KOLLEKSIYONA PÎRTÛKÊN NEÇAPKIRÎ

”KOLLEKSIYONA PÎRTÛKÊN NEÇAPKIRΔ
Lokman Polat
Ez ê di vê nivîsa xwe de behsa mijareke ku tevahiya nivîskarên kurd eleqeder dike bikim. Mijar li ser rewşa weşangeriya kurdî, helwesta weşanxaneyên kurdan, neçarî û çareya ji bo çapkirina pirtûkên kurdî yên nivîskarên kurd e. Mijareke girînge û divê piraniya nivîskarên kurd beşdarê vê minaqeşeyê bibin û dîtinên xwe bînin zimên. Herweha divê ew ji bo pêşniyazên ku ez ê di vê nivîsê de pêşkêş bikim, dîtin û ramanên xwe bibêjin. Dibe ku ew pêşniyazên hîn baştir û maqûltir bînine zimên.
Gotineke nivîskarê kurd Nezîr Akat gelek bala min kişand. Ez li ser vê gotina wî pir fikirîm, ramiyam û li çareseriyê geriyam. Ew li ser rewşa nivîskarên kurd ku nikarin pirtûkên xwe bidine çapkirin disekine û dawî dibêje ” Gelek niviskaren din ji weke min, kolleksiyona pitukên necapkiri amade dikin.” Belê ”kolleksiyona pitukên necapkiri.” Ev gotin neynika nivîskarên kurd e, rewşa wan radixe ber çavan…
Di nav nivîskarên kurd de yê ku herî pir têkiliya wî bi nivîskarên din re heye û derbarê rewşa wan a afirandinê de agahdare, yek jê ez in. Ez zanim ku gelek nivîskarên kurd pirtûk nivîsîne lê mecala weşandinê nedîtine û pirtûkên wan wek dosya di destê wan de maye. Ez derheqê berhemên neçapkirî yên nivîskarên kurd de xwedî agahdariyên berfereh im. Bi kurt û kurdî nivîskarên kurd yên ku ”kolleksiyona pitukên necapkiri”amade kirine gelek in.
Başe, rewşa weşanxaneyên kurdan çi ye? Mentalîteya wan a weşangeriyê çiye? Pîvanên wan ên ji bo çapkirina pirtûkên kurdî çine? Ez bersîva van pirsan binivîsîm, dê gotar dirêj be û dê dilê weşangeran jî bimîne. Lê, weke bersîv bi yek gotinek, ji bilî çend weşanxaneyên kurd (ew jî weşanxaneyên di bin sîwana siyasetan de ne û pirtûkên kesên ji siyaseta xwe û yên derdora siyaseta xwe diweşînin û li gor biryarên siyasî tevdigerin) piraniya weşanxaneyan perê heqê çapa pirtûkê ji nivîskar distînin û hêj pirtûkên wan çap dikin. Helbet hinek weûanxane hene ku heqê çapa pirtûkan ji nivîskaran nagrin.
Dema min vê nivîsê amade dikir, nivîskarekî kurd ku li Swêdê gelek pirtûkên wî hatine çapkirin, lêbelê hêj yek pirtûkek wî jî li Stenbolê û Amedê nehatiye çapkirin, li weşanxaneyeke kurdî digeriya ku bi pereyê xwe pirtûkên xwe bide çapkirin. Min jê re got ji çend weşanxaneya bipirs bihayê herî hindik û erzan kîjan xwest pirtûkên xwe bide ew weşanxane. Lewre ez zanim ku hinek weşanxane ji heqê cape pirtir heta hinek duqasê heqê cape ji nivîskar dixwazin.
Di derbarê zahmetiya çapkirin û neçapkirina pirtûkên kurdî de sê nivîskarên kurd dîtinên balkêş anîn zimên. Ev hersê nivîskar Nezîr Akat, Cîhan Roj û Mîr Qasimlo ne.
Ez ê bi çend hevokan dîtinên van hersê nivîskarên kurd pêşkêş bikim û dure derbarê çareseriyê pêşniyazên xwe pêşkêş bikim.
Nezir Akat ji bo pirtûkek xwe a ku nehatiye çapkirin, di feyzbokê de dibêje : “Ez bi gelek capxana re axifim. Ji bo capê pera dixwazin, ji bo belavkirine pera dixwazin. Dibêjin pirtuken bi kurdi nayên firotinê. Rastiyeke dibêjin. Em cibikin nuha se-3-pirtûk ji bo capê amade ne lê dive ez ji bo capa wan kar bikim.”
Û birêz Nezir Akat didomîne, dibêje : ”Pirsgirêka capkirina pirtuken kurdi ne tene pirsa min e. Lewra bi dehan niviskaren kurd li Swêdê vê zahmetîyen dikişinin. Heger pirs tene ya çapkirina pirtukeke buya de mirov çap bikira. Le pirseke cidi ye. Endamên Komeleya niviskaren Kurd li Swêdê bi dehan berhemen wan ji bo capê amade ne le nayên çapkirin, mixabin. Min du pirtuken xwe bi xwe cap kir le 3 pirtuken necapkiri hînê jî di destên min de mane. Gelek niviskaren din ji weke min, kolleksiyona pitukên necapkiri amade dikin.”

Romannivîserê kurd Mîr Qasimlo di romana kurdî de rekorek şikand û romaneke 999 rûpel nivîsî û weşand. Destê wî ter be! Xwedê bike di pêşerojê de wekî Tolstoy romaneke 1800 rûpel jî binivîse. (Romana Tolstoy ”Şer û Aşîtî” hezarûheştsed rûpele.) Mîr Qasimlo dibêje :
” Ku hûn nivîskarê kurd bin!
Ku hûn bi kurdî binivîsînin-nivîskarê kurd bin, piştî we roman-helbest, an jî dosyaya xwe ya çîrokan kuta kir û we xwest bi weşanxaneyek re têkilî daynin da berhema we were çap kirin, gelek mimkun e ku hê di destpêka axaftinê de, hûn ji xwediyê wê-weşanxaneyê vê pirsê bibihîzin: Bira, tu xelkê kêderê yî?
Ku hûn nivîskarê kurd bin, gelek pêkan e ku hûn ji xwediyê weşanxaneyek tiştek wiha jî bibihîzin: Perê çapê bide, rihet e.
Weşanxane 2: Heqê çapê dike, 6. 635 milyon.
Weşanxane 3: Heqê çapê dike du hezar euro..
Weşanxane 4: Ji me re 200-300 kitêbî belav bike, bifroşe, emê biweşînin.
Weşanxane 5: Digel heqê çapê divê tu heqê belavkirinê û şiyandina kargoyê/postê jî bidî.
Ku hûn nivîskarê kurd bin, ev ji bo hûn bi rihetî berhema xwe bidin çap kirin, têr nake. Li nik hin weşanxaneyan ji kû bûna we jî mihum e. Heke hûn û xwediyê weşanxanê ne ji herêmek bin, piştî salek berhema we li cem wan ma, hûnê jê eynî wisa bibihîzin: „Tu gotinek me ji bo naverok û zimanê berhemê tune ye, lê îsal rewşa me ya aborî ne baş e….Û heman weşanxane ku aboriya wê ne baş e, di heman salî de, bi dehan berhemî çap dike ku ji xwediyê berheman hema yek be jî ne ji Serhedê ye. Mesela, heta niha 4 nivîskarên ji devera Serhedê ne, ev yek bihîstiye ligel min-yanî „îsal rewşa me ya aborî ne baş e“.
Ez dirêj nekim, ji ber ku heke vekim, wê behs bi dehan rûpelî dabigire.
*
Bêguman xwediyên van muameleyan li gor krîterên Awropiyan, nikarin bibin şivan jî…
*
Kekê Cîhan Roj, di mijara nekarîna ji çapkirina berhemên xwe de, tu ne tenê yî, bawer bike yên mîna te pir in.
*
Di dilê me nivîskarên kurd de, gelek birîn hene. Em rabin ji wan birînan yekî derbibin, guman heye ku kirina me wê li cem xwendevan û bilîbarên wêjeya kurdî ve wekî gazinek ji derûniya rajêr pêkhatî, were fêm kirin..Lewra jî, bi tevî ku em dizanin zayîna nivîskar, bi kirîza jî bêyeksaniya di navbera ruhê komayî û yê bêxem, û ji pevçuna derûna raser û ya rajêr a nivîskar pêktê jî, dîsa jî gelek caran em ji neçarî birînên xwe vedişêrin. Ji bo em bi “Gazinkar” ve neyên bi nav kirin-heta şermezar kirin..”
*
Nivîskarê kurd Cihan Roj jî derbarê vê mijarê de weha dibêje :
”……Pirtûka bi navê “Anna Dostoyevski-Fyodor Dostoyevski” ku ji Weşanên Remzî Kîtabevî derçûye dixwînim. Heger ne ji xêra wê kitêbê bûya min ê li vir aniha bi sedan tişt di derbarê weşanxaneyan de, hin xwendevan û hin rexnegiran de, derbarê siyasetê de, derbarê xwe û gelek nivîskaran de, derbarê çanda me û edebiyata me de bigota!
Carek din, Dostoyevski hat hawara min; naxwazim derbarê tu kesî û tu tiştî de tiştekî lê bikim, dixwazim ji Dostoyevski fêm bikim, dixwazim carek din derbarê heyatê de bifikirim…
Bila ew tişt û gelek kes bimînin di nav halê xwe de.
Dosya 1: Gîtara Bê Têl, roman, bi kedeke bi mehan ji nû ve hatî nivîsîn…
Dosya 2: Ro Bi Bask e, helbestên bijare û helbestên nû…
Dosya 3: Nivîsên ceribî…
Dosya 4: Serkêş, roman…
Hin dengan dibihîzim ku niha dibêjin, waa, dîsa çiqas nivîsîye!..
Min navê dosyayên xwe lêkirin, da li vir wekî qeydekê ji bo nifşên pêşerojê bimîne, ev jî hal’ek e…
Û Cihan Roj didomîne :
” SERKÊŞ roman
çapa dîjîtal
Weşanên Serkêş
“Însan bi xwe hem zelam e hem nûr …
Adem ji te hem qerîb e hem dûr”
EHMEDÊ XANÎ
Îro bîst û pêncê berfanbara du hezar û donzdehan e; ev dosya
bo çapê amade ye.
Nîşeyek ji bo xwendevanên kurdî û tarîxa edebîyata kurd: Ji bo ev dosya bête çapkirin serî li çar weşanxaneyan hate dayîn.
Weşanxaneyekê hîç bersiv neda. Herduyên din ji dosyayê razî
man ji ber mercên aborî nekarîn biweşînin. Weşanxaneya
çarem di bersivê de der kir ku ji ber ku bernameya wan ya
2014 an tije ye ew nikarin biweşînin sedemê neweşandinê ne
kalîte û naveroka romanê ye.
Weşandina bi awayê dîjîtal îtirazek e. Min navê weşanxaneyeke xeyalî lê kir ev jî tinaz e ku tinazê xwe bi xwe dikim, bi edebîyata kurd dikim, bi weşanxaneyên kurd dikim, bi xwendevanên kurd dikim, bi gelek sazî û dezgehan dikim. Ev qerarek e jî, qerar xwe ji baweriya bi xwendevan û edebîyatê dide der. Baweriya bi metnê ye…
Ev bêminetiyek e, azadiya metnê ye!.. ”
Piştî pêşkêşkirina gotinên van hersê nivîskarên kurd yên derbarê mijarê, vêca divê mirov li çareseriyê bigere. Ez ê di vê nivîsa xwe de derbarê çareseriya vê pirsgirêkê dîtin û pêşniyazên xwe pêşkêş bikim.
Tevahiya nivîskarên kurd dizanin ku koperatîf çiye. Lewre jî pêwîst nake ku ez derbarê wê de dûrûdirêj tişt bibêjim. Koperatîf dezgeheke ku li ser hîmê kolektîfîzmê tê pêkanîn û di encama xebatên kolektîf de pêşve diçe û di armanc û hedefên xwe de biser dikeve.
Niha li bakurê Kurdistanê pêwîstiya koperatifeke weşangerî ya kurdî heye. Heger piraniya nivîskarên kurd, bi taybetî jî nivîskarên ku xwedî ”kolleksiyona pitukên necapkiri”ne, mil bidine vî karê damezrandina koperatîfa weşanxana kurdî, dê bikaribin ji bo çapkirina berhemên edebî û gelek pirtûkên kurdî bibine bersîvek..Dosyayên berhemên nivîskaran dê di nav çîpên kompîturan de nemînin û ji wir azad bibin û têkevin destê xwendevanan û di nav refên pirtûkxaneyên kurdî de cihê xwe bigrin.
Niha em bibêjin bi dehan nivîskarên kurd pereyê xwe didine weşanxaneyek û pirtûkên xwe li wir bi perê xwe çap dikin û yek lîrayek jî ji pirtûkên xwe qezenc nakin. Ew perê ku didine dibe malê şexsekî ango dikeve berika yek mirovek ê ku xwedî wê weşanxaneyê ye. Pirtûkên ku têne firotin jî dixwazî yek be, pênce be yan sed pirtûk be, ew jî dikeve berika xwediyê weşanxanê. Lê, dema koperatîf be, ew pere dibe malê koperatîvê, di hewizek de dicive ser hev û bi wî pereyî dikare gelek pirtûk were çapkirin. Hemû endamên koperatîfê wek hev bin û xwedî deng bin. Hemû biryar bi piraniya dengan were girtin û bi şêweyeke demokratîk were birêvebirin.
Ji bo rêveberiya koperatîfê, ji bo encama kar û zirarê, ji bo birêvebirin, çapkirin û belavkirina pirtûkan û herweha ji bo biryardayina çapkirina berheman destûrekî fermî bê amadekirin û ev dezgeh li gor mercên qanûnî li Stenbolê bê damezrandin û li Amedê bi cih bibe, dê di çapkirina weşanên pirtûkên kurdî de bibe hêviyeke.
Mînakek koperatîfa weşangeriyê ”Yazko/Yazarlar Koperatîfî” ye. Ev koperatîfa nivîskaran li Tirkiyê di salên heştêyî de hatibû damezrandin. Wan bi navê ”Yazko yayinlarî / Weşanên Yazko” gelek pirtûk çap kirin û herweha bi navê ”Yazko Edebiyat” û ”Yazko Çevirî” du kovarên hêja weşandin û ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê tirkî xizmet kirin. Bi min nivîskarên kurd jî heger dest bidin hev, mil bidin milên hev, dikarin gelek kar û xebatên hêja bikin û ew ê bi hevre xurt bin, bi hêz bin.
Kovar dibîstana nivîskarane. Binêrin hêj jî li bakurê Kurdistanê kovareke ku pirs û pirsgirêkên zimanê kurdî minaqeşe bike, binirxîne, analîzên zanyarî biweşîne tune. Hêj jî kovareke edebiyata kurdî, dîroka kurd tune. Kovareke danasîn, analîz û nirxandina pirtûkên kurdî bike tune. Koperatîfa nivîskarên kurd di nav pêvajoya demê de, di kar û xebatên pêşerojê de dikare gelek valahiyên heyî dagire, gavên berbipêş biavêje.

