‘Elîyê Ûnis û Serhildana Sasonê

‘Elîyê Ûnis, li Sasonê hatîye dinyayê. Di dawîya sedala 19’an û destpêka sedala 20’an de, nav û dengê wî li seranserê Sason, Xerzan, Raman û Hezoyê belav bû. Li dijî kiryarên Osmanî ya li dijî Kurdan derket û bi komeke ku ji deh kesan pêk dihat re, derkete serê çîya.

Li dijî Osmanîyan dest bi têkoşînê kir. Zirarên mezin gihande artêşa Osmanîyan. Ji ber wêrekî û jêhatîbûna wî ya leşkerî, li herêmê jê re “Elîyê Şêr” dihat gotin. Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî bandoreke zêde li ser wî hişt.

Di têkoşîna xwe de, ew ji xwe re kir rêber. Bi Ermenan re têkilîyên dastane danî. Li dijî çewisandinên Osmanî yên li dijî Ermenan derket. Wî Ermen parastin. Ji ber vê yekê bû hedefa Osmanîyan. Derbasî Îranê bû û li ser kêşeya Kurd bi Evdirezaq Bedirxan re têkilî danî.

Ji rêberên demê yên wekî Simko, Evdirezaq Bedirxan, Necip Bedirxan, şêx Mehmûd Berzencî, Kor Huseyn Paşa û Şêx Seîd re name nivîsandin. Ev nameyên ku ji hêla keça wî ve salên dirêj hatibûn parastin, paşîyê winda bûn.

Salnameya Nûbiharê

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply