tirkî, îngilîzî, erebî û farisî ye.

Di kovarê de em cih didin danasîna berheman û wergeran jî.

Bi şertê ku li deverek din nehatiye weşandin em cih didin hemû nivîsa danezanên ku li sempozyum, komxebat, konferans û hwd. çalakiyên akademîk de hatine pêşkeşkirin.

Kovara me bo jimara pêşî li benda nivîsên we ye.

Bo hekemtîyê û dikarin agahiyên xwe bişîni an bi xwe têkevin pergalê û hesabekî xwe vekin.

  • E-posta: kurdiname1@gmail.com
  • Website: https://dergipark.org.tr/kurdiname
  • Heyamên Weşanê: Bihar, Payîz
  • Destpêk: 2019
  • Weşanger: Osman ASLANOĞLU

Duyuru Türkçe

Kurdiname | Dil Edebiyat Kültür Tarih

Dergimiz, Bahar ve Güz olmak üzere yılda iki kez yayın yapan, uluslararası hakemli bir e-dergidir.

Yeterli makale olduğu ve gerekli görüldüğü takdirde ek sayı(lar) da yayımlanır.

Dergimizin yayın dili, Türkçe, Kürtçe’nin tüm lehçeleri, İngilizce, Arapça ve Farsça’dır.

Dergimizde eser tanıtımı ve çeviri makalelerine de yer verilmektedir.

Yurtiçi veya yurtdışı akademik konferans, sempozyum, çalıştay vb.de sunulan bildirilerin tam metinlerine başka yerde yayımlanmamış olması kaydıyla yer verir.

Dergimizin ilk sayısı için makalelerinizi bekliyoruz.

Hakem olmak için bilgilerinizi gönderiniz veya sisteme girip kendiniz olabilirsiniz.

  • E-Peyam: kurdiname1@gmail.com
  • Malper: https://dergipark.org.tr/kurdiname
  • Periyot:İlkbahar , Sonbahar
  • Başlangıç: 2019
  • Yayıncı: Osman ASLANOĞLU

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply