Muzîka Kurdî

Muzîka kurdî navê hemû cûreyên stranbêjî, dengbêjî û kilamgotina gelê kurd e. Bingeha wê ji dengbêjiyê, ji çîrok xwendina melodîk pêk tê. Li gorî vê yekê di nava muzîka kurdî de sê beşên bingeh hene: çîrokbêjî, stranbêjî û dengbêjî. Pirraniya stranên kurdî ji du qite û deh heceyan pêk tê.Taybetiyeke din a muzîka kurdî ev e ku melodiyên xwe hêsan in û lewra sê-çar deng (ton) bi gelemperî têrê stranekê dikin. Pir caran jî, stranên kurdî bi qite û melodiyên wekhev bi dawî dibin. Pirraniya kilamên kurdî derheqê evînê û qehrenaniyan hatiye nivîsandin. Herwiha, stranên xebatê, govendê, yên dîlanê û pîrozbahiyên din jî gelek tên hezkirin.
Saz, tembûr, kemançe, bilûr, dûdûk, def, dahol û zirneenstrumanên tîpîk in.
Tembûr, di civatên êzîdî, yaresan û elewî de ji bo rîtuelên olî roleke mezin dilîze. Ji bilî enstrumanên çandî yên kurdan (bilûr, tembûr, dûdûk, dahol/def…) enstrumanên ji çanda rûmî û farisan jî tên bikaranîn. Di muzîka pop a modern de enstrumanên elektronîk – wek gîtara ceyranî û keyboard – her ku diçin girîngtir dibin. Bi taybetî di muzîka dîlanan de keyboard îro cihekî girîng digire.
Li gorî arkeologan, mûzika kurdî ji bav û kalên wan Hurîyan tê. Ev delil e ko taybetî muzika kurdî 4000 salan e dîjî.
Çend beşên muzîka kevneşop:
Dengbêjî
Çîrokbêjî
Çend beşên muzîka nujên:
Hip-Hopa kurdî
Rocka kurdî
Popa kurdî
Cûreyên stranên kurdî
Bê Enstruman
Beyt
Qesîde
Qewl
Dîlok
Baritî
Laja
Lawik
Heyranok
Payizok
Qetar
Serdare
Gawas
Laylay an lorik
Halparke
Kilam
Serhatî
Serêlî
Şînî
Kalhorî.
Nivîs ji rûpela hunermend: Selman Omeryani
Vîdyo: Dengen Kurdi-Saman Saz

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply