Kê zanibû dê rojekê
Ji Wuhanê bazara masiyan
Ji gur û kuçikxwurê Çîniyan
Belav bibe êşa kuştinê li ser mirovan
Û li ser sîngê deyne mîna xewnereşkê
Kê zanibû dê ji Çîn û Maçînê
Pêla reş rabe li ser cîhanê
Û bi şêweya sermagirtinê nîşan bide
Li poz û bêvilê
Û ji holê rake bîn û tama xwarinê
Bîn û ekla jiyanê
Û bi nerme rake, dest û dil bişo ji hêviyan
Ji sibê, ronahî û ji dahatû û xweziyan
Xavika reş girê dide li azadiyê
Û te li hundir
Te li hundir bê qeyd û zencîr girê dide
Ji ew gur û kuçikxwurê Çîniyên
Li Wuhanê li mazat û bazara masiyan
Dê emirqutek derkeve û kiratî bixwe
Û kê zanibû dê ji vê kiratiyê
Êşa kor a korona derbixe
Wey tu jî û kiratiya te jî serê te bixwe
Me xêr nedî û nabînin
Ji rûyê we ne do, ne jî îro
Û ne jî rojeke din
Me xêr nedî, ne ji gurê manço
Ne ji Çîn û Maçînê
Ne jî ji Tengiz û Tîmûrê kulek
Û kê zanibû dê ji şewba kora koronê
Ezê wunda bikim bîn û tama jiyanê
Lê jibîr nekin çavhûrik û qamqutikên Maçînê
Em neviyên herba eynî calûtê ne
Bav û bapîrên we, nikaribûn bi me
Ma emê ji kurm û kêzê we bitirsin
Ji ber îşev bi hêrs û bi biryar im
Bi kurm û kêzên Maçînê, ez bîmar im
Û ya girîngtir li malê
Ez bê qeyd û zencîran
Bê azadî, li malê hefsdar im
Mustafa Rêzan
Şemrex – MÊRDÎN