Hz. ‘Elî
Elî bin Ebû Talib, Îmam Elî an jî bi tenê Elî (bi erebî: علي بن أﺑﻲ طالب, lat. ʿAlī ibn Abī Ṭālib), (598, li Mekeyê hatiye dinê – 661, him pismamê Muhemmed Pêxember (lawê Ebû Talib ê ap) û him jî zavayê wî (mêrê Fatimeya keç) bû. Li cem wî mezin bûyî û yekemîn kesên ku berê bi pêxamberiya Muhemmed re bîad kiriye ew e, di nav 12 îmaman de îmamê pêşîn bû. Wek serleşkerîkî belavbûyîna dînê Îslamê da ristek girîng lîstiye û tev li hemû (bê şerê Tebûk ê) şeran bûye, ji xwe ji ber van sedeman wek “Şêrên Xwedê” an jî “Şûrên Îslamê” tê nasîn.
Piştî kuştina xelîfeyê sêyem Osman, Elî bû xelîfe (656-661). Bi tevahî 4 sal 9 mehan li ser hev xelîfetî kir.[1] Dema xelîfetiya wî mirov dikare bibêje bi şerê navxwûyî derbaz dibe. Şerên wê dewrê ev bûn:
Şerê Cemel (di navbera wî û Muawiye û Zubeyr da bû)
Şerê Siffin (di navbera wî û Muawiye da bû)
Şerê Nehrevan (di navbera wî û Xariciyan da bû)
Di 63 saliya xwe da li bajarê Kufê dema nimija sibe pêk dianî di mizgeftê de ji hêla xarîciyan ve hat kuştin.
Wikipedia
Însan, hem bi nasnama xwe û hem bi bi heqîqeta xwe însan e. Cennet, pêzanina yekbuna bi Xweda re ye.
- Adil be ku, bira qudreta te dewamî be.
- Aqil di xerîbîyê da nêzîkî ye; ehmaqî, di war û welat da xerîbî ye.
- Aqubeta harbunê, rezîlî ye yan hindabun e.
- Bi sê awayî dostê min heye. Dostê min û dostê dostê min û dijminê dijminê min.
- Bi serhevdî û nuqiçkan qencîyê betal neke.
- Bihêlin bira heft salan zarukê we bilêyzin. Piştî heft salan edebê jîyanê nîşanê wî bidin.
- Birçîbun, ji rezîlî û riswatîyê çêtir e.
- Camêrî, berê ne xwestinê dayîn e. Dayîna piştî xwestinê, ji fedîkirinê ye û xerab e.
- Cıvata aliman, bextîyarî ye.
- Çikos dewamî rezîl e. Çavnebar jî, dewamî di îşkencê da ye.
- Dijminantîya merivan, ji pêvedana dupişkan wêdatir e.
- Dijminê mêr, ji dostê di nava xwe da bi hesab û kitêb e çêtir e.
- Dilê zarukan wek erdê nehatîye ajotin e. Çi lê bajoy ew lê hêşîn dibe.
- Dostê çikosan tune.
- Edalet, saxî û pergala xelkê û xeml û xweşîya karmendan e.
- Efukirin ji şanê mezinahîyê ye.
- Eger tu dixwazî mirovekî islah bikî, berê xwe islah bike. Tu bi xwe fasîd bî û rabî xelkê islah bikî ev ji eybê herî mezin e.
- Eger tu hûrmetê bidî bavê xwe, tu yê jî, ji kurê xwe hurmetê bibînî.
- Eger tu nikarî bibî ehlê gotinek zana, qene bibe guhdarekî ji dil û can
- Ehmaq di serê her karî de sond dixwe.
- Esil sêwî ên bê dê û bav nînin. Esil sêwî kesên kêm aqil in.
- Ewên ji ‘eynî dê û bavê çêbune, birayên te yên mîrat in. Kesê ji cîyekî dûr hatibe û xuyê we di serê hev da here jî, esil birayê we ne.
- Eyba herî mezin, eybek wek wê di te da heye, lê tu xelkê bi wê eybê şermezar dikî.
- Fêkîyê lezkirinê xeletî ye.
- Gava nezan zêde bibin, zana xerîb dibin.
- Gava te tiştek parast; berê tu bi wê bawer bike paşê xelkê pê bide bawerkirin.
- Gava we soz da zarukan, miheqeq sozê xwe bînin cî.
- Hevalê bi xêr ewe ku di rêya rast de ji te re delîlekî qenc be.
- Ji bavê xwe ra hurmetkar be ku, bira kurê te jî, ji ter a hurmetkar be.
- Ji bo edaletê bêsihudîya mezin, zulimkarîya serokê dewletê ye.
- Ji bo karê ku tuyê nikarî bikî soz nede.
- Ji bo zarukan tu şîrek, ji şîrê dê çêtir nîne
- Ji dostê nezan pirtir, pişta xwe bi dijminê jîr û zana girêbide.
- Ji efukirinê şerm nekin, ji cezakirinê ra jî lez nekin.
- Ji mirovan ra alîkarîya mezin, ezîm û sebat e.
- Ji zarukan hiz bikin û hurmetê bidin mezinan.
- Jîr, bextîyarê mirovan e.
- Jîr, dijminê te be jî pê bişêwire, nezan dostê te be jî guh nedê.
- Karê bi edaletê, sîyaseta herî baş e.
- Kesê bi zanebunê zînde bibe, namire.
- Kesê di aleyha wî de delîl tunebe, mazur bibînin; ew kes ez im.
- Kesê ji felaketê xelkê ji xwe ra parekî bigre û ji musîbetê berê ji xwe ra dersekî bistîne, ew ji mirovê mesud û bextîyar e.
- Kesê qenaeta xwe bi hindikî bîne; zengîn e.
- Malekî wek aqil û dostekî wek xuyê baş û mîratekî wek edebê û rûmetek wek îlîmê tune.
- Mîratê ku bavê ji ewladê xwe ra hiştiye ê herî rind, bi edebekî rind mezinkirin e.
- Mirovê jîr /biaqil dibeku xizan be lê hewcîyê sedeqên kesî nîne.
- Mirovê jîr hindik dipeyîvin. Bi tenê ehmaq pirr dipeyîvin
- Mirovê jîr kemalê, mirovê nezan mal dixwaze.
- Mirovên jîr ji tecrubên xwe îbretan digre.
- Mirovên nezan di kar û fikrê xwe da yan pirr pêş da diçe yajî paş da dimîne.
- Nezanî û xeflet di dilê aliman de cî nagre. Lê alim li hemberî nezananên zengîn, bi îlmê xwe bilind û mezin dibin.
- Nezanîyê bi zanînê bizivirînin.
- Nêzî mirovên rezîl û riswa nebin. Ew bi rûyê xwe ji we re dikenin, lê di nava xwe da xerabîyê vedişêrin. Heta tu dilê wan xweş bikî, ji te hiz dikin. Eger tu nifqên wan bibirî û nedî wan, jahra xwe di ser te de diherikînin.
- Piştî ku te sucê yekê efu kir, poşman nebe. Gava te ceza dayê jî, dilşa nebe.
- Sîyaseta herî rind, edalet û wekhevî ye.
- Te di yekê da xuyekî xerab dît, di nefsa xwe da hema li wî bigere û ji wî bireve.
- Tewazu fêkîyê îlîm e.
- Tewazu rûmeta herî mezin e.
- Texmîna jîran, ji rastîya nezanan çêtir e.
- Tu hezar carî mazlum bî jî, yek carekê nebe zalim
- Wek zanebunê xizne tune
- Xêvikî û saxikîya mezin, di pezin û tenkîdê da pêşveçune.
- Xeyda zêde agirê rikê zêde dike.
- Xuy pêdarê canê mirov dibe û wî dixe bin qontrola xwe.
- Xuy wek tebîetê didoyan bi mirov ra ye.
- Xwarina hindik sihat e.
- Zana bimre jî dijî. Nezan bijî jî, mirî ye.
- Zana mirî be jî, sax e. Cahil sax be jî, mirîye.
- Zana pişta xwe bi xebata xwe, nezan jî, bi heyalên xwe yê vala girêdide.
- Zanîn xizneye, qe naqede. Aqil , cil û çekê qe kevn nabe û naqete.
- Zengînê çikos, ji xizanan xizantir e.
- Zengînîyek wek aqil û xizanîyek wek nezanîyê tune. Peyrewîya edebê kar e, şêwr jî, hêz e.
- Zimanê biaqilan di dilê wan da ye. Zimanê ehmaq û nezanan jî di devê wan da ye.
- Alimê ku eşkere îsyan dike û cahilê xwe daye îbadetê ez xemgîn kirime.
- Bi bawerîyeka yêqîn razan ji nimêja bi guman çêtir e.
- Bi çogên xwe na, bi dilê xwe bi dînê xwe ve bigre.
- Cezayê xerabekî hezar baş dikşîne.
- Çîrokbêj, îlîm û hezkirina îlîm dikuje.
- Derîyê ku tu dîsa nikarî vebikî, negre.
- Di nava dil û HEQTEALA de perde tune.
- Dijminê mirov, zikê mirov e.
- Dinya ji bo dostên Xwedê secdegah, û warê danustandinê ye.
- Ê bi çav re sibeh buye.
- Ê bi xwe û hebuna xwe zanibe, bi heq jî dizane.
- Ê hezdike, ji ya hez kiriye gilî nake.
- Edalet quweta xwe ji wijdanê digre.
- Eger hûn dixwazin di pêy mirinê de bijîn, di pêy xwe de berhemekî ku namire bihêlin.
- Eger tu bi wijdana xwe bişêwirî, tuyê dev ji karê xerab berdî.
- Êmafdar maf diparêze.
- Ên bi sirê nîmeta şukir dizanin, pirr hindik in.
- Eslê îbadetê paqijî û terikandina karê xerab e.
- Ewên hev û din effu dikin, Xweda jî wan effu dike.
- Eyba herî mezin, bi eyba ku di te de heye, tu yekî din pê şermezar dikî.
- Gava tu soz didî lez neke, lewra soz namûs e.
- Gazinan ji demê neke, te xerabî bi destê xwe bi dest xwe xist.
- Ger tu dixwazî li cem Xwedê bibî evd û li cem mirovan bibî însanekî meqbul bi heddê xwe zanibe.
- Heraman ûr hezim neke jî, wijdan hezim nake.
- Herkes edaletê dixwaze lê herkes nikare adil be.
- Hêrs, ji hinguv şêrîntir û ji jahrê tealtir e.
- Heyat, xelatek rind ya Xwedê ye.
- Hezkirina însan, hestê herî mezin e.
- Hûn layiqê çibin, hûnê rastî wî tiştî werin.
- Hurmetê nîşanê pîrekê bide. Lewra ew dîya mirovan e.
- Îbadeta hindik û xebata zêde, ji îbadeta pirr û xebata hindik çêtir e.
- Ji civaka ku exlaq di destê bêexlaqan de buye lîstik tu xêr jê nayê.
- Ji destê mirovê bêhawa, ava heyatê be jî, venexwe.
- Ji ên ku ji min hez dikin daxwaza min: li ser hîdayet û bilindahîyê meşandina wan e.
- Ji eşk û exlaq rintir hebun tune.
- Ji merivan ên ehdê xwe xerab dikin, ew kesin ku bi xwe nizanin û eslê xwe înkar dikin.
- Ji mezinê xwe re hurmetê bike, ji piçûkê xwe re bi şefqet be û ji merivên xwe hez bike.
- Ji sûcê xwe pêvtir ji tu tiştekî netirsin.
- Ji we pêvtir tu kes selametê nade we.
- Ji xwe re berî rê, rêhevalekî, berî xanî, cîranekî bibîne.
- Ji zincîra cehaletê bêtir, êşek esaretê tune.
- Kemalî, axaftina rast û rastbune.
- Kesê di ser pira rastîyê de derbas bibe, di ser Siratê re jî derbas dibe.
- Kesê ku kefîlê wî bi quwet be, îflas nake.
- Kesê ku rêya xwe şaş bike, nikare rê nîşanî kesî bide.
- Kesê ku xwe bixîne bêexlaqîyê, esaleta ku ji eslê wî jî tê nikare wî xelas bike.
- Kesê ku Xwedê bi wan xweşe ew kesin ku; ji hukmê Xwedê re razî bune.
- Merivên ku ji xerîban dûrtir ketine hene.
- Mirovê nede pêy îcabê demê, ji kafî şûnde dimîne.
- Nerehetîya nava malbatê, deyn û nexweşî heyatê dike zîndan.·
- Nexweşîya rûh ji xirsê tê.·
- Paya mirovê zana, payeya herî bilind e.
- Peyva arifan nîmet û sikûta wan jî hîkmet e.
- Peznê rezîlan dayîn, rezîlî ye.
- Rastî rêya xelasîyê ye. Zarokên xerab, rumeta malbatê xirab dike û derbê li derbasbuna wan dide.
- Rastîyêne bi qiyasa mirovan, mirovan bi qiyasa rastîyê nas bike.
- Rêya herî qenc rastî û rêberê herî baş îlîm e.
- Rindiya rast, exlaqê baş, xuyekî xweş û edeb e.
- Sirra di însan de, xizna Rehman e.
- Sîya ê xwar jî xwar e.
- Şeytan quweta xwe ji nezanîyê digre.
- Tewazû mirov dike xwedî rûmet.
- Tiştê ku dibuhure diçe ne deme, umir e.
- Wê dawîya her mîhnetê were, bi sebir be.
- Xalweta te Xwedê be, her der ji te re xelwetgah e.
- Xebat, îbadeta herî mezin e.
- Xizneya herî mezin rûmet û namûs e.
- Xwedê tu azad afirandî, bila çikosî te neke bende.
- Zilamtî, ji ehdê xwe re wefa û li ser soza xwe sekin e.
- Zimanê xwe ji pesindayînê jî, ji zemkirinê jî biparêze.
Amedekar: FİKRÎ AMEDÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…