6 fîlmên vê hefteyê

Vê hefteyê yek jê anîmasyon bi temamî 6 fîlm ketin vîzyonê. Ji Tirkiyeyê tenê fîlmê derhêner Onur Bilgetay “Aykut Enîşte” heye û yên din ji derveyî Tirkiyeyê hatine. Yek ji wan jî anîmasyonek e ku derhêneriya wî Pierre Greco û Nancy Florence Savard kirine. Ji fîlmên vê hefteyê “Border” (Sînor) ê derhêner Ali Abbasi derdikeve pêş.

“Border” ku li Festîvala Cannesê hatiye xelatkirin, li ser navê Swêdê ji bo Oscarê bûbû berendam. Eva Melander, Eero Milonoff, Jorgen Thorsson û Ann Petren di fîlm de rol girtine.

Polîseke bi navê Tîna ku li ser xeta sînor kar dike mirovekî ecêb ji xwe re dike hedef, lê di dawiyê de ew bi xwe xwe digire bin lêpirsînê.

Vane hemû fîlmên vê hefteyê:

– Aladdin / Derhêner Guy Ritchie

– The Dark / Derhêner Justin P. Lange

– Border / Derhêner Ali Abbasi

– The Devil’s Doorway / Derhêner Aislinn Clarke

– Mission Kathmandu: The Adventures of Nelly & Simon / Derhêner Pierre Greco, Nancy Florence Savard / Anîmasyon

– Aykut Enişte / Derhêner Onur Bilgetay

Diyarname

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply