W hezên hêja,
Ev demeke dirêj e ku em bi inyada xwe, ya di hejmarên berê de navborî, hewl didin ku kovara W’yê bigihînin ber destên we çandhez, hunerhez, wêjehez û Whezan. Di vê hejmara ku diviyabû beriya niha bi demeke dirêj derketibûya de me hewl da ku em mafê gotinê dîsa bidin gotinê. Bi qasî ku ji destê me hat, me xwest ku em di nav van kirinên qirêjî û kirêtiya li Kurdistanê de bi peyvê û gotinê paqijî û xweşiya ku di nav vê kirêtî û van kirinên qirêjî de şên maye û şîn tê vebêjin.
Îro dîsa li çar hêlên Kurdistanê berxwedêriya kurdan a ji bo xwebûn û hebûnê êş û serêşa herî mezin a dijminên azadiyê ye. Di nav dorpêça tarîtiyê de her singek keleheke ronahiyê ye, her zendek li pêşiya hovîtiyê bendek e. Em jî wek Kovara W’yê li ser soza xwe disekinin û dîsa dibêjin va ye, em li vir in û em dizanin ku ligel hemû girêkan, Kovara W’yê gerekek e.
Adar deriyek e, ji bo hemû xweşiyan û ev derî li ser piştê ye ji bo kurdan. Bi hêz û hêviyên mezin me derî li adarê vekir da ku ji biharê re aldariyê bike, ji çiyayên Kurdistanê avê bi rê bike deşt newalan, gulan şîn bike. Adara ku bi tilîliyên ji bo serkeftinê yên jina kurd dest pê kir, bi bilindahî û germahiya agirê Newrozê bi dawî bû. Îro bi ronahî û germahiya vî agirî, kurd di nav liv û tevgereke geştir de ne; dozdar û dawîdar in; vexwendiyê dîlana azadiyê ne.
Kovara W’yê jî bi vê coş û peroşa ku Adarê jê re kirî diyarî dê hewl bide ku bihêztir karê xwe bidomîne. Kovara W’yê ya ku bi çend nivîskaran dest bi jiyana xwe kir û ev demeke dirêj e di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Amedê de derdikeve êdî dosteke xwe ya din heye ku dê bi her awayî alîkariyê jê bixwaze û bibîne. Komeleya Nivîskarên Kurd di kongreya xwe ya awarte ya sêyemîn de biryar da ku bi her awayî xwedî li Kovara W’yê derbikeve û ji me re bibe hevkar û hevhal.
Di vê pêvajoya ku me hejmarên nû neweşandin de kovareke nû li kovarên kurdî zêde bû. Kovara bi navê Folklora Kurdan li Amedê dest bi weşana xwe kir û valahiyeke mezin dagirt. Em ji wê re jî dibêjin bi xêr hatî. Bi hêviya ku em ligel hev rêya wêjeya kurdî xweş bikin û agirê wê geş bikin.
Bi hêviya jiyaneke têrwêjeyî em bi van dosyeyan li benda afirîneriya pênûsa we çandhez, hunerhez û wêjehezan in; Mijara dosyeya me ya hejmara 53’yan Di Romana Kurdî De Karakter e,
Mijara dosyeya me ya hejmara 54’an Tetwan e,
Mijara dosyeya me ya hejmara 55’an Piralfabetî û Wêje ye.
Ji ber ku Enstîtuya Kurdî ya Amedê cihê xwe guherand, navnîşan, têlefon û faksa kovara me jî guherîn. Her wiha hesabê me yê postê jî guherî û hesabê me yê nû jî ligel agahiyên din ên nû di beşa Kunyeya Kovarê de hatine diyarkirin.
Bi hêviya ku di hevdîtina xwe ya bê de em pêkve azadtir bin. Ligel silavên dilistanî…
NAVEROK
Ji edîtor
Utopya – Adar JIYAN
Ji Duh Heta Îro Felsefeya Nûjeniyê; Zerdeştî – Elîf KAYA
Cegerxwîn – Berken BEREH
Ehmedê Xanî û H. Mem –2 – Yaşar EROGLU
Osman Sebrî; Dilê Welêt – Feratê DENGIZÎ
Sinêrra Lorîn / Sirrê Waxtî – Cengiz S.H. ÇELÎK
Nirxandinek Li Ser Wêjeya Kurdî – Mûrat ÇETÎNKAYA
Dosye: Dengbêjî
Kelamek û Çar Kilam – Weysî VARLI
Dengbêjî – Serwet DENÎZ
Newaya Ruhê Jinê Dengbêjî ye – Sema DELÎL
Mala Dengbêjan a Amedê, 5 Guhertoyên Kilamekê – Hîlmî AKYOL
Mala Dengbêjan a Wanê – Omer DEMIR PEYANIS
Di Dema Zarokatiya Me de Tenê Dengbêj Hebûn – Zana FARQÎNÎ
Dengbêjî Hunera Vegotinê ye – Hogir BERBIR
Gotin û Kilam – Ehmed OSMAN
Heke Dengbêjî Nebûya – Huseyîn DÛMAN
Dengbêj û Şevbuhêrk – Mehmet ONCU
Du helbest – Fîkret KARAKOÇ
Wêjeya Devkî Çavkaniya Jiyanê ya Jiyanî ye – Bêrî BIHAR
Di Kovara Hawarê De Yekîtiya Zimanê Kurdî – Suphî ÎZOL
Li Ser ‘Peyarêk’ê Şêwirîna bi Tenêtiyê – Reşo RONAHÎ