Birêz Ciwan Tengezar dibêje : ”Jixwe divê nivîskar azad û bêminet be! Nivîskariya kurdî fedekariyê ye! Serkeftin ji bo nivîskarên azad, bêminet û fedekar ên serbilind!”
Ji bo bêminetî û azadiya nivîskar, hewldana pêkanîna koperatîfa weşanxana nivîskaran pêngavek bi qîmet û bi rûmete. Nivîskarên kurd bi hevre xurtirin, bi hêztirin.

Têbinî-1: Nivîskarên kurd ku bixwazin beşdarê vê minaqeşeyê bibin û ji bo çareseriyê di çerçeva mijarê de dîtin û pêşniyazên xwe pêşkêş bikin dikarin wek name yan jî wek gotar, nivîs binivîsin û ji min re bişînin. Heger nivîs pirbin, dirêj bin ez ê weke pirtûk biweşînim, heger kurt bin, wek name bin bi îcaza wan ez ê di kuncika xwe a di malpera ”Kulturname”yê de biweşînim.
Helbet yên ku bixwazin dîtinên xwe di kovar û malperên curbecurde biweşînin, bila kerem bikin biweşînin, em bixwînin. Bi hêviya ku bi vê nivîsa min di nav nivîskarên kurd de minaqeşe dest pê bike û di encama minaqeşeyê de bi hewldaneke çêker gav bê avêtin.
Têbinî – 2 – Ev nivîs 8 sal berê bi sernavê ”Kurd Kop – Weşanxaneya kurdî” di malpera ‘Kulturname’ de li Swêdê hate weşandin.
Ji bo ku rewş nehatiye guhertin û hêj jî weha ye, ez wê carek din bi sernavê ”kolleksiyona pitukên necapkiri” di malpera ‘Çandname’ de diweşînim.

 

Lokman Polat

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